Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) sibeha 3'ê Çileyê operasyoneke leşkerî ya berfireh li Venezuelayê lidar xist. Paytext Caracas jî di nav de li gelek herêmên welêt êrişên hewayî hatin kirin û Serokdewlet Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores ji aliyê hêzên Emerîkî ve hatin revandin. Trump ragihand ku ew ê Venezuelayê bi rê ve bibin.
Rojnamevan Aykan Sever bûyer nirxand û anî ziman ku gava DYE'yê li Venezuelayê avêt divê ne weke gaveke bi ser xwe bê dîtin, lê weke parçeyek ji stratejiya hegemonya berfireh a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bê nirxandin. Li gorî Sever rêveberiya Washingtonê berê xwe daye avakirina pergaleke cîhanê ya nû ku şer lê rewa ye û hiqûqa navneteweyî bi temamî bêker bûye.
Rojnamevan Aykan Sever diyar kir ku êrişa DYE'yê ya li ser Venezuelayê encamek ji dorpêça hewayî ıya deryayî ya berfireh e ku dîlgirtina Maduro jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye û got, "Mirov dikare êrişa DYE'yê ya li ser Venezuelayê weke terorîzma dewletê pênase bikin. Têkildarî vê bûyerên ku Maduro û hevjîna wî dîl hatin girtin agahiyên me yên şênber nîne, lê belê hin gotin û daxuyanî hene. Ji destpêka meha Îlonê û vir ve Venezuela di ser Karîbîkê re bi taybetî ji aliyê deryayî ve dorpêçkirî bû. Nêzî meheke jî ji aliyê hewayî ve dorpêçkirin hebû. Ev pêvajoya dîlgirtinê jî divê weke encamek ji vê polîtîkaya dorpêçê bê nirxandin.
DYE ji destpêkê ve gef bixwara jî rêbazeke polîtîk a dagirkeriya yekser tercîh nekir. Li şûna vê weke kiryarên Îsraîlê berê xwe dida rêbazeke 'hedefgirtina nuqteyê'. Cudahiya di vir de ew e ku li şûna kuştina Maduro, hevjîn û xizmên wî, dîlgirtina wan tercîh kir; ji vî alî ve em tabloyeke ji Îsraîlê cudatir dibîne.
Em dibînin ku hewl hate dayin ku weke li kûklayê xwe yê li Panamayê Noriega kir, heman nêzîkatî li Maduro jî bê kirin. Noriega bi dadgeriya DYE'yê re rû bi rû ma, salên dûr û dirêj li Emerîkayê li girtîgehê hate ragirtin û li wir jiyana xwe ji dest dabû. Mixabin rewşeke bi heman rengî dibe ku bi serê Maduro jî bê."
'PERGALA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ DI PRATÎKÊ DE TÊK ÇÛYE'
Aykan Sever polîtîkayên DYE'yê yên li ser Venezuela û Latîn Emerîkayê di çarçoveya nîqaşên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de weke dewama doktrîkeke elwekariyê ya nû nirxand û destnîşan kir ku vê pêvajoyê pergala hiqûqê ya navneteweyî di pratîkê de têk biriye. Aykan Sever got, "Yên ku bi serê parzemîna Emerîkayê û Venezuelayê hatin, pareyek ji doktrîna Monroe ya nû ye ku di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de kete rojevê û di dema nêz de weke Belgeya Ewlekariyê ya Neteweyî ya DYE'yê hate pênasekirin; weke dewama wê ye. Divê ev yek bi şênberî bê dîtin. Trump di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya dawî de ev rewş ji xwe bi eşkere ragihandibû. Ji welatên cîhanê re, ya rast ji nûnerên yên ku di nava Neteweyên Yekbûyî de ne gotibû, 'Hûn nikarin welatên xwe bi rê ve bibin, ez ê li şûna we bi rê ve bibim'. Avaniya ku civaka navneteweyî jê re tê gotin, bersiveke cidî neda vê yekê, her wiha îradeya nêzîkatiya bi hev re jî nîşan neda. Kiryarên bêserûber ên Trump ên îro encamek ji vê yekê ye xwedî li maf û hiqûqa li tevahiya cîhanê nehate derketin.
Eger mirov bi kurtasî bibêje, pêvajoya ku jê re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê gotin, hemû nirx û saziyên piştî Şerê Cîhanê yên Duyemîn hatin afirandin ya ji holê rakir yan jî bi rengekî cidî zerar da wan. Pêvajoyeke welê destpê kir ku Neteweyên Yekbûyî û mekanîzma jê re hiqûqa navneteweyî tê gotin di pratîkê de li aliyekî hate danîn.
Civaka navneteweyî ku li hemberî dorpêça ji meha Îlonê û vir ve dengê xwe nekir, piştî vê saetê derfetê xwe nema ku biaxive. Ji ber ku wateyek xwe nîne ku qala hiqûqa navneteweyî êdî bê kirin. Herî kêm 105 mirov hatin kuştin, bi rengê bêdaraz, bêpirs. Hatibû tespîtkirin ku piraniya wan têkiliya xwe bi narkotîkê yan jî qaçaxçitiyê nebû, piraniya wan masîgir bûn. Cîhanê ev rewş pejirand, lewma kiryarên îro tê wateya temamkirina kiryarên beriya niha.
Lewma şaş e ku mirov meseleyê li ser hiqûqa navneteweyî nîqaş bikin. Rêveberiya Emerîkayê hewl dide ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn serketî derkeve, di heman demê de hewl dide li rojavayê cîhanê împaratoriyeke neofaşîst ava bike. Ev polîtîka dibe ku ji bo rêveberiya Emerîkayê nîşaneya paşerojeke bi heybet û serketî be; lê belê ji bo cîhanê, ji bo mirovahiyê û xwezayê tê wateya felaketê."
'PÊWÎSTÎ BI AVAKIRINA RÊXISTINIYEKE ENTERNSYONAL A NÛ HEYE'
Aykan Sever ragihand ku di asta heyî de li hemberî êrişên hegemonîk wezîfeya bingehîn a siyaseta şoreşger neguherî ye, lê belê têkoşîna li hemberî şer veguheriye mecbûriyeteke şênber û lezgîn û got, "Li hemberî van êrişên hegemonîk wezîfeya şoreşgeran pêkanîna şoreşê ye; di vir de teredut nîne. Lê belê di nava şert û mercên heyî de rabûna li ber şer, têkoşîna ji bo avakirina cîhaneke nû û aştiyê wezîfeya bingehîn e. Îro bi esasî em bi wê pirsê re rû bi rû ne ku ev yek çawa dikare bê birêxistinkirin. Doh jî rewşeke bi heman rengî hebû, lê îro pêwîstiya bi wê rewşê hîn lezgîn bûye.
Ji bo rabûna li ber şer pêwîst rêxistiniyeke nû ya enternasyonal bê avakirin. Şert e ku ev yek di gotinê de nemîne; divê ev rêxistinî yekser li ser têkoşînê ava bibe. Dema xwe spart têkoşînê hingî bi wate dibe, bersiva xwe dibîne û dikare bibe xwedî kapasîteya rawestandina şer. Di heman demê de têkoşîna ji bo avakirina cîhaneke nû jî tenê li ser vê zemînê dikare bê birêxistinkirin.
Naxwe dema ku bi nîqaşên neşênber re bê kirin, nema. Em neçar in ku cidiyeta bûyerên diqewimin bibînin. Nîqaşên sivik bandora fikrê şoreşger ên çep lawaz dikin. Li gel vê yekê jî divê bê gotin ku derfet hene ku pêngaveke rasteqîn dikare bê birêxistinkirin."