Temsîliyeta wekhev
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di encama têkoşîna xwe ya 52 salan de ya bi pêşengiya Rêber Apo meşand, di mijara temsîliyeta wekhev de modelek afirand ku ji tevahiya cîhanê re bû mînak.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di encama têkoşîna xwe ya 52 salan de ya bi pêşengiya Rêber Apo meşand, di mijara temsîliyeta wekhev de modelek afirand ku ji tevahiya cîhanê re bû mînak.
Dema tê gotin wekhevî xala sereke ya ku tê bîra mirovan mijara mafdariyê ye. Dema ku ji hemû zindîwaran re mafê jiyanê were nasîn û sînorê hev neyê derbas kirin, berovajî mafê jiyanê were nasîn, wê demê mirov dikare behsa wekheviyê bike. Di serdema me de jî mijara wekheviyê herî zêde di mijara zayendên jin û mêr de dibe mijara nîqaşê û yek ji rêgezên bingehîn yên demokrasiyê jî azadiya jin e. Ji ber asta demokratîk bûna civakekê, bilind bûna asta wekheviyê diyar dike. Lewma di civakên ku tê de wekhevî heye mirov di hemû warên jiyan, polîtîka, hilbijartin, azadiya nêrînê de jî temsîliyeta wekheviyê dibîne. Lewma temsîliyeta wekhev ne tenê di warê siyasî de ye, lê belê di navbera ol, netew, çand, xweza û jin û mêr de tê hişê mirovan. Lê pir mixabin yek ji pirsgirêkên ku heyanî roja me berdewam dike mijara temsîliyeta wekhev e. Bi derketina dewletê ya xwe dispêre hişmendiya mêrê serwer têgîna wekhevî û temsîliyeta wekhev li holê nemaye û di gelek pergalan de naskirina têgîneke wiha nîne.
Hişmendiya dewletê ya xwe navendî kiriye û tenê yek zayendê esas digire, beriya her tiştî jin dûrî hêza polîtîkayê kiriye, di heman demê de civakbûna derdora wê jî belav kiriye. Pergala zilamsalarî ku hemû nirxên jin yên dîrokî dizî û deste ser kir, ev nirx berovajî kirin û ji cewherê wê valakirin. Bi kolekirina jin re koletiya civakê jî kûrtir bû. Pêvajoyê piştî wê şêwazê jiyana hevbeş, rêveberiya hevbeş her ku çû ji hafizeya civakê derket. Hemû hişmendî û ferasetên li ser civakê hatin sepandin derveyî rastiyên civakî yên dîrokî bû û berovajî xweza û rastiya jin ya ku xwedî hêzeke rêvebirinê ye, ji ber jin bi rêbaza xwe ya rêveberiyê, her kesî di nava civakê de dike hevkarê rêveberiya xwe û kombûnê ava dike.
Lê ferasetên biyanî û ne li gorî nirxên civakê ne, li pişt van ferasetan hişmendî û desthilatdariya mêr ya ku serweriyê li ser hemû beşên zanistê û rastiyan berovajî dike heye. Lewma hişmendiya mêr ya xwe dispêre çanda dewletê, dibe ku gelek caran têgînên weke wekhevî, demoktasî û azadî bi kar bînin, lê belê naveroka van têgînan bi temamî li ser bingehê hişmendiya deste serkirinê ye. Ji ber vê di kêliya ku têgîneke pir biçûk ya derveyî hişmendiya dewletê bikeve rojevê, vê yekê weke îsyan li hember pergala xwe binav dike. Li ser vê bingehî têgîna temsîliyeta wekhev tu carî ji aliyê hişmeniya dewletê ve nayê qebûl kirin û di bingehê ve yekê de înkara mafê jin heye.
Di vê sedsalê de pêşketinên lûtkeyî di warê zanist û teknolojiyê de her roj di nava pêşdeçûnê de ye û êdî gelek daneyên girîng di destê mirovahiyê de hene. Lê hişmendiya zilamsalarî jî her ku diçe kûrtir dibe û astengiyên li pêşiya jiyana hevbeş jî zêde dibin. Ev pergala yek alî di serî de jin bê îrade dibîne, çawa hemû xweza û zayendên din di nava ahengiyê de ne û hemû hebûn xwedî misyon û peywirin, lê pergala li ser hişmendiya dewletê ji vê ahengê qut perçebûnê dixe nav netew, ol, çand û herî zêde jin weke hebûn ji nedîtî ve tê. Di cewherê vê hişmendiyê de civak bê nirx û cahil dîtin heye, bi tena xwe biryar digire, bêyî ku îrada civakê nas bike, tenê disthilatdariya xwe diparêze, rê nade hebûna jin, ferd, netew, ol û çandên dîtir dixe bin xizmeta berjewendiyên xwe.
TEMSÎLIYETA WEKHEV RÊGEZA BINGEHÎN A DEMOKRASIYÊ YE
Her girûpek an civakek, etnisîte, bawerî û komên çandî heyanî asta her ferdek di civakê de dewlemendiyê didin hebûna civakbûna mirovahiyê. Li hember vê dewlemendiyê zilam bi zanebûn jin dûrî karê civakî, siyasî û polîtîka dixîne û bi taybet jî dûrî kar û xebata rêveberiyê dihêle. Ne beşdarbûna jin a karê rêveberiyê rewşek dûrî rêgezên demokrasiyê îfade dike. Lewma tevlîbûna jin pîvanekî bingehîn yê pêkanîna demokrasiyê ye ku dihêle tekoşîna kolektîf pêşkeve û rê li pêşiya hişmendiya mêr bigre ku bi tena xwe civakê bi rêve bibe.
Lewma armanca temsîliyeta wekhev ew e ku civakê bigihîne azadî û demokrasiyê ya li ser bingehê wekheviya di navbera herdû zayendan de. Ji ber karê hevbeş bingeha jiyana komînal a ku li ser asasê edaletê tê avakirine. Beşdarbûna jin ya mekanîzma biryarên polîtîk girtin de, bandorek pir mezin li ser xwezaya civakê dike; di warê nirxên wekhevî, edalet, maf û exlaq de asta demokrasiyê bilind dike û temsîliyeta kolektîf û çalak, hemû beşên pêkhateyên civakê tîne gel hev û hêzeke li ser cewherê jin pêş dikeve.
Di derbarê temsîliyeta wekhev de li cîhanê mînakên wê kêm bin, lê nayê wê wateyê ku di pergalan de ev weke rêbaz nehatiye bi kar anîn. Di sala 1980’an de Partiya Kesk a Almanya kota ji herdû cinsan re ji %50 weke pîvan dipejirîne û rêziknama xwe ya hundirîn li gorî vê kotayê diguherîne. Ev bandorek li ser partiyên din dike ku di dawiya salên 1980’an de hin partiyên din jî ev mijara kota ji xwe re esas digrin, lê Partiya Kesk a Almanya hevserokatî di rêvebirina partiyê ku ji yek jin û yek mêr pêk tê xist piratîkê.
Di vê derbarê de Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêbertiya Rêber APO de û di encama tekoşîna 52 salan de kariye li ser asta cîhanê bibe mînaka temsîliyeta wekhev. Di dîroka 20’ê Îlona 2004’an de Rêber APO têgîna pergala hevserokatî bikar anî û wiha anî ziman; ‘‘ne demokratîkbûna hundirîn pirsgirêkek bingehîne ku hemû partiyên li Turkiyê pê re rû bi rû ne. Lewma heger demokrasî di hundirê partiyê de çênebe, siyaset jî nikare demokratîk bibe û heger siyaset demokratîk nebe, civak jî nikare demokratîk bibe û heger civak demokratîk nebe dewlet jî nikare demokratîk bibe.’’
Li ser vê esasî di sala 2005’an li Bakurê Kurdistanê pergala hevserokatî di hilbijartinan de derket pêş. Partiya Civaka Demokratîk DTP ku yekemîn partiya di hundirê Turkiyê de pergala hevserokatî pêk anî. Her wiha di sala 2010’an de DBP di hemû eyalet û herêmên Kurdan de ev pergal pêk anî. Di hilbijartinên şaredariyan de ku di sala 2013’an de li Turkiyê pêk hat û HDP bi pergala hevserokatî ket hilbijartinan. Di heman demê de HDP di sala 2015’an de li seranserî Turkiyê bi pergala hevserokatî ket hilbijartinan ku cara yekem di hundirê Turkiyê de ev pergal li ser erdê pêk hat û hîn jî ev pergal di meriyetê de ye û di asta tekoşîna azadiya jin û civakê de gelek encamên erênî bi xwe re derxistiye holê.
Her wiha yek ji mînakên din ya şênber Rojavayê Kurdistanê ye. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ji bo avakirina pergala Neteweya Demokratîk hejmara kotaya wekhev esas hat girtin û bi pergala hevserokatî weke rêbaza bingehîn ya demokrasiyê tê meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê ev pergal xistina jiyanê, ji yekineyên herî biçûk di komîn, komîte û meclîsan de pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev di nav şoreşê de, şoreş derxistiye asteke jortir. Çawa ku komîn şaneya herî bingehîn ya civakê ye, pergala hevseroketiyê jî rêgeza bingehîn ya komînê ye. Jin û zilam di asta wekhev de tevlî qada polîtîk dibin, derbarê pêwîstiyên civakê de bihev re nîqaş tên meşandin, biryar tên girtin û polîtîka bi şewazê wekhev jiyanî dibe. Ev rewş di nêzîkatiyên zilam de heya astekê guhertin daye avakirin.
ÇIMA PERGALA NÛNERIYA WEKHEV
Ev pergal alternatîfa pergala destpotîk, tekekes a ku di pergala şaristaniya dewletî de derketiye ku îradeya civakê û ferd nasnake. Lewma pergala nûnertiya wekhev rêbazeke ji siyaseta demokratîke. Pir rengî mohra xwe li zeman, mekan û cîhana wate a jiyana hevbeş dide. Pir rengî, asta hişmendiya azad derdixe pêş, li aliyê din jiyana hevbeş a rast ava dike. Dema em behsa temsîliyeta wekhev dikin bi qasî ku em behsa wekheviya di navbera jin û mêr de dikin, di heman dême de yek ji pîvanên temsîliyeta wekhev ew e ku ne tenê jin û mêr, her wiha ciwan, netew, çand û olên din jî di heman astê de nûnertiya xwe ya polîtîk bikin.
Pîvanên bingehîn yên vê pergalê xwe gihandina karên kolektîf û hevbeş e. Ev pergal rewşeke wekhevî û demokrasiyê derdixe pêş û rê vedike ku nerînên cur bi cur derkevin holê û pêşiya nêrîna serdest a ku li gorî xwe navendî bûnê esas digre, asteng dike. Bi armanca rêvebirina qada polîtîk, civakî û aborî bi rengekî adil û diyalektîk pêk tê. Temsîliyeta wekhev mafê kêm netewan misoger dike, her wiha îstikrareke li ser asasê aşîtiya civakî ava dibe. Netewa demokratîk yekîtiya netewan û temsîliyeta wekhev weke dewlemendî dibîne û yek ji mijarên nebe nabe ye. Li ser vê esasê rewşa aşîtî, aramî, adalet, wekhevî, azadî û demokrasî dike armanca xwe ya bingehîn.
Li ser vê bingehê hişmendiya temsîliyeta wekhev di civakê de dana avakirin û ji bo bibe çanda jiyana azad, di hemû beşên jiyanê de li ser vê mijarê civak perwerdekirin girîng e.
Neteweya demokratîk di milê siyasî û çandî de bi riya rêxistin û ferdên azad, wê bikaribe li beramberî pergala zilamê serdest û dewletdar ya li ser asasê zayendperestî, olperestî û netewperestî ava bûye bisekinin û têk bibin. Ev jî bi pergala netewa demokratîk li Rojavayê Kurdistanê piratîk bûye. Hemû netew, bawerî û çand di nava pergala Rêveberiya Xweser de bi îradeya xwe ya azad cîh digrin û nunertî dikin. Di hemû beşên xebat û tekoşînê de temsîliyeta wekhev ya jin û mêr ji hemû cîhanê re bûye mînaka netewa demokratîk. Her wiha jin bi hebûna nasname û îradeya xwe ya azad tevlî kar dibe û dibe xwedî biryar. Ev pergal guhertinên bingehîn di warê hişmendî de di nava civakê de avakiriye. Bi taybetî li hember hişmendiya zayendperestiya ku dibêje; ‘jin tenê divê karê malê bike’, şoreşeke rasteqîn pêk aniye. Jina Kurd îro pêşengtî û rêveberiya civaka azad dike. Bi vê yekê xwebûna civakê derdixe pêş, zihniyeta tekoşîna jiyana hevbeş û komînal ava dike.