Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, şerê taybet û rojnamevanî

Bi êrîşên HTŞ, OSO, DAÎŞ û SMO’yê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, lingê medyayê jî bi rengekî pir vekirî û bi hemû hêza xwe derket holê ku amûra herî girîng a şerê taybet e.

HTŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşên komkujiyê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîn, di vê demê de helwesta li hemberî Kurdan a saziyên çapemeniyê û rojnamevanên di nava Tirkiyeyê de û piranî xwe weke ‘muxalîf’ nîşan didin, derket holê. Eger mirov vê yekê tenê weke nîjadperestî binirxîne, şaş e. Ev yek nîşan dide ku şerê taybet ê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd çawa xurt bûye.

Asta şerê taybet ê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, di dema komkujiya li Helebê de bi rengekî hîn zelaltir derket holê. Bi taybetî ji ber ku bandora xwe ya li ser civakê dizanîn, lingê medyayê baş hate bikaranîn. Şerê Taybet ji destpêka êrîşan û şûnde bi hemû hêza xwe ket nava hewldana dezenformasyoneke tirsnak. Ev jî bi taybetî bi rêya medyaya ku weke ‘muxalîf’ xuya dike, kirin.

ÇAPEMENIYA KU DI DIJMINATIYA KURD DE BÛ YEK

6’ê Çileya 2026’an ku êrîş destpê kirin, rojnameya Yenî Şafak bi manşeteke ku QSD’ê hedef digire, derket. Di sernavê nûçeya manşetê de hate gotin, ‘projeya QSD-PKK’ê ji Îsraîlê re dixebite’, di nûçeyê de hate diyarkirin ku QSD divê ne entegre bibe, divê xwe fesix bike û bibe yek. Heman rojê derketibû holê ku Îsraîlê bi erêkirina DYE’yê bi HTŞ’ê re li hev kiriye.

Lê belê ji ber êdî zêde bandora medyaya nivîskî nîne, şerê taybet piranî girîngî dabû ku li ser hin hesabên medyaya dîjîtal propagandayê bike. Serkêşê van hesaban jî Serbestiyet û Vaziyet e. Van her du hesaban ji roja êrîşên komkujiyê li ser taxên Kurdan destpê kir û û şûnde, bi temamî nûçeyên derew çêkirin. Derket holê ku dîmenên hatine weşandin piranî yên kevn in, tevî vê jî nehatin jêbirin.

Hesabên medyaya dîjîtal ên qenalên mîna rojnameya Cûmhûriyet, Yenî Şafak, Halk TV, rojnameya Sozcu, Sozcu TV, Haberturk û CNN Turk hesabên Vaziyet û Serbestiyet wergirtin. CNN Turk dema êrîşên komkujiyê yên Tirk destpê kirin, sernava ‘di saetên şev de wê were paqijkirin?’ weşand. Vê yekê di rastiyê de nîşan da ku plana HTŞ’ê û dewleta Tirk çiye, lê li hemberî mezinahiya berxwedanê ev gotin êdî nekirin.

Berxwedan nehate şkandin û piştre di nava HTŞ’ê de tevlîhevî derket. Tevî takwiyeya çekên giran ên dewleta Tirk jî neketin taxan. Piştre derewa QSD di taxan de ye, bi israr domandin.

Demek kurt piştî nûçeya CNN Turk a ‘di saetên şev de wê were paqijkirin?’, qenalên mîna Yenî Şafak, Sozcu, Halk TV, Haberturk û hesabên medyaya dîjîtal û hin rojnamevanan bi rengekî eşkere ragihandin ku êrîş wê siharê biqedin û her du tax bikevin destê HTŞ’ê. Bi vê yekê re tişta ku di weşanan de pir derket pêş, HTŞ weke ‘Artêşa Sûriyeyê’ pênase dikirin ku tê zanîn endamên DAÎŞ’ê jî di nav de hene.

Ji derveyî van kesên mîna Levent Gultekîn, Yildiray Ogur jî bi rengekî vekirî li ser dijminatiya Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyanî dan û weşan kirin. Yildiray Ogur got, biryara berxwedanê ya Asayîşê ‘bi zora PKK’ê hate dayîn’, hewl da bûyeran bi pêvajoya berxwedanên Rêveberiya Xweser ve girê bide, Levent Gultekîn jî di dema berxwedana 6 rojî de çalakiyên li Bakur hatin kirin hedef girt.

ŞERÊ TAYBET Û PÎVANÊN ROJNAMEVANIYÊ

Di nûçeyên hatine çêkirin de hin gotinên balkêş hebûn. Ji bo HTŞ û çeteyan pênaseyên mîna ‘Artêşa Sûriyeyê’ yan jî ‘Artêşa Ereb a Sûriyeyê’ pir hatin karanîn. Li gel van, ji bo êrîşên hatine kirin jî gotina ‘operasyon’ pir hate karanîn. Di rojên dawî de pênaseya ‘lêgerîn û rizgarkirinê’ jî hate karanîn. Ji dervey medyaya desthilatdariyê, saziyên medyayê mîna Rûdaw û medyaya ‘muxalîf’ jî ev yek bi kar dianî. Ji bo rexneyên li van hatin kirin jî, bersivên mîna ‘rojnamevanî ye’ hatin dayîn.

Parastina ‘rojnamevan bêalî ye’. Lê belê rojnamevanî bi eşkere alîgir e, zimanê wê, aliyê dîmenê wê jî li ser parastina aliyekê tê kirin. Êrîşa çeteyên cîhadîst a ji bo komkujiyê weke ‘operasyon’ pênasekirin bêalîgirî nîne, tenê qirkeran rewa dike û jidervey vê tiştek din nîne!

Mînaka Rûdaw, divê li vir baş li ser bê sekinîn. Nûçeyên ewilî yên ku Rûdawê li sahê çêkirî, rastî roja ku êrîşên komkujiyê zêde bûn de tê. Dema ku HTŞ û çeteyan êrîşên komkujiyê pêk anîn, li cihên ku şer lê nîne nûçe çêkirin û bi israr zimanê rewakirinê bi kar anî, ev yek mînaka rojnamevaniyê nîne, tenê mînaka rewakirina qirkeran e.

Li gel vê yekê medyaya Tirkiyeyê jî bi israr tenê li ser daxuyaniyên HTŞ’ê nûçe çêkirin, ev jî berhemê heman mantiqê ye. Rojnamevanî weke nîşandana rastiyê tê pênasekirin, rastî jî timî berevajî tişta ku desthilatdarî yan jî êrîşkar nîşan didin e.

Rêbazeke din a şerê taybet, hesabên medyaya dîjîtal ên troll’ê bûn. Li aliyekê wisa xuya dikir ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diparêze, lê di rastiyê de bi rengekî veşartî yan jî eşkere êrîşî çêkera îdeolojîk a QSD’ê û Tevgera Azadiya Kurdistanê dikirin. Yek ji van bi israr îdeolojiya dewletê destnîşan dikir, ya din jî êrîşî îdeolojiya Rêber Apo dikir. Gotinên ku piranî dihatin karanîn ev bûn, ‘divê dewleta me hebe’, ‘federasyon nabe’, ‘hûn bi kê re entegrasyonê difikirin’, ‘aştiya çi’. Di van rojan de ji bo hevdîtina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi dewleta Tirk re bi dawî bibe propagandayeke zêde tê kirin, vêca li ser van hesabên sixte dijberên pêvajoyê yên di nava Tirkiyeyê de jî hatin zêdekirin. Bi taybetî gelek kesên ku xwe weke dijberê AKP’ê nîşan didin û di her firsendê de dibêjin ew mafên Kurdan diparêzin, ragihandin ku DEM Partî divê pêvajoyê bi dawî bike û Tevgera Azadiya Kurdistanê xwe ji hevdîtinan vekişîne. Di van daxuyaniyan de xisûsa herî girîng a bal dikişand, hate xwestin ku hewldanên cihêkariya ‘baz-kevokan’ ku demekê rojeva sereke bû, êdî li ser Rêber Apo were meşandin.

Gelo çima mantiqa parçekirina li ser Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê, QSD û DEM Partiyê bi taybetî dema êrîşên li ser Helebê destpê kirin, bi eşkere anîn ziman?

Bi taybetî di pêvajoya piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de, fikrên Rêber Apo li raya giştî pir hatin nîqaşkirin û bandora xwe ya li ser gelê Kurd jî her kesê dît. Gelek kesên ku digotin Rêber Apo hatiye jibîrkirin, gel êdî wî weke rêber nabîne, di nava sala dawî de dîtin ku bi taybetî di nava ciwanan de bandora Rêber Apo pir zêde ye. Gel her peyama Rêber Apo şopand û xwedî li fikrên wî derket. Bi taybetî eleqeya gelê Kurd a ji bo manîfestoya dawî, nîşan da ku kiryarên şerê taybet pûç bûn.

MEDYAYA KURD HATE SANSURKIRIN

Rêbazeke din a şerê taybet, li dijî medyaya Kurd bû ku têkildarî tiştên qewimîne nûçe çêdikir û êrîş mîna heyî nîşan dida. Destpêkê hesabên medyaya dijîtal ên malperên Jinnews û Ajansa Mezopotamya (MA) yên ku li Tirkiyeyê weşanê dikin, hatin astengkirin. Hesabên wan ên nû hatin vekirin jî di heman kêliyê de hatin astengkirin. Piştre malpera înternetê ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku li Ewropayê weşanê dike, bêyî hincet hate girtin. Her wiha hesabên medyaya dîjîtal ên ANF’ê jî ku asta êrîşên çeteyan û hewldanên komkujiyê nîşan dida, hatin astengkirin.

Ev sansura li dijî medyaya Kurd a di çapa navneteweyî de, armanc dikir ku asta êrîşan a li ser her du taxan û komkujiya ku dihat plankirin, veşêre. Tişta ku dihat plankirin ji astengiyeke rûtîn zêdetir, nedixwestin gel rastiyê bibîne.

Medyaya Kurd berê jî gelek caran rastî sansurê hat. Bi taybetî malpera ANF’ê, hesabên medyaya medyaya dîjîtal gelek caran hatine astengkirin. Lê belê bi taybetî di demên girîng de qenalên nûçeyan ên herî zêde hatin ziyaretkirin, şopandin, xwendin, hatin dizîn dîsa medyaya Kurd bû. Tişta li Helebê jî qewimî, nîşan da ku şer çawa li ser têkiliyên navneteweyî dimeşe. Hema bêje bi temamî medyaya Kurd hate sansurkirin û zext lê hate kirin. Lê belê dîsa jî rastî mîna heyî nîşan dan.

Rojnamevanî çîroka aliyekê ye. Ti rojnamevan ti carî bêalî nabe. Yê hewl dide xwe bêalî nîşan bide jî, bi rengekî vekirî alîgir e. Rastiya ku di berxwedanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û êrîşên komkujiyê yên çeteyan de derket holê, ev e.