Hevala bi kenê xwe jiyan geş dikir: Ronya Zagros
Ew Ronya bû, mîna stêrkan çavên wê her ronî dikirin û diberiqîn. Dilê wê yê pak bi hezkirina Rêbertî û hevaltiyê dagirtî bû.
Ew Ronya bû, mîna stêrkan çavên wê her ronî dikirin û diberiqîn. Dilê wê yê pak bi hezkirina Rêbertî û hevaltiyê dagirtî bû.
*Ronya Zagros keça lêheng a Bakurê Kurdistanê. Jina şoreşger Ronya di temenekî ciwan de tevlî nav refên Tevgera Azadiyê dibe. Ew ji zarokatiya xwe ve dilsoza gel û Tevgera Azadiyê bû. Ew jina berxweder li çiyayên azad, li lûtkeyên asê yên Zagrosan li azadiyê digeriya. Ronya li çiyayên bi heybet bi sedan gerîlayên jin û xurt perwerde kir.
Ronya Rastiya Rêbertî û Şehîdan, doza azadiyê bi şervanan dida nasîn. Hemû tiştên ji felsefeya Rêbertî û Tevgera Azadiyê fer dibû, bi şervan û hevrêyên xwe yên doza azadiyê re parve dikir.
Li cihê Ronya lê têkoşîn û rêxistinbûn hebû. Bi ken û heyecana xwe moral dida hemû hevalên xwe. Ew Ronya bû, mîna stêrkan çavên wê her ronî dikirin û diberiqîn. Dilê wê yê pak bi hezkirina Rêbertî û hevaltiyê dagirtîbû.
Min heval Ronya Zagros li çiyayên azad Qendîla rengîn nas kir. Kêliya destpêkê herî zêde ken û moralê wê bala min kişand. Hemû jiyana heval Ronya ji bo pêşxistina hevalên xwe û jinan bû. Her dem di nav hewldanên rêxistinkirina jinan de bû. Ev rol û mîsyona xwe bê kêmasî bi awayekî layiqî Rêbertî û şehîdan pêk anî.
Ronya ti carî ferq û cudahî nedixist nav hevalên jin û xurt. Her tim bi zanebûna hevaltiya rasteqîn a Apoyî tevdigeriya. Heval Ronya di şeran de gelek caran birîndar bibû. Lê dema mirov li jiyan û tevgera heval Ronya dinêrî, li hemberî îradeya wê mirov matmayî dima. Ji ber ti carî zor, zehmetî û nexweşî ji xwe re nedikir astengî. Bi şev û roj dixebitî. Hewldana wê ew bû ku di Rastiya Rêbertiyê û xeta jina azad de têkoşîn û berxwedaneke serketî pêş bixe.
Hêvî û xeyala herî mezin a heval Ronya ew bû ku rojekê bi Rêber Apo re li çiyayên azad ên cih û meskenê fedaiyan meşeke azadiyê pêk bîne.
Dema hevalek şehîd dibû mîna parçeyek ji canê wê qut bibe, bandor dibû Ronya. Xemgîniya ji ber şehadeta hevalan di çavên wê de mîna baranê hûr û hûr diniqutîn ser hinarokên rûyê wê. Li hember hêzên dagirker û dijmin pir bi hêrs bû.
Hevrêya me ya ji bo armancên herî pîroz û mezin têkoşîn kir, li Qendîlê hembêz kir xaka pîroz. Mîna navê xwe rêya diçe serketinê rohnî kir. Ronya bû rohniya çavên dayikan.
Di têkoşîna me ya ji bo azadiyê û parastina nirxên mirovatiyê de em ê ti carên şehîdên xwe yên rêya me rohnî dikin ji bîr nekin.
* Azîze Kaplan bi nasnav Ronya Zagros ku li Wanê ji dayik bû, di 20'ê Mijdara 2021'ê de li Qendîlê şehîd bû.