Pîvana Bîrê

Tişta ku hafizeyê li ser piyan digire, rastiya awayê hilgirtina êşê ye. Divê em hafizeyê nespêrin teqînên hestiyarî yan jî qebûlkirinên bêdeng; divê em wê radestî vegotin, salname û sîberkirina kesên din nekin.

Alî Dogan Yildirim, Halîl Çavgun, Salih Qandal, Edîp Solmaz, Delîl Dogan, Sakîne Kirmizitaş, Velî Geçît, Ahmet Marangoz, Zekî Yildiz, Bakî Kahraman, Mustafa Ayçîçek, Salih Kiliç, Nûrî Elaltunkara, Mehmet Salih Şahîn, Vahdettin Kitay, Kazim Kulu, Îsmet Ozkan, Şixo Ozkan, Ahmet Ozkan, Tekîn Kişin, Îbrahîm Încedûrsûn, Ahmet Dîzîn, Erdîven Bozkurt, Emel Çelebî, Lezgîn Bîlgîn, Mustafa Gezgor, Şixo Dîrlîk, Erdal Gedîk, Huseyîn Ozbey, Suleyman Alici, Vahap Geçmez, Selim Ulker, Zeynep Kinaci, Leyla Kaplan, Yilmaz Uzun, Abbas Yokuş, Gurbetellî Ersoz, Engîn Sîncer, Fîlîz Yerlîkaya, Orhan Îlbay, Berzan Ozturk, Ahmet Kiliç, Sînan Dersim, Leyla Agirî, Atakan Mahîr, Egîd Civiyan, Riza Altûn, Alî Haydar Kaytan, Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Berfin Nûhaq, Aryen Arê, Masîro Kobanê, Sabrî Tendurek, Munzur Stêrk, Emîne Erciyes û Mordem Çewlîk… 

Navên ku bi awayekî me hevaltî pê re kiriye, me navên wan bihîstine, çîrokên wan guhdar kirine; navên ku her kes dikare ji xwe tiştekî tê de bibîne û her yek ji wan serdemeke taybet a bîrê di nav xwe de dihewîne... Navên wisa hene ku bîra her kesê  ku nêzî PKK’ê bûye bandor kirine û jiyana wan teşe kirine. 

BERDEWAMIYA SINCÎ YA KU PÊŞEROJÊ AVA DIKE 

Tişta ku bîrê li ser piyan digire, ne takekesî yan jî mezinahiya êşê ye, rastiya awayê hilgirtina wê ye. Di dîrokê de yek ji mînakên herî eşkere yên vê yekê, pratîka bîra kûr a dîasporaya Cihûyan û Îsraîla ku di sala 1948’an de hate avakirin e, ku di pêvajoya Komkujiya Cihûyan (Holokost) a Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de pêk hatibû. Li wir êş nehatin pêşbazkirin. Bîr nehat slogankirin. Radestî jibîrkirinê nehat kirin. Nav nehatin anonîmkirin. Windahî tenê wekî hejmar nehatin dîtin. Nav yek bi yek hatin nivîsandin, hatin xwendin, hatin dubarekirin; hatin veguhastin bo ziman, perwerde û qada giştî. Bi vî rengî, bîr ji şîneke xwemalî paşerojê derket û bû berdewamiyeke sincî ya ku pêşerojê ava dike. 

Ji bo me jî mesele tam ev e. Bîrê nespêrin teqînên hestiyarî yan jî qebûlkirinên bêdeng. Wê radestî vegotina kesên din, salnameya kesên din, sîberkirina kesên din û leza jibîrkirina kesên din nekin. Bîrê bi nav û mekanan bidin jiyandin; lê bîr tenê ji navan pêknayê. Şikestinên dîrokî û momentên ku mîna bumerangê vedigerin û xwe dubare dikin hene ku wan navan diafirînin. Ji ber vê yekê bîr xwedî xeteke demê ye jî: 

1925 - Şêx Seîd 

1930 - Agirî-Zîlan 

1938 - Dersim 

1943 - Li navçeya Qelqelî ya Wanê qetilkirina 32 Kurdan. 

Salên 1960’î - Dîsa xuyakirina nasnameya Kurd 

1978 - Komkujiya Mereşê 

1980 - Derbeya 12’ê Îlonê û berxwedana Zindana Amedê 

1984 - Pêngava 15’ê Tebaxê 

Salên 1990’î - OHAL, valakirina gundan û ‘faîlê wan nediyar’ 

2011 - Komkujiya Roboskî 

2013 - Pêvajoya Diyalogê 

2015 - Ragihandina xwerêveberiyan û terora dewletê ya organîze 

2025 – Li ber aştiyeke nû? 

DESTWERDANA MIROV LI ÇARENÛSA XWE 

Lîsteyek berdêlê nîşan dide; ya din jî rêyê. Yek bi navan, ya din bi dîrokan diaxive lê her du jî xwemalî heman bîrê ne, ji ber ku yek berdewamiya ya din e. 

Helbestvan Cemal Sureya ku wekî ‘Cemoyê Kurd’ jî tê naskirin, di hevpeyvîneke xwe ya sala 1986’an de ku di TRT’ê de hatibû weşandin, dema çîroka xwe vedigot wiha digot: “Tiştên em pê ava dikin bê guman me teşe dikin. Ez di sala 1931’an de ji dayik bûm, di sala 1937’an de diya min mir, di sala 1944’an de min Dostoyevskî xwend û ji wê rojê ve aramî li min tune ye.” 

Ev nivîs, tam ji nav bêaramiyeke wisa de hate nivîsandin. Bêaramî li vir ne kêmasiyek e, di cewherê xwe de navê hişmendiyekê ye. Dibêjin "erdnîgarî çarenûs e", lê mirov bi qasî ku karibe hilbijêre ka dê kîjan bîrê hilgire, dikare destwerdanê li çarenûsa xwe bike. Dema em çaryeka yekem a sedsala nû li pey xwe dihêlin, ev sal ji bo me ne bû sala bîlançoyekê û ne jî bû demeke ku bersiv lê zêde dibin. Zêdetir bû şêmûkek ku me giraniya bîrê dîsa li ser milên xwe hîs kir. Windahî nehatin hejmartin, bi kûrayî hatin hîskirin. 

JI BO PARASTINA BÎRÊ MÎNA EMANETEKÊ 

Ev nivîs, ne ji bo avakirina angaşteke polîtîk û ne jî ji bo bibe berdewamiya nîqaşên bêdawî hate nivîsandin. Ev nivîs, ne ji bo ku bîr mîna zînetekê were dîtin, lê ji bo wekî emanetekê were parastin hate nivîsandin. Hinek meriv, ne bi bîranînan lê bi pîvan dikevin jiyana me. Dema diçin, li pey xwe ne tenê kêmasiyekê, lê pîvanekê li ser awayê jiyanê dihêlin. Ew pîvan, her çend sal derbas bibin jî sivik nabe. Dema mirov guhdariya kesekî mîna Atakan Mahir dike ku sembola pîvanê û kûrahiya ramanî ye, laşê mirov dilerize. Ev ne tenê heyranî ye, di heman demê de rûbirûbûna mirov a bi xwe re ye. Şerma ku mirov bi kêmtirînê razî bûye. Ev ne hesteke biçûkxistinê ye, bi rastî şermeke ku mirov li ser piyan digire ye. 

NEÇARİYA LIHEVHATIN Û LÊGERÎNA LI RÊYEKE HEVPAR 

Gelek, ne bi hejmaran, lê bi mirovên ku dikare bigihîne heye. Ji ber vê yekê windahî ne tenê kêmkirin in, mîna hişyariyekê ne ji bo me hemûyan. Divê Tevgera Azadiya Kurd bi vî aliyê xwe ve were bibîranîn. Pîvanên sincî yên bilind ên ku di nava salan de hatine avakirin, ne tenê hevgirtina xwe ya navxweyî, lê rewşa saziya li hemberî xwe jî diyar kir. Navbera helwesta siyasî û sincî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Dewleta Komara Tirkiyeyê ewqas vebû ku êdî rizîbûna ku em behsa wê dikin nayê veşartin. Ev ne îdiayeke serdestiyê ye, xeteke ku bi pîvanê hatî avakirin e ku bêpîvanî jî eşkere li holê ye. 

Ev pîvana sincî ya bilind, mirov ne tenê bi paşerojê re, lê bi rastiya rût a îro re jî rûbirû dihêle. Li aliyekî yên ku vê bîr û pîvanê hildigirin, li aliyê din rastiya Dewleta Komara Tirkiyeyê û civakeke ku di nav vê pergalê de asê maye heye; dewleteke ku rizîbûna wê êdî nayê înkarkirin, rehên wê yên rewşenbîrî hişk bûne, entelîjansiyaya wê pûç bûye, di nav lepê çete û tundiya domdar de gav bi gav ber bi "Meksîkayîbûnê" ve diçe, radestî hestên faşîst û nîjadperest ên ku ji aliyê dewletê ve tên fînansekirin û piştgirîkirin bûye û hîsa hilweşînekê dide. Li hemberî vê rastiyê, neçariya rûniştin, lihevhatin, axaftin û gerîna li rêyeke hevpar sekiniye. 

AZMÛNEKE SINCÎ YA PIR ZOR 

Ev ne tenê meseleyeke siyasî ya hêsan e, şêmûkeke sincî ye ku gelekî bi zehmet e û mirov ji hundir ve diwestîne. Dema mirov li ser wê masê rûdinê, ne tenê daxwaz, di heman demê de mirî, kêlikên goran, hestiyên winda, jiyanên nîvco mayî jî tîne ser masê. Mirov dema bi vê bîrê li ser masê rûdine, ligel hêviyên xwe, hêrs û bêdengiya xwe jî hildigire. Mayîna li ser vê masê ne tenê meseleya vîneke siyasî ye; ji bo her kesî, di nav de hêza temsîlkar a ku li ser masê rûniştiye jî, azmûneke sincî ya gelek giran û dijwar e. Bîr jî ne di tekstên mezin de, lê di berxwedanên piçûk û bi înç ên ku sinc tê de tê ceribandin de jiyanê dibîne. Carinan di kêlikeke gorê de ku destûr nayê dayîn were danîn, carinan di tirsa jibîrkirinê de, carinan jî di hewildana parastina rûmetê ya bi înç de... 

Wekî ku Fadîme Karakaya gotiye: “Kurê min digot heke aştî bibe ez ê bêm… Aştî bibe an nebe, heta ez sax bim, heke ez wê kêlika nivîsandî neynim ser gora Erdalê xwe, ez ê çavvekirî herim.” 

Wekî ku Nesîm Bîlgîn ji bo keça xwe ya rojnameger Cihan gotiye: “Keça min li pey rastiyê çû. Bila navê wê neyê jibîrkirin.” 

Çîroka Nûriye Tûran jî nîşan dide ku bîr çawa vediguhere pîvaneke sincî. Kurê wê Fedakâr Tûran, di sala 1994’an de piştî êşkenceyê hate şewitandin û hate definkirin. Piştî salan, di sala 2017’an de, ji Goristana Xerzanê ya ku lê veşartî bû, ji aliyê dewletê ve hate derxistin. Tevî 267 termên din hestiyên wî hatin dizîn û li Stenbol/Kilyosê li bin peyarêyan, li kêleka daşîran hatin veşartin. Dayikek, ne tenê carekê, lê gelek caran neçar ma kurê xwe bixe bin axê. 

Tam li vir ev pirs li pêşiya me ne; 

Ev her du diyarde, nav û moment, dê di sedsala bê de çawa bijîn? 

Di mufredata hevpar a ku wê bi gelê Tirk re were avakirin de, di pirtûkên dîrokê de, di zimanê giştî û pêşeroja me ya hevpar de dê li ku derê cih bigirin? 

Dibe ku ya herî girîng; em ê karibin vê bîrê, di asta çavên zarokan de, bêyî ku wan bitirsînin lê bêyî ku rastiyê berovajî bikin, bikin zemînekî saxlem û veguhêzin an na? 

TIŞTA KU WIJDAN JI ME RE DIBÊJE 

Dema em çaryeka yekem a sedsala nû diqedînin, wijdan mîna bangekê ji me re wiha dibêje: 

Ez bîr im. 

Ez berdêla hatî dayîn im. 

Ez helwesteke sincî me. 

Û ez, beriya "ez" "em" im. 

Ez ew dayik im ku kêlika gora kurê xwe di destê xwe de digirim. 

Ez ew bav im ku bi qêrîneke bêdeng daxwaza jibîrnekirina keça xwe digihîne me. 

Ez rûmeta wê dayikê me ku neçar ma hestiyên kurê xwe yê Fedakar ji nû ve veşêre. 

Ez ew bira û xwîşk im ku bi testên DNA di destê xwe de li hestiyên xwişk û birayên xwe digerim. 

Ez ew bîr im ku ji bo ku karibe Kurdistaneke azad ku di asta çavên zarokan de bisekine li pey xwe bihêle, van hemûyan hildigire me.