Şer an biratî?
Tirkiye bi gotna 'aştiyê' îdîaya xwe ya çareeriya pirsgirêka Kurd dwam dike, lê belê li Sûriyeyê bi polîtîkayên xwe yên li dijî statuya Kurdan zemîna şerekî nû xurt dike.
Tirkiye bi gotna 'aştiyê' îdîaya xwe ya çareeriya pirsgirêka Kurd dwam dike, lê belê li Sûriyeyê bi polîtîkayên xwe yên li dijî statuya Kurdan zemîna şerekî nû xurt dike.
Desthiladariya Tirkiyê bênavber dixebite ku Sûriyê bixe nav dorhelekê şerekî nû. Ew bi Îmraliyê (girtîgeha ku Rêber Abdullah Ocalan lê dîl tê girtin) re hevdîtinan dikin, qaşo ji bo bidawîanîna şer. Ew qala biratiya Kurd û Tirk dikin. Ev nîqaş gihîştine wê astê ku komîsyona parlementoyê guhdarîkirinên xwe qedandine û raporekê encamê amade dike. Di van raporan de, AKP û MHP di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de tiştek berbiçav negotine. Tevî van hemû astengiyan, pêvajo bi awayekî berdewam dike. Lê, hikûmet û hevkarên wê bi israr xeta dijminane di derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomînin. Çapemeniya şerê taybet a Tirkiyê zimanê ku bi armanca wê afirandina hawîrdorek aram an jî avakirina bingehek civakî, bikar nayin e. Berovajî vê, Rojava wekî gef tê nîşandan û zimanek şerê taybet tê bikar anîn. Wezareta Parastina Netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyên xwe de bi berdewamî zimanê gefê bikar tîne. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan xuya dike ku bi taybetî ji bo pirsgirêka Sûriyê hatiye erkdar kirin; her ku diçe, ew li ser QSD’ê û Rêveberiya Xweser dike rojeva xwe de û gefê li wan dixwe. Di daxuyaniya xwe ya dawî de, Wezareta Parastina Netewî dibêje ku QSD’ê dê di nav artêşê de were entegre kirin, lê ew vê yekê bi şêwazê tîm na pejirînin; ew ê bi awayekî yekinî beşdar bibin. Lê, di hevdîtinên xwe yên bi hikûmeta veguhêz ya Şamê re, QSD li ser beşdarbûna bi şêweyê 3 tîman û hwd. li hev kiribûn. Hikûmeta vegûhêz ya Şamê vê yekê erenî nêz dibe, lê Wezareta Parastina Netewî ya Tirk dibêje na. DYA di van danûstandinan de roleke çalak dilîze. Lê hikûmeta Tirkiyê van hemûyan paşguh dike û nêrînên xwe li ser Sûriyê û aliyên peywendîdar ferz dike.
Tirkiye berjenwdiyên xwe yên ewlehiyê li ser pêşeroja Sûriyê girîngtir dibîne. Ew bi tevahî hebûn û ewlehiya gelê Kurd nedîtî we tê. Wekî din, QSD ji bo Tirkiyê tu gefê çênake; ew ji bo vê armancê jî nehatiye damezrandin. Tirkiye xwediyê 2’emîn artêşa herî mezin a NATO ye. QSD weke hevkarê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê şer kir û gelên li herêma xwe diparêze. Ji bilî vê, ew beşdarî ti çalakiyên din nebûye. Wekî din, artêşên mezin, hêza esmanî û hwd. tine ye. Herêma Rêveberiya Xweser û QSD, rastî êrîşên artêşa Tirkiyê ve rû bi rû mane, di encamê de herêmên wekî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Minbicê hatine dagirkirin. Beşek mezin ji Sûriyê di bin serweriya dagirkeriya leşkerî ya Tirkiyê de ye. Desthiladariya Tirkiyê li gorî pîvanên biratiyê bi Kurdan re tevnagere. Ew qala vê yekê dike, lê pratîka wê bi tevahî berovajî ye. Di pratîkê de, dijminatiya li dijî Kurdan berdewam dike. Bi dîtina komkujiyên Elewî û Durzî, bêçekkirina Kurdan dê wekî vekirina deriyên qirkirinê be. Gelo ger Kurd wekî bira werin hesibandin, ma divê dewleta Tirkiyê van birayan neparêze û hewl nede ewlehiya wan mîsoger bike? Wan ji bo Tirkên Qibrisê hemû cîhan dagir kir. Ew 50 sal in ji bo avakirina dewletek Tirk li ser wê girava piçûk dixebitin. Lê ew “birayên xwe yên Kurd” jî dixin nav pencên HTŞ’ê de. Rewşenbîr û derdorên demokratîk ên Tirk pêşketinan ji dûr ve dişopînin. Ew li hember Kurdan bêxem û sist in. Ma ew xem nakin ku Kurdên Sûriyê ji komkujiyê re bêparastin û di bin hişmendiya HTŞ’ê de bihêlin? Ma ev dijminatiya kûr ji rêzê bûye û navxweyî bûye? Çima HTŞ ji Kurdan nêzîktir Tirkiyê tê dîtin? Çima danûstandin û bijarteyên wan ên siyasî her tim bi HTŞ’ê re ne? Ma derdorên siyasî û rewşenbîrên Tirkiyê van pirsan ji xwe nakin? Erê, ev pirs dikarin pir zêde bibin. Wekî din, dema ku pirsgirêka Kurd û bidawîkirina şerê çekdarî di rojevê de ne û li Tirkiyê têne nîqaş kirin, amadekariya komkujiyan li dijî Kurdan li Sûriyê nikare wekî ji rêzê werin dîtin. Li Tirkiyê biratî û li Sûriyê dijminatî nikare di nav hew de bê meşandin. Yên ku li Sûriyê dijminatiyê nîşan bidin, dê li Tirkiyê jî dijminatiyê nîşan bidin. Ji bo vê yekê ravekirinek din tune ye.
Tirkiyê, di bingeh de, Kurdan nas nake û ne pejirandiye jî. Ji ber vê yekê, naxwaze statuyek wan a fermî jî hebe. Ew hewl dide ku rê li ber wan bigire ku li Sûriyê mafên xwe yên zagonî û destûrî bi dest bixin. Yekbûna QSD û Rêveberiya Xweser di nav dewleta Sûriyê de ne pêvajoyek yekalî ye. Peyman saziyên siyasî, destûrî û navendî jî di nav xwe de digir e. Tirkiye, van hemûyan ji nedîtî ve tê, dixwaze tenê li ser QSD bisekine û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Peyman ne xalekê tenê ye ku tenê li ser QSD hatiye amadekirin. Wekî ku tê dîtin, dewleta Tirkiyê dixwaze Sûriyê radestî hişmendiya tarî ya HTŞ’ê bike. Ew dibêje, “Bila Kurd tune bin, bila hebûna wan neyê mîsogerkirin; bila HTŞ, El Qaîde û DAIŞ li ser desthilatdariyê bin.” Tirkiye bi awayekî çêker nêzî yekbûnê nabe. Ew rolek avaker nalîze. Ew helwesta xwe ya yekdest û tûndrew didomîne. Li şûna DYA, ew dikare wekî navbeynkar tevbigere û çareseriyê hêsan bike. Li şûna vê yekê, ew ji bo şer amadekariyan dike û gefên xwe naqedîne. Ji bilî hemî nêzîkatiyên xwe yên neyînî, hikûmeta Tirkiyê, ji Rêber Apo jî dixwaze ku bang li QSD’ê bike ku çekên xwe deyne. Li şûna ku nêzîkî Rêber Apo bibin, ew Rêber Apo hîna jî dîl digirin. Di vê rewşê de, kî/ê dê baweriya xwe bi Tirkiyê bîne, û Îmralî çawa dikare rolek erênî bilîze? Pêşî, divê hikûmet helwesta xwe zelal bike.
*Ji rojnameya Ronahî hatiye wergirtin