10’ê Adara 2025’an di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê Ehmed el Şara de li Şamê peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin.
Ev peyman ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê û pêşeroja welat gaveke girîng bû. Vê yekê di nava gelên Sûriyê de rê li ber bendewariyên mezin vekir. Hêzên navneteweyî û herêmî jî ji ber vê peymanê kêfxweşiya xwe anîn ziman. Lê ev peyman tenê li ser kaxizê ma û tevî ku 9 meh bi ser re derbas bûn jî nekete meriyetê.
Bi taybetî ji hêzên ku herî zêde ev peyman weke benîşt xistiye devê xwe û her roj ji bo pêkanîna wê zextê li QSD’ê dike û heta ji bo ne bicihanîna wê tawanbar dike, dewleta Tirk e.
Em çavekî li xalên peymanê bigerînin bê ka kî li gorî wê tevnagere û bi cih nayne.
Xala yekemîn ya peymanê li ser nûnertiya siyasî û beşdarbûnê ye. Li gorî vê divê hemû Sûriyeyî di pêvajoya siyasî de werin temsîlkirin, cihê xwe di nava saziyên dewletê de bigirin û mafên wan bên misogerkirin. Lê li gorî vê xalê berpirsyariya herî zêde dikeve ser dewletê û desthilatê. Lê di hilbijartinan û amadekirina destûra bingehîn de jî hate dîtin hêzên din yên Sûriyê li derve hatin hiştin û beşdarbûna wan hate astengkirin.
Xala duyemîn ya peymanê naskirina mafên gelê Kurd e. Di vê mijarê de jî desthilata Şamê ti gav neavêt. Ti mafekî Kurdan nehate qebûlkirin. Newroz ku Cejna Neteweyî ya Kurdan e, 21’ê Adarê li Sûriyê weke rojeke fermi nehate qebûlkirin.
Xala sêyemîn li ser tevahiya erdê Sûriyê pêkanîna agirbesê ye. Hêzên hikûmeta veguhêz qet li gorî vê xalê jî tevnegeriya. Komên çekdar ên desthilata Şamê li dijî Siwêdayê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe bê navber dewam kirin.
Xala çaremîn derbarê entegrasyonê de ye. Li gorî vê xalê divê hemû saziyên leşkerî û sivîl beşdarî rêveberiya dewletê bibin. Derbarê vê xalê de QSD’ê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran daxuyanî dan û girîngiya vê mijarê û şêweyê pêkanîna wê nirxandin. QSD’ê ji bo beşdarbûna nava artêşê lîsteyeke navên 50 fermandarên QSD’ê jî pêşkêş kir. Destnîşankirin ku ew ji entegrasyona demokratîk re amade ne. Li desthilata Şamê tenê di çarçoveya eskerî de nêzîkî vê mijarê bû xalên din ji nedîtî ve hat.
Xala pêncemîn derbarê vegera bi ewle ya koçberan de ye. Li gorî vê yekê wê bi awayekî bi ewle vegera hemû koçber û penaberên Sûriyê ya li ser cih û warên wan ji hêla dewletê de pêk were. Lê desthilata Şamê li gorî vê jî ti gaveke neavêt, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Sûriyê jî ti helwestek nîşan neda.
Xala şeşemîn têkoşîna li dijî terorê ye. Di vê mijarê de heta niha ti gaveke şênber nehate dîtin. Berevajî çeteyên rêxistinên mîna DAIŞ’ê hê jî di nava artêşê de ne.
Xala heftemîn derbarê redkirina cihêkarî û parçebûnê de ye. Desthilata Şamê ji roja destpêkê ve siyaseta parçekirina Sûriyê û cudakirina gel û pêkhateyên Sûriyê meşand. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kir, rêyên di navbera Helebê, Reqa û Dêrazorê de girtin. Dîsa gotinên
kîn û nefretê di nava gelên Sûriyê de bi pêşxistin.
Xala heştemîn avakirina komîteyeke rêveber ya hevpar e. Ev komîte jî wê pêk anîna xalên din yên peymanê heta dawiya sale bişopîne û ji bo wê jî bixebite. Lê heta niha jî li holê ti komîteyek nîne.
Eşkere û zelal tê dîtin bê ka çima ev peyman nakeve meriyetê. Desthilata Şamê û dewleta Tirk mijarê berevajî dikin û rast nêzîkî meseleyê nabin. Di bingeha bi cihneanîna vê peymanê de siyaseta înkarê û dijminatiya li dijî gelê Kurd heye. Bi zêhniyeta faşîst ya netewe dewletê tevdigerin û hewl didin ku destketiyên ku bi salane bi berdelên giran hatine bi dest xistin ji holê rakin. Ji ber vê jî guhên xwe ji daxwazên demokratîk û avakirina pergaleke ne navendî re girtine.