Di dîroka siyasî ya cihanê de hinek mijar hene ku bi dehan carî rastiya wan di şêwaz û pratîkê de hatine selmandin. Yanî wek filozof gotiye “bi heman ceribandina heman tişt tên bi destxistin” yan jî wek pêşiya gotine, “Di heman şiverêyan de diçî heman gundan”. Mabest ji vir tiştên hatine ceribandin û bi heman mabesta ji wan bendewariya tiştek din nayê kirin. Di dîroka dewleta Tirk de jî ev rastî her wisa ye. Em dizanin ku di dirêjahiya vê dîrokê de vê dewletê di şerên dij civakan de her dem pişta xwe bi çeteyan girêdaye. Êdî ev dibe çeteyên bi rengê sivîl diyar bin, an jî bi rengî dinê. Her çi dibin bila di encam de hêzekî ji derveyî hêza dewletê di nava dewletê de bi kar tînin. Demekî hinekan ev yek bi hostayane dikaribûn veşêrin. Lê, diyar e hikûmeta di serdema AKP’ê de pêwîstî bi veşartina wan nedîtiye. Bi taybet dijî têkoşîna gelê Kurdistanê. Ev şêwaz çeteyên bi motivasyona dînî her bi kar anîn. Baş perwerdekirin û xezîneyekî cidî jî dan ber destê wan. Em dizanin ku ev bi dehan sal in ji Rojhilata Navîn bigrin heta Ewropa û Efriqayê ev çete bi kar anîn. Niha diyare dixwazin beşek ji wan tasfiye bikin.
Ew şerê li bajarê Yalovayê derketî jî bi heman astê ye, an jî bi wî dixwazin hinan tehdit bikin? Herdu jî pêkan in. Mirov wisa difikire ku dixwazin beşek ji wan tasfiye bikin. Ev DAÎŞ’iyen ku li Yalovayê derketine bi rastî kîjan DAÎŞ’î ne. Divê mirov hinek bi nasnemeyên wan de biçe. Mirov bibîne ku ew çeteyana ji pişt mala Erdogan bi xwe hatine xwedîkirin. Başe wê demê çima Erdogan û polîsên wî xistine hedefa xwe? Pirs pir in û divê hîn zêdetir werin kirin. Lê di rastî de ew ê me bibin heman navnîşanê. Her çendî dewleta Tirk xwestibe wan bi kar bîne û anîbe jî, ew çeteyana bi xwe jî xwedî bernameyekê ne. Bernameya ku mabeste noker be jî bernameyekî wan a siyasî, leşkerî heye. Dikare ji aliyê me ve ew wek karîkatorên demê werin zanîn. Lê divê neyê jibîrkirin ku tiştekî wan dixe tevgerê û dide şerkirin heye. Heta ku mirov ji wê rewşê yanî ji motivasyona wan a bîrdozî agahdar nebe, nikare bizanibe ka ew çawa mirovan didin şerkirin. Amanc û taktik-teknîka mijarê li gel hizrandina cihanê dema digihêjin hevdu mirov ji bo xwe motivasyona tevgerê bi dest dixin. Armanc û mabesta şêwazê jiyanî dike ku mirov ji bo wê gavan biavêje. Her hengavekî ku ji bo mabest tê avêtin hizrandinê li gel aramî ya wê karkirinê dide der. Fikra jiyanekî xweş, ji bo mirov a herî dehfdêr e. Wê demê ew motivasyona dînî ku em behsa wê dikin bi me dide fikrandin ku bi rastî jî bihuştekî heye ku divê ew kes biçinê. Li vê derê sînorê xeyal û arezuyê mirovan cî diguherin. Hinek dikarin bi hinek rêbazên madî li cihana madî bi dest bixe, hinek jî nikarin û di xeyala metafîzîkî de wê difikirin û ji bo wê hewl didin. Yên ku gihîştina vê cîhana farazî ji bo xwe dixin mabesta jiyanê, ji bo wan yek armancek dimîne; gihîştina wê mabestê bi her rêyekî be. Felsefeya ku jê re Machiavelli dibêjin jî di rastî de ji bo vê dikare wek rênîşandan were dîtin. Lê di cîhana metafîzîka bihuştî de ew ên bi vê armancê radibin hezaran teqle bi Machiavelli didin avêtin. Ji ber çend sedeman wisa ye.
Em li şêwazê karkirina van ên ku bi navê motivasyona dînî derketine seyr bikin. Li ser darê her kesî, li ser sofreya her kesî rûniştine. Her şêwaz siyaset bi tundî bi nermî bikaranîne. Mirov gelek car nikare morfê wan ê siyasî jî hilbijêre. Ji ber ku ji renga dikevin renga. Di encam de dema cî li wan teng jî dibe wisa dizanin ku bi tobekirinekî û bi dirêjkirinekî rû dikarin ji wê rizgar bibin.
Ji ber ku mabesta me ev gruba ku li Yalovayê bi polîsên dewleta Tirk re ketine nava pevçûnê ye. Em naxwazin mijarê dirêj bikin. Me çend sal berê ji bo pêwendiyên Erdogan û El Nusra wisa gotibû “El Erdogan El Nusra” ji ber çi ji ber wê bû ku di gihîştina armanc de yekbûnek çêkiribûn. Gelo kîjan Erdogan kîjan DAÎŞ û El Nusra bû, ketibû nava hevdu. Dibe ku niha dixwazin vê pêwendiyê ji nava hevdu derbixin. Ev fasla destpêkê ye. Dikarin çiqas tev bidin ne diyar e. Dibe ku vana ji Tirkiyeyê transferî ciyekî din bikin ji bo wê xistin rojevê. Dibe ku ji bo veşartina wan jî be. Ev jî wek egerekî li holê ye. Ev gruba ew ên ku li Dîlok, Amed, Enqere, Pirsûsê di 2015-2016’an de komkujî pêkanîn in. Ew ê ku Ahmet Davûtoglû digot, ger hûn 400 parlamenteran nedin me dê rihetî ji kesî re nebe, ev hêza bû. Bi vê gef li gelên Tirkiyeyê dixwar.
Rastî ev e. Ev jî dişibe operasyona Hizbul-kontra ya ku di destpêka 2000’an de li Beykozê kirin. Ji ber ku bala xwe bidinê dema ku li hemberî Tevgera Azadî Kurdistanê li gel Hizbul-kontra li Bakurê Kurdistanê tifaq çêkirin; Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu gotibû, “Encama vê tifaqê wê 10 salên din berhemê xwe bide”. Yanî diyare bizin zû za. Yan jî jiberavêt.Ya girîng rewşa dihat zanîn niha li wan aliyan e. Divê ew kesên ku bi navê siyasetê li meydanê ne, ji rewşê hem agahdar bin, hem jî xwedî tedbir bin. Divê li qadê tevgerîna van were şopandin û kes wêneyê ku Erdogan ê AKP’î, Bahçelî yê MHP’î, Zekeriya yê Hizbul-kontra û Mustafa Desticî yê BBP’î ji bîr ve neke. Gelo ew wêne wek tifaq nemaye. An reng diguhere. Divê were zanîn. Kes pişta xwe bi yek- du pevçûnên di navbera wan de, girê nede.
Ji ber ku ew leşkerê Erdogan in û ew hemwelatiyên ku di 2011- 2009, 2015… digotin hinek hemwelatiyên aciz in. Ev ew kesin ku niha hemû profesyonel bûne. Di deşta Sûriye, li Pakistan, Efxanistan û Ozbekistanê. Li sînorê Îranê Tacîkîstanê hatine perwerdekirin. Ger em wek Kurd vana baş bişopînin egerê wê heye ew mirîşk û zeytûnên ji Efrîn û Serêkaniyê hatine dizîn ji wan deran derbikevin. Ji ber ku ev kom ne ku li van deran hatine bikaranîn. Di rastî de ew ên ku niha êrîşî ser Bendava Tişrîn û li Helebê êrîşê Şêxmeqsûd û Eşrefyê dikin jî ev nînin. Ger nekin a wisa bi ser wan de diçin. Ji ber ku dişibe mijara keçel û xwedî kum. Dişibe mijara “Yenîçerî qazan rakiriye” jî…