Li Helebê çi qewimî?
Pir eşkere ye ku; êrîşa navborî Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast hedef girtiye û xwestiye pêvajoyê provoke bike.
Pir eşkere ye ku; êrîşa navborî Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast hedef girtiye û xwestiye pêvajoyê provoke bike.
Tiştên ku navbera 6-11’ê Çileyê li bajarê Heleb ê Sûriyeyê qewimîn, bê guman parçeyekî pir girîng ê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e ku 35 sal in li Rojhilata Navîn didome. Her wiha berdewama şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji sala 2011’an ve didome. Tevî hewldana çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser vî bingehî li gorî daxuyaniya Fermandariya QSD’ê wê aliyan peyman çêkiriban, pêk hat. Di vî warî de tiştên hatine kirin girêdana wê bi karakterê komploger û mekanîka darbeyê heye.
Li Helebê navbera 6-11’ê Çileyê bi pêşengiya çeteyên terorê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rêxistinkirin ji aliyê hêzên Rêveberiya Colanî ya li Şamê ve li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku Kurd lê dijîn, êrîşeke yekalî pêk hat. Encamên van êrîşên dagirkerî û qirkirinê hîna tam nayê zanîn. Êrîşê weke esas Kurdên li taxên navborî dijîn hedef girtiye û hatiye armanckirin ku Helebê bê Kurd bihêlin. Tiştên ku komên çeteyên navborî di çarçoveya sûcê mirovahiyê de kirine, ji aliyê saziyên çapemenî-weşanê ve ji raya giştî re hate nîşandan. Li taxan tam komkujiyek hate pêkanîn û hewl hatiye dayîn ku civaka Kurd ji cih û warê xwe were dûrxistin.
Em nabêjin ku komkujiyên li vir hatine kirin, çi ne. Jixwe bi rêya çapemeniyê evane di asteke girîng de ji raya giştî re hate nîşandan. Tişta li vir em dixwazin bêjin, ya hatî kirin tam qirkirina Kurdan e û girêdayî plana ku rojavayê Firatê û Sûriyeyê bê Kurd bihêlin e. Niha mirov dikare bêje ku armanca Heleb bê Kurd bimîne, di asteke girîng de pêk hatiye.
Gelo yên di çarçoveya sûcê mirovahiyê de ev êrîş pêk anîn, kî ne? Weke giştî mirov dikare bêje hêzên Rêveberiya Colanî ya li Şamê ne. Tê zanîn ku êrîşa navborî bi pêşengiya komên çeteyên cîhadîst ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rêxistinkirin û van çekên dewleta Tirk bi kar dianîn. Ya din jî, her kes dikare bibîne ku yên biryara êrîşê dan û plan kirin, yanî weke esas fermandarî ji êrîşê re kirin Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin e.
Lê mirov divê nefikire ku tenê Tirkiye û hêzên Şamê ev êrîş pêk anîne yan jî ji van êrîşan berpirsyar in. Eşkere ye ku li pişt êrîşa navborî ya ku Rêveberiya Şamê berpirsyariya wê girtiye ser xwe dewletên DYE, Fransa, Îsraîl û Tirkiye hene, bi van dewletan re rêxistinên El Qaîde, DAÎŞ û Birayên Misilman li heman eniyê cih girtine û bi hev re tevgeriyan e. Yanî hin hêzên ku demekê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan, niha bi DAÎŞ’ê û rêxistinên mîna wê re dibin yek û li dijî Kurdên Sûriyeyî yên ku DAÎŞ têk birine êrîşên îmha û qirkirinê dimeşînin. Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi temamî di vê çarçoveyê de hatin kirin. Lewma weke dewama êrîşên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê ye.
Yên ku weke girse herî zêde li dijî êrîşkariya DAÎŞ’ê li ber xwe dan, herî zêde berdêl dan û di têkçûna DAÎŞ’ê de para wan zêde, Kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Di vî warî de ji mirovahiyê re xizmet kir, rûmeta mirovahiyê bilind girt. Her wiha, di pêvajoya borî de civakên Kurd, Ereb, Asurî, Tirkmen û Ermenî yên xwestin ji êrîşên DAÎŞ’ê rizgar bibin, xwe spartin van taxan û bi vî rengî nifûsa taxan çend qat zêde bûbû. Bi kurtasî êrîşên Rêveberiya Colanî bi Kurdan re ev civakên Kurdan hemû hedef girtin. Bi vî rengî cihên Sûriyeyê yên herî sakîn û demokrasiya herêmî pêş dixin, hatin hedefgirtin.
Başe, em ê niha van êrîşan çawa bi wate bikin û îfade biki? Hema bêje her kes her tiştê dibêje. Hat xwestin ku tola têkçûna DAÎŞ’ê were hilanîn, Sûriyeya Demokratîk were astengkirin, bi vî rengî gelek tişt tên gotin. Ya rast, çi were gotin di cih de ye. Pir eşkere ye ku; êrîşa navborî Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast hedef girtiye û xwestiye pêvajoya li ser vî bingehî pêş ketiye, provoke bike. Rasterast di bin rêveberiya Tayyîp Erdogan de weke marîfeta “Kabîneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê” ku ji Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm pêk tê, hatiye kirin. Hin kesên propagandaya vê hêzê dikin, hewl dan ku propagandaya berevajî vê rastiyê bikin, ev yek jî vê rastiyê nîşan dide.
Başe, li qada siyasetê çi diqewime? Li pişt deriyên girtî kîjan bazarî tên kirin û planên çawa tên kirin. Peymaneke giştî heye ku êrîşên navborî di encama lihevkirina li Fransayê ya navbera Îsraîl-Rêveberiya Şamê, pêk hatin. Dema Rêveberiya Colanî tê gotin, bê guman Dewleta Tirk jî dikeve nav. Dîsa, dema Îsraîl tê gotin hebûna DYE’yê û erêkirina wê jî teqez tê dîtin. Tê fêmkirin ku bi desteya DYE û Fransayê, lihevkirina Îsraîl-Tirkiyeyê çêbûye. Piştre êrîşî Kurdan kirine, wê demê mijareke bazarê ya peymanê Kurd in û Tirkiyeyê ji bo êrîşkirina Kurdan destûr ji Îsraîlê girtiye. Başe, li pêşberî vê yekê Tirkiyeyê çi daye Îsraîlê? Gelo Rêveberiya Tayyîp Erdogan li ser bingehê dijberiya Kurd hegemonyaya herêmî ya Îsraîlê qebûl kir û vê yekê Tirkiye li Rojhilata Navîn kiriye dewleteke ji refa duyemîn? Ya din, gelo tê xwestin ku sedsala Tirkiyeyê dîsa li ser bingehê dijberiya Kurd bi peymaneke mîna Lozanê ya nû were pêşxistin? Gelo Rêveberiya Tayyîp Erdogan teslîmî hegemonyaya Îsraîlê ya herêmî dibe?
Pir eşreye ku em di pêvajoyeke gelekî dîrokî û girîng re derbas dibin. Li ser sifreya guran her tişt tê firotin. Jixwe hemû kes jî dizane ku rewşa gelê Kurd jî girêdayî vê yekê dikin mijara bazirganiyê. Helbet ev rastî herî zêde jî ji aliyê gelê Kurd ve tê zanîn. Lê belê eşkere ye ku tişta ku bazirganiya wê tê kirin bes ne gelê Kurd e, di heman demê de pêşeroj û demokrasiya Tirkiyeyê jî dikin mijara bazirganiyê. Tê fêmkirin ku Rêveberiya AKP’ê ya heyî û siyaseta Tirkiyeyê ya giştî, di nava vê bazirganiya ku li hemberî qirkirina gelê Kurd de cih digirin. Rêveberiya AKP’ê û siyaseta Tirkiyeyê ji bo temamkirina qirkirina gelê Kurd hemû tiştên xwe dixin vê bazirganiyê û tawîzan didin.
Ji bo nedîtina vê rastiya siyasî bi rastî jî divê mirov kor be. Lê belê mixabin ku li Tirkiyeyê korbûneke bi vî rengî, nedîtina tiştên ku rû didin û ger bibîne jî rewşa dengnekirinê heye. Tişta herî ecêb ev e. Gelo civakeke mezin, li gel ev qasî pêşketinê, dîsa li gel rastgir û çepgirên xwe çawa wisa tev digere, çawa ji rastiyan dûr dikeve û pêşerojê nabîne? Ma korbûn û biçûkbûn dikare rewşeke bi vî rengî biafirîne? Yan na hemû kes di asta vê korbûnê de li dijî gelê Kurd e û şoven in? Bila hêzên demokratîk ên ji Tirkiyeyê hez dikin, bizanibin ku wê sibehî gelekî dereng be! Ger tiştekî bikin divê îro bikin!
Jixwe gelê Kurd dizane ku di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin û divê gelekî hesas û baldar bin. Ji ber vê yekê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî weke li hemberî DAÎŞ’ê pêk hat, bi rûmeta xwe li ber xwe dan. Bedêla hewce, şehîd û birîndar dan. Pir baş dizanin ku Berxwedanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî dewameke berxwedana biserketî ye ku li hemberî DAÎŞ’ê kirin. Ji bervê yekê hemû Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên li derveyî welêt rabûn ser piyan û xwedî li Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derketin. Bêguman wê vê yekê zêdetir mezin bikin û takûleyên li dijî pêşeroja xwe li gel hesasbûn, birêxistibûn û berxwedanê pûç bikin. Wê tu carî destûrê nedin înkar û tunekirineke nû.
Girêdayî van yekan em girseyên ku ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabûn ser piyan silav dikin, di şexsê Fermandar Ziyad Heleb de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin! Wan parastina rûmeta mirovahiyê kir û wan nivîsand ku wê paşeroj çawa be!
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka