Ji ber amborga û dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd ê Eşrefiyê yên Helebê her diçe rewşa jiyanî xerab dibe. Eger wiha biçe wê di nav xelkê de rewşa tenduristiyê pir nebaş bibe. Dibe ku zarokên biçûk û pitik jiyana xwe ji dest bidin. Bi rastî mirov dema rewşê tîne ziman di warê wijdanî de tengav dibe. Lê mixabin ti kes vê rastiyê nabîne yan jî dibînin lê rola sê meymûnan dilîzin.
Bi rastî mirov wiha dihizire û dibêje, “Gelo wijdanê mirovahiyê li ku derê ye? Wê heya kengî rewşa xelkê wan taxan wiha berdewam bike?” Xelkên Sûriyeyê 14 sal e di nava şer de ne. Gel rastî her cure zor û zehmetiyan tên û jiyan li wan reş dibe.
Eger hêzên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine wer dihizirin ku wê bi vî rengî encam bigirin, divê zanibin ku di rêyeke pir şaş de ne. Ev xelkên berxwedêr ên wan taxan ti carî dest ji jiyaneke bi rûmet bernadin. Xelkên wan taxan ên bi hezaran berdêl dane, zarokên xwe yên herî xweşik û bedew ji bo jiyaneke azad sipartine axê û xwedî bi sedan gaziyên şer in wê ti carî paşde gav neavêjin.
Lewma em dibêjin pêwîst e êdî dawî li şer û tundiyê were. Hikûmeta veguhêz jî xwe di warê hişmendî de biguherîne û demokrasiyê nas bike. Naxwe wê ti pirsgirêkek çareser nebe. Xelk pir zor û zehmetiyê dikişînin, şer û tundiyê naxwazin
Di vê sala nû de pêwîst e her kes xwe di ber çavan re derbas bike. Ev çi kes be, partî be yan jî kom be divê zanibin ku dema şer û tundiyê qediyaye. Hewce ye ji bo jiyaneke pêkve ya hemû gel û bawerî bi îradeya xwe xwe temsîl dikin were ava kirin. Ev ji bo gelan nirxekî nebe nabê ye.
Li ser vî esasî banga Rêber Apo ya sersalê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê pir girîng e. Divê kesên çareseriyê dixwazin û ji bo lihevkirinê di nav hewldanan de ne vê banga Rêber Apo esas bigirin.