KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê 10 kesên din hatin girtin
Ji sivîlê li Nisêbînê hatin binçavkirin 10 kesên din hatin girtin. -
Muslim: Em xwedî proje û hêza çareseriyê ne
Muslim diyar kir, çareseriya aloziya Sûriyeyê ji derve ve nabe û ji bo çareseriyê işaret bi Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê kir. Muslim got, "Hêza me ya afirandina çareseriyê heye. Sîstema em pê bawerin wê bibe çareseriya aloziyê." -
Êzidiyan û HPC'ê destek dan kampanya 'Ez naçim'
Nûnerê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê û fermandarên HPC'ê bal kişandin ser polîtîkayên koçberkirinê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê tên meşandin û banga "vegera li Rojava" li mirovên çûne derveyî welat kirin. -
'Pêngava 1'ê Hezîranê çarenûsa gelê Kurd diyar kir'
Ji fermandarên HPG'ê yên li Şengalê Bager Cûdî, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an nirxand û weke demeke dîrokî pênase kir. -
'Divê DDB guhertina li ser rakirina mafê destnedanê betal bike'
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, li gorî xala 85. divê Dadgeha Destûra Bingehîn, guhertina li ser rakirina mafê destnedanê yê parlamenteriyê, betal bike. -
Serhed: Gerîla bi ruhê 1'ê Hezîranê şer dike
Endamê Fermandariya Akademiyên Apollon ê HPG'ê Medet Serhed Pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an nirxand û got; "Gerîla bi hêza ku ji Pêngava 1'ê Hezîranê girtî, îro li çar parçeyên Kurdistanê şer dike." -
Yilmaz Encu li gel Vedat Encu hate definkirin
Cenazeyê Yilmaz Encu yê li Roboskî di êrîşa bombeyî de piştî ku birîndar bibû, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Encu jî li cem Vedat Encu yê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozçaki hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Ozçaki yê li Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve li Rihayê hate definkirin. -
Kesên ku di teqîna Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
Li Silopiyayê 4 kesên ku duh şev di teqîna dema derbasbûna wesayîta servîsa polîsan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin. -
HDP’î û DBP’î bi gelê Geverê re civiyan
HDP’e li dijî derbeya Qesrê di çarçoveya “Hevdîtinên Gel” de bi gelê Colemêrgê re civiya. -
Çeteyên Qesrê hilweşandina Şirnexê didomînin
Li Şirnexê ku dîmenên dagirkeriyê lê hene, çeteyên Qesrê li avahiyên bilind alên Tirk dadilqînin. -
Yuksekdag: AKP û Qesr ji bo tolgirtinê êrîşî Geverê dikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag piştî lêkolîna li Gever a ku 79 rojan di bin êrîşên çeteyên Qesrê de mabû axivî û anî ziman ku desthiladariya AKP û Qesr ji bo tolgirtinê bajar hilweşandin. -
Ji Rûhanî îdîaya balkêş: Me Hewlêr parast
Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî di ziyareta xwe ya bajarê MIhabad ê Rojhilatê Kurdistanê de, îdîa kir ku li Îranê navbera mezhep û gelan de ti ferq nîne. -
Gerîlayê HPG’ê Çelîk ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Ozan Çelîk (Kûrtay Faraşîn), li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji aliyê bi sedan kesî ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li Taxa Şêx Meqsûdê de Endamê Meclîsa Leşkerî Şîyar Amed û 3 hevrêyê wan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji malbata Hûrşît Kulter ji raya giştî re bang
Malbata Hûrşît Kulter ê ku piştî ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate binçavkirin, agahî jê nayê girtin banga hestyariyê kirin. -
HPG: Li Pasûrê 6 leşker mirin, 21 leşker birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya sabotajê ya li hemberî qereqola Zeyrek a li navçeya Amed Pasûrê de 6 leşker hatine kuştin, 21 leşker jî birîndar bûne, ku 5 ji van kontra ne. -
Li Silêman Begê êrîş li Heşdî Şebî hat kirin
Hêza milîsên Şîa Heşdî Şebî, ku xwe ji Dûz Xurmatû vekişand aliyê Bexdayê, bû hedefa êrîşeke xwekujî. Di vê êrîşê de herî kêm 3 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn. -
Xaniyên li Geverê piştî şer hatin şewitandin
Li Geverê, dîmenê ku piştî rakirina qedexe û dorpêçiyê derket holê, hovîtiya çeteyên Qesrê raxist pêş çavan. -
Li Amedê wê fînala mîtîngên li dijî darbeyê pêk were
Fînala mîtîngên li dijî darbeya AKP/Qesrê wê di 5'ê Hezîranê de li Amedê were lidarxistin. Komîteya Amadekar mesaja "berxwedanê" da û ji bo vê mîtîngê banga tevlîbûnê kir. -
KCK: Faşîzma AKP'ê wê têk biçe, Kurdistan wê azad bibe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Vîna qewîn a pêngavên 15'ê Tebaxê û 1'ê Hezîranê wê faşîzma AKP'ê têk bibe, Tirkiyeyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike. -
Cenazeyên 4 kesan şandin Şirnexê
Cenazeyê 4 kesên ku li Silopiyayê di teqîna di dema derbasbûna wesayîta polîsan de jiyana xwe ji dest dan, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Polîsên Tirk gef li gel ê tevlî merasîma cenazeya bûye xwarin: Ez ê vê derê bişewitînim
Polîsan li Wanê gel ê tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê bûne tehdîd kir. Gel guh neda gefa polîsan û her du şervan oxir kir. Bav Selîm Bayhan got, “Em ê çokan neşkînin.” -
QSD: 9 gund, 3 gundik hatin rizgarkirin, 20 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê bi rengekî serketî dewam dike û li aliyê baskê çaremîn ê operasyonê 9 gund, 3 gundik hatine rizgarkirin, zêdeyî 20 çete hatine kuştin. -
DAIŞ'ê êrîşî eniya Mexmûrê kir û derba giran xwar: 22 mirî
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî yekîneyên artêşa Iraqê yên li eniya Mexmûrê kirin. Di şerê li vir de 22 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.