'Divê DDB guhertina li ser rakirina mafê destnedanê betal bike'
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, li gorî xala 85. divê Dadgeha Destûra Bingehîn, guhertina li ser rakirina mafê destnedanê yê parlamenteriyê, betal bike.
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, li gorî xala 85. divê Dadgeha Destûra Bingehîn, guhertina li ser rakirina mafê destnedanê yê parlamenteriyê, betal bike.
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, li gorî xala 85. divê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), guhertina li ser rakirina mafê destnedanê yê parlamenteriyê, betal bike.
Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiay Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, darbeya AKP/Qesrê ya rakirina destnedanê ku bi desteka CHP û MHP'ê pêk anî, ji ANF'ê re nirxand.
Beştaş da xuyakirin, ku fezlekeyên destnedanê, piştî ku ji aliyê Serokkomar ve hat îmzekirin wê ji dozgeriyê re were şandin, lê belê ji ber ku hînê nehatine îmzekirin dosya li meclîsê ne. Beştaş diyar kir, li gorî xala 58. a Destûra Bingehîn, ji bo betalkirina vê guhertinê wan serlêdanên destpêkê kirine.
'PÊWÎSTE DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN VÊ GUHERTINÊ BETAL BIKE'
Daniş Beştaş got, "Ev serlêdan serlêdaneke şexsî nîne. Raya giştî di vê mijarê de nîqaşeke şaş dike. Me serlêdana xwe kirin û di nava 15 rojan de wê Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe bide. Bêguman serlêdanên qanûnî ne tenê ev in. Em di wê baweriyê de ne, ku li gorî xala 85. divê dadgeha destûra bingehîn vê guhertinê betal bike. Ji bilî hiquqnasên dûvikê AKP'ê ne, heta niha ti hiqûqnasî negotiye ev guhertin li gorî destûra bingehîn e. Hema hema hemû akademîsyen, zanyar, profesorên destûra bingehîn dibêjin ev guhertina destûra bingehîn li dijî destûra bingehîn e û bi fermana AKP/Qesrê hatiye çêkirin. Ev guhertin bi tenê li hemberî HDP'ê hatiye kirin. Lewma Dadgeha Destûra Bingehîn divê dilsoziya xwe ya bi destûra bingehîn re nîşan bide, serî li ber ti gef û şantajê netewîne û vê guhertinê betal bike."
'LI VÎ WELATÎ, EDALET DI BIN FERMANA AKP/QESRÊ DE YE'
Meral Daniş Beştaş destnîşan kir, ku sînorê erka Dadgeha Destûra Bingehîn bi destûra bingehîn hatiye destnîşankirin û got, "Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî pîvana serdestiya hiqûqê hatiye avakirin. Ji bilî serlêdana me, Wezîrê Edaletê yê vî welatî rabûye û yekser ferman daye dadgeha destûra bingehîn."
Beştaş anî ziman, di dema dawî de endamên dadgeriya bilind li dora hikûmetê disekinin û ev yek nîşan dide ku di bin fermana AKP/Qesrê de ne. Beştaş ragihand, ew li bendê ne dadgeha destûra bingehîn serî li ber zext û gefan netewîne, ji aliyê hiqûqî ve wezîfeya xwe bi cih bîne û da xuyakirin, ku di heman demê de ew amadekariyan dikin ji bo serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Beştaş got, "Ji ber ku ev guhertin yekser li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Heta ku encamek jê derkeve, wê serlêdanên me yên hiqûqî dewam bikin."