Kesên ku di teqîna Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin

Li Silopiyayê 4 kesên ku duh şev di teqîna dema derbasbûna wesayîta servîsa polîsan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

Li Silopiyayê 4 kesên ku duh şev di teqîna dema derbasbûna wesayîta servîsa polîsan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê duh êvarî li Taxa Yenîşehîrê nêzî qada sporê ya Bîlen dema ku wesayîta polîsan derbas dibû teqîn çêbibû û Ekrem Bîrlîk, neviya wî Kubra Bîrlîk û welatiyên bi navê Îsa Torlak û Davut Yoksul jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 4 kesan piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatan ve hatin girtin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta Haci Alî Mekke cenaze li Goristana Şehîdgehê hatin definkirin.

Cenaze bi beşdarbûna nêzî 2 hezar kesan hatin definkirin.

Dema ku cenaze dihatin definkirin goristan ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate dorpêçkirin.