Li Nisêbînê 10 kesên din hatin girtin
Ji sivîlê li Nisêbînê hatin binçavkirin 10 kesên din hatin girtin.
Ji sivîlê li Nisêbînê hatin binçavkirin 10 kesên din hatin girtin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ji kesên di 27'ê Gulanê de hatin binçavkirin, ku solîstê Koma Sê Bira Erkan Benlî jî di nav de heye, 10 kesên din li dû ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê duh anîn Edliya Nisêbînê.
10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlh a Nisêbînê hatin kirin û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "hewldana ji bo xerakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê" hatin girtin.
10 kesên hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Merdînê ev in:
"Firat Çîftçî, Îbrahîm Halîl Karataş, Resul Ergun, Osman Uçar, Melîs Teksan, Oktay Gul, Akar Îkbal, Erkan Benlî, Onur Yılmaz, Nurullah Akyuz."