KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji gerîla çalakiyên xurt: 21 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Dersîm, Bedlîs, Şirnex û Colemêrgê de 21 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. HPG'ê her wiha bang li cerdevanan kir, ku dernekevin operasyonan. -
Çeteyên Qesrê li Şirnexê xaniyan dişewitînin û xera dikin
Çeteyên Qesrê, xaniyên li Şirnexê yek bi yek xera dikin û dişewitînin. -
Ji bo Hurşît Kulter serî li DMME hat dayîn: Bilezînin!
ÎHD'ê ji bo Hurşît Kulter ê li Şirnexê hat binçavkirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û jê xwest, 'bi lez biryara tedbîrê' bigire. -
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Xazirê hat şikandin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên herêma Xazirê li bajarên Duhk û Nînova yên Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên pêşmergeyan ev hat şikandin. Cenazeyên 30 çeteyan di destê hêzên Zerewanî de ne. -
Li çiyayê Şengalê êdî nexweşxaneyek diranan heye
Civaka Êzidî ya li Çiyayê Şengalê, ji bo birêxistina jiyana xwe her roj gaveke nû davêje. Komîteya Tenduristiyê, navendeke tenduristiyê ya diranan bi navê Şehîd Êzdîn Brahîm vekir. Şengalî wê bê pere li vê derê bên dermankirin. -
Cenazeyên gerîlayan nadin malbatan
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Kamîl Malgaz û Fûat Kasbaş ên di şerê li Hezexê de jiyana xwe ji dest dan, ev 2 roj in bi bahaneya "lêkolîna dozgeriyê" nadin malbatan. -
Tê gotin, 'Dewleta Tirk li Nisêbînê 20 kes qetil kir û piştre şewitand'
Tê gotin, li Nisêbînê di şeva 31'ê Gulanê de hêzên dewleta Tirk bi qasî 20 kes înfaz kirine û piştre ew şewitandine. -
Li Rihayê 14 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtin û operasyonên 3 rojên dawî yên li Rihayê de, tevî Hevserokên DBP'ê yên navçeyan û 14 kes hatin binçavkirin. -
Ji bo Geverê banga ji nû ve avakirinê
Koordînasyona Piştgiriyê ya ji Cizîrê heta Sûrê, ji bo Gever a ji ber êrîşên AKP/Qesrê veguheriye xirbe, banga desteka ji nû ve avakirinê kir. -
Xaniyên li Nisêbînê tên şewitandin
Çeteyên Qesrê, li Nisêbînê xaniyan dişewitînin. -
Li çiyayên azad li ser şopa xwişka xwe dimeşe
Doza azadiyê ya Zîlan Rûken a li Dersîmê di 22'ê Gulana 2012'an de tevî du hevrêyên xwe gihîşt şehadetê, ji aliyê xwişka wê ve li nava refên gerîla dewam dike. -
Gundek hat rizgarkirin, 13 çete hatin kuştin
Di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de, gundekî din û girekî stratejîk ên li rojavayê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin. -
Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî te teqînekê rû da
Li ser rêya Amed-Farqînê, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da. -
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Mêrdînê
Dîmenê çalakiya sabotajê ya gerîlayan li Mêrdînê di 20'ê Gulanê de pêk anîn, hat weşandin. -
Çend agahî ji Pêngava Rizgarkirina Minbicê
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAŞ'ê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi pêş de diçin. -
Serketina Minbicê wê xizmetê ji azadiya Sûriyeyê re bike!
Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kirin, wê gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser herêmê ji holê rabe. Ev serketin wê DAIŞ'ê bixe nava krîzê. -
4 şervanên YPG'ê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên di şerê li derdora Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Çeteyên Qesrê ketin nava gundê Merniyê yê Efrînê
Çeteyên Qesrê bi tankek û 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Akrep ketin nava gundê Merniyê yê Efrînê bû bi qasî 100 darên zeytûnê rakirin. -
Gundê Cosa hat rizgarkirin
Gundê Cosa bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Li gundê Hesen Axa Tehtanî jî, şerekî dijwar diqewime. -
Planên gemarî yên RTE-PDK-KNS naqedin -Seyît Evran
Heta niha li hemberî Rojava gelek plan hatin çêkirin. Ev hemû bi cih hatin anîn. Lê li hemberî xeta gelan a sîstem û berxwedana Rojava hemû têk çûn. -
Komîsyonkaran çav berdane milkê gelê Sûrê
Li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê, ku malên gel ên bi tapû yek bi yek ji aliyê dewletê ve tên xerakirin, derket holê kesên dewlemend ji bo kirîna milkê gel bazarê dikin. -
'Serê me jî jê bikin, em ê serî netewînin'
Kurdên li Rihayê diyar kirin, ti hêz nikare wan ji têkoşîna wan a mafdar vegerînin û got, "Serê me jî jê bikin, em ê serî li ber wan netewînin." -
Cenazê Bayik hate definkirin
Cenazeyê Mehmet Bayik ê li Şirnexê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da, li gundê gundê Avgamasiya hat definkirin. -
Dozger cenazeyên gerîlayên HPG’ê êşkence dikin
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Kamîl Malgaz û Fûat Kasbaş ên ku li gundê Serêgir ê navçeya Hezex a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, piştî otopsiya ku li Amdê radestî malbatan nekirin û dûbare şandin Serdozgeriy Cûmhûryetê ya Hezexê. -
Ji ber parvekirinên li ser tora civakî ji nûçegîhanê DÎHA’yê re ceza
Di doza der barê nûçegîhanê DÎHA’yê Dogan Akdamar a ji ber parvekirinên li ser tora civakî de hincet hatin dîtin û bi îdîaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ 1 sal û 3 meh cezayê hepsê hate dayîn.