Gundê Cosa hat rizgarkirin

Gundê Cosa bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Li gundê Hesen Axa Tehtanî jî, şerekî dijwar diqewime.

Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê, danê vê sibehê li gundên Hesen Axa Tehtanî û Cosa, şerekî dijwar qewimî.

Di encama vî şerî de, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Cosa yê 13 kîlometre li rojavayê çemê Firatê ye, saet di 07:10'an de azad kirin.

Di şer de 12 çete hatin kuştin û tevî 5 cenazeyan çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan. Çeteyên li vê derê derbeke giran xwarin, ji neçarî ji gund reviyan.

Di vî şerî de gundiyek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, şerê dijwar ê li gundê Hesen Axa Tehtanî dewam dike.

Duh êvarê saet di 18:25'an de gundên Xirbet El Eşra, Wexfiye Ebû û Qelqel ên 10 kîlometre li rojavayê çemê Firatê ne, ji çeteyên DAIŞ'ê hatibûn paqijkirin.