Çend agahî ji Pêngava Rizgarkirina Minbicê

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAŞ'ê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi pêş de diçin.

Şervanên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de cih digirin, ji du baskan ve ber bi Minbicê ve bi pêş de diçin. Şervan kêfxweş in, ji ber ku wê axa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo azadkirina Minbicê ku ji sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, operasyon da destpêkirin.

Baskê yekemîn ê operasyonê ji gundê Xirbet Zemala yê li rojavayê bendava Tişrînê, baskê duyemîn jî ji aliyê gundên Hac Elo û Hemam Zexir ên li qiraxa çemê Sacûrê ne, destpê kir. Baskê din ê pêngava rizgarkirinê jî, ji aliyê Qereqozaxê ve bi rê ket.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê a di çarçoveya operasyonê de bi rê ketin, ji bo kontrolkirina gundê Mustefa Hemadê yê li başûrrojavayê bendava Tişrînê û girên stratejîk ên li derdora gund, ketin nava tevgerê.

* Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li baskên operasyonê bigirin, bi hawan û fuzeyan êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî, weke bersiv, bi çekên giran li nuqteyên çeteyan ên li derdora gundê Mustefa Hemadê xistin.

* Tevî hemû hewldanê çeteyan jî, şervanan gelek nutq kontrol kirin. Di şerê li gundê Mustefa Hemadê de gelek çete hati kuştin, cek û cebilxaneya çeteyan ketin destê şervanan.

* Her du baskên operasyonê bi qasî 10 kîlometreyan bi pêş de çû û gelek nuqteyên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

* Hêzên baskê yekemîn ê operasyonê gundên Halûl, Til Êrîş û Sikawiyê yên li bakurê bendava Tişrînê dorpêç kirin û bi çekên giran li wan dan dan.

* Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li pêşdeçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bigirin, pirên li ser Çemê Firatê teqandin. Şervan bi botên biçûk di Çemê Firatê re derbas bûn.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ên bi botên biçûk Çemê Firatê derbas kirin, herêma weke El Şamiye û Girê Xwedê tê naskirin, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervan bi moraleke bilind bi pêş de diçin.

* Çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwarin, serî li rêbazên cuda didin. Ji bo xwe ji balafirên şer û keşfê veşêrin, agir dadidin, agir bi herêmê dixin û lastîkan dişewitînin.

* Şervanên Meclîsa leşkerî ya Minbicê gundê Xirbet Rûs rizar kirin. Di şerê li gundê Xirbet Rûs ê li başûrrojavayê Bendava Tişrînê de gelek çete hatin kuştin û cenazeyên 15 çeteyan di bin kontrola şervanan de man. Li aliyê din, gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.

* Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Minbicê de 2 gundên din ên li rojavayê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin. Şervanên ser bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bi desteka hêzên QSD'ê saet di 18:25'an de gundê Xirbet El Eşra yê 10 km li rojavayê Çemê Firatê ye û gundê Wexfiye Ebû Qelqel ê 3 km jê wêdetir e, rizgar kirin.

ZAROKÊN MINBICÊ: GELÊN ME WÊ AZAD BIBIN

Şervanên pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku ew ê dagirkeriya çeteyan a li bajêr bişikînin û weke zarokên Minbicê gelên xwe rizgar bikin.

Şervanên ji gelên Kurd, Ereb, Tirk û Çerkes gotin, çeteyên DAIŞ'ê û kesên destê wan di rijandina xwîna gelê Minbicê de hene, wê hedefa wan be.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi taybetî bang li jin û ciwanên li Minbicê kirin ku tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin.