Ji bo Geverê banga ji nû ve avakirinê

Koordînasyona Piştgiriyê ya ji Cizîrê heta Sûrê, ji bo Gever a ji ber êrîşên AKP/Qesrê veguheriye xirbe, banga desteka ji nû ve avakirinê kir.

Koordînasyona Piştgiriyê ya ji Cizîrê heta Sûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo Geverê bang li gelên Tirkiyeyê, alîgirên aştiyê, jin û ciwanan kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji 7'ê Hezîranê û vir ve em di nava pêvajoyeke darbe û faşîzmê de ne" û bal hat kişandin ser komkujî, talan û wêraniya dewlet li bajarên Kurdan dike.

Koordînasyonê diyar kir, pêwîste tevahiya gelên Tirkiyeyê bi rengekî topyekûn dest bidin hev, piştgiriya gelê Kurd ê mezlûm bikin û mexdûriyeta wan ji holê rakin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê em ji bîr nekin; aştî bi daxwaza serdestan nayê. Bi piştgiriya hev, daxwaz û vîna me dikare pêk were. Pêwîste em li dijî ewçend hilweşandin û wehşeta li gelê Kurd hatiye kirin dengê xwe bilind bikin, piştgiriyê bidin gelê Kurd. Dem dema vê yekê ye. Divê neyê ji bîr kirin, ku heta gava madî, manewî û însanî ya biçûk, wê gaveke zexm a pûçkirina şer be."

'JI BO JI NÛ VE AVAKIRINÊ EM Ê LI GEVERÊ BIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku yek ji cihên ji ber bomberdûmana bi mehan hatiye hilweşandin Gever e û hat gotin, "Ji bo ji nû ve avakirina Geverê, ji bo em ji gelên xwe re bêjin 'Hûn bi tenê nînin' em bang li gelên Tirkiyeyê, şoreşger, demokrat, jin û ciwanan dikin ku bi erka xw erabin."

Koordînasyonê da zanîn, ji bo ji nû ve avakirina bajêr heyetên wan wê biçin Geverê û banga tevlîbûna li kampanya '#GeveriçinElele' li hemû gel, jin, şoerşger û demokratan kir.