Planên gemarî yên RTE-PDK-KNS naqedin -Seyît Evran
Heta niha li hemberî Rojava gelek plan hatin çêkirin. Ev hemû bi cih hatin anîn. Lê li hemberî xeta gelan a sîstem û berxwedana Rojava hemû têk çûn.
Heta niha li hemberî Rojava gelek plan hatin çêkirin. Ev hemû bi cih hatin anîn. Lê li hemberî xeta gelan a sîstem û berxwedana Rojava hemû têk çûn.
Li pişt hemû planên hatin çêkirin û bicih anîn Recep Tayyîp Erdogan (RTE/AKP), Partî Demokratî Kurdistan (PDK/Barzanî) hebûn. Piştî ku planên heta niha hatin kirin pûç bûn, planeke nû û gelekî xetere xistin meriyetê.
Ev plana nû li ser derxistina şerê birakujiyê yê navbera Kurdan e. Barzanî ji bo xatirê desthilatdariyê çavên xwe ewqasî sor kiriye, ku bêyî li êşa şerê birakujiyê yê li Başûr bifikire niha bi RTE/AKP ên li Rojava plana derxistina şerekî birakujiyê dikin û bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) re planê dike.
KOALÎSYONA NETEWEYÎ YA RTE!
Dema ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê rû da, RTE nav li komên derketin holê kir. Navê Artêşa Sûriyeya Azad li wan kir. Piştre jî weke rêxistinbûyîneke siyasî navê 'Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê' bilêv kir. Neteweperestekî Ereb ê bi navê Bûrhan Xeylûm li ser vê rêxistinbûyînê bi cih kir. Xeylûm têra bicihanîna planê nedikir. Di nava xwe de hebûna Kurdan qebûl nedikir, li derve dihişşt. Li ser vê yekê Kurdekî bi navê Abdulbasît Seyda ku kadroyekî 'Biratiya Misilman' e, anî ser vê rêxisitnbûyînê. Seyda bi RTE û Barzanî re dilsoz bû û ji bo wan xebitî. Lê belê, ji ber ku wî jî bi qasî têrê dike daxwaza wan bi cih nanî, vê carê ji bo hevsengiya Ereb û Kurd pêk bîne, Maaz El Hatîp li şûna wî bicih kirin. Dis ala 2012'an de Maaz El Hatîp ji wan cudatir li çareseriyekê geriya. Hatîp got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê divê Kurd, rejîm û weke mûxalefetê em, li hev bicivin'. Di destpêkê de bi rejîmê re hin hevdîtin kir. Ji bo bi Kurdan re hevdîtinê bike, ev daxwaza xwe li Hewlêrê ji rêveberiya Rojava re ragihand. Rêveberiya Rojava jê re got, 'Em ê hevdîtina xwe ne li Hewlêrê, li Qamişloyê bikin'. El Hatîp daxwaza Rojava erênî pêşwazî kir: 'Hûn kengî bixwazin ez amade me li Qamişloyê ji bo çareseriyê hevdîtinê bikim'. Lê di wê demê de dest li wî hat werdan. El Hatîp bi kongreyeke lihevçêkirî, ji wezîfeyê hat girtin. Li şûna wî ji Eşîra Cûbûrî Ahmet Carba hat bicihkirin. Ahmet Cabra serdana xwe ya destpêkê li Hewlêrê kir û bi Mesûd Barzanî re rûnişt. Piştî vê hevdîtinê, êrîşên li hemberî Rojava destpê kirin. Heta sala 2013'an van êrîşan dewam kirin. Lê bi ser neketin. Lewma cihê Carba hat guhertin û li şûna wî welatiyekî Tirkiyeyê Halît Hoca hat bicihkirin. Lingekî Hoca li Stenbolê, yê din jî Li Hewlêrê bû. Di navbera Hewlêr û Tirkiyeyê de her çû û hat û hewl da plana têkbirina şoreşê bi ser bixîne. Lê ew jî ti carî serketî nebû. Piştî ku Halît Hoca kifş bû, dek û dolabên wî eşkere bûn, vê carê Enes El Ebde yê ji Îngilîstanê li ser serê KNS hat bicihkirin. El Ebde kadroyê Biratiya Misilman e. Enes El Ebde mîna serokên din ên KNS'ê heman polîtîka meşand. Ev hemû plan ji bo têkbirina xeta Şoreşa Rojava û ji holê rakirina şoreşê bû.
YA HERÎ XETERE
Cihê ev polîtîkayên Enes El Ebde lê hatin hilberîn, careke din Enqere û Hewlêr bû. Yanî polîtîkayên hevkariya stratejîk a RTE û Barzanî bûn. Ev yek hevkariyeke stratejîk a ji bo tinekirina Kurdê azad û ji holê rakirina Şoreşa Rojava bû. Ebde ji bo ji nû ve nirxandina van planan û hilberîna planên Nû, berî çend rojan çû Hewlêrê. Di serdana li Hewlêrê de bi Mesûd Barzanî û berpirsyarê îstîxbaratê Sîrwan Barzanî re hin hevdîtin kir. Çend roj beriya vê hevdîtinê, hin kesên li ser navê ENKS'ê tevdigerin -ku ENKS ji xwe nîne; bi tenê çend endamên îstîxbarata PDK'ê hene- li Hesekê bi rejîma Baasê re hevdîtin kirin. Xuya ye di vê hevdîtinê de li ser planeke li dijî Rojava û hêza wê ya parastinê, hatiye rawestîn. Dema Enes El Ebde ev hevdîtin li Hewlêrê dikir, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû da xuyakirin, ku di serî de li herêma Heleb/Şehbayê qaşo hêza wan heye ku tevî DYA li tevahiya Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê şer bikin. Pêşniyara hevkariyeke bi vî rengî li DYA kir. Heman piştî vê daxuyaniya Çavûşoglû, Enes El Ebde jî daxuyaniyek da û diyar kir, koma çete ya jê re 'pêşmergeyên rojava' tê gotin di nava komên wan ên çekdar de cih digirin û amade ne bi DYA re bixebitin. Dema ev daxuyanî ji aliyê Ebde ve hat dayîn, li herêmê jî komeke din bi navê Siwar Kurdî hat ragihandin. Ev kom navê nû yê komên Selahattîn, Azadî, Yûsûf El Azma, Lîwa El Hamza ye, ku êrîşî Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Şehbayê dikin. Lê belê aliyê vê komê yê herî zêde balê dikişîne jî ew e; bi daxuyaniyekê ragihand armanca wan paqijkirina herêmê ji PKK û PYD'ê ye. Ev yek, navê şerê birakujiyê ye ku Barzanî û derdora wî ji sala 2011'an û vir ve hewl dide li Rojava derxîne. Bi vî rengî eşkere dibe ku hevkariya stratejîk a Barzaniyan û RTE li ser dijminatiya li Kurdan ava bûye. Beriya ragihandina vê koma çete, nîşaneyên di vî warî de hebûn. Di dema şerê sê rojan ê li Qamişloyê di navbera rejîmê û hêzên asayîşê de qewimî, li ser navê ENKS'ê Faysal Îsmaîl peyivî û anî ziman, ku hingî hucreyên wan ên razayî hene, dema herî guncaw e ku divê ev hucre bikevin nava tevgerê û divê êdî nesekinin. Ev daxuyanî di heman demê de daxuyaniya destpêkirina şerê birakujiyê li Rojava bû.
DIXWAZIN PÊŞÎ LI GIHAŞTINA HEV A KANTONAN BIGIRIN
Daxuyaniyên Çavûşoglû û Ebde, her wiha ragihandina koma çete, hebûna planeke nû radixe pêş çavan. Lê belê divê were gotin, ev plan ji hemû planên beriya niha hatine çêkirin, xeteretir e. Aliyê tirsnak ê vê planê jî, derxistina şerê birakujiyê ye. Balkêş e ev plan di demeke destpêkirina pêngavên rizgarkirina Minbic û bakurê Reqqayê hatiye destpêkirin de ket rojevê. Lewma ev plan ji bo pêşîgirtina li gihaştina hev a kantonên Rojava hatiye çêkirin. Yanî mirov dikarin bêjin plan ji bo pêşîgirtina li gihaştina hev a Kantonên Kobanê û Efrînê hatiye kirin.
Ji kîjan alî ve were nirxandin, ev plan xetere ye. Divê were gotin, ev plan wê li PDK'ê bi xwe vegere. Ji xwe her polîtîkaya xwe ya li hemberî Rojava û piştî her plana RTE, PDK gaveke din ber bi tinebûnê ve diçe.
Divê neyê ji bîrkirin; pêkanîna vê planê wê Kurdan hinekî din bêşîne. PDK a ku dixwaze li Rojava vê planê bixe meriyetê, gelo wê li Hewlêrê yan jî herêmên din ên Başûr rehet bimîne?