Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Xazirê hat şikandin

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên herêma Xazirê li bajarên Duhk û Nînova yên Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên pêşmergeyan ev hat şikandin. Cenazeyên 30 çeteyan di destê hêzên Zerewanî de ne.

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Xazirê saet di 01:00 de destpê kir û saet di 04:00 de hat şikandin. Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Pêşmergeyan a Zerewanî de hat gotin, "Êrîş li hemberî gundên Muftî, Zehra Xatûn û Werdekê hat kirin. Hêza pêşmerge ya Zerewanî demildest dest li herêmê werdan û di encamê de êrîşa terorîstên DAIŞ'ê şikand."

Di şerê li derdora gundê Gezekan giran bû de, hat ragihandin ji hêza pêşmergeyan birîndar hene. Fermandariyê ragihand, her du êrîş hatine şikandin û 30 cenazeyên çeteyan di bin kontrola wan de ne. Hat gotin, çeteyên xwestin bi motorsîklet û wesayîtên bombebarkirî êrîşên xwekujî bikin, bêyî bigihêjin hedefa xwe hatine îmhakirin.

Di şer de serheng (albay) Serbest Cîhad Mentîk jiyana xwe ji dest da, 7 pêşmerge jî birîndar bûn.