'Serê me jî jê bikin, em ê serî netewînin'
Kurdên li Rihayê diyar kirin, ti hêz nikare wan ji têkoşîna wan a mafdar vegerînin û got, "Serê me jî jê bikin, em ê serî li ber wan netewînin."
Kurdên li Rihayê diyar kirin, ti hêz nikare wan ji têkoşîna wan a mafdar vegerînin û got, "Serê me jî jê bikin, em ê serî li ber wan netewînin."
Kurdên li Rihayê diyar kirin, ti hêz nikare wan ji têkoşîna wan a mafdar vegerînin û got, "Serê me jî jê bikin, em ê serî li ber wan netewînin."
'ERDOGAN ÇI LI ME DIKE BILA BIKE, EM Ê TI CARÎ SERÊ XWE LI BER WÎ NETEWÎNIN'
Bahattîn Tanman ê 57 salî diyar kir, Serokkkomarê Tirk Erdogan û AKP hewl didin Kurdan tine bikin û anî ziman, ew ji bo mafên xwe yên gelbûyînê têdikoşin û li ber xwe didin. Tanman da xuyakirin, ku têkoşîna wan a mafdar wê bi ser bikeve û got, "Erdogan çi dike bila bike, wê nikaribe m e tine bike. Çi li me dike bila bike, em ê ti carî serê xwe li ber wî netewînin. Em bi qedin jî, zarokên me wê vê têkoşîna me ya mafdar bidomînin. Em ê ti carî kiryarên li dijî gelê me tên kirin, ji nedîtî ve neyên. Em polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê me tên meşandin, şermezar dikin. Li pêşberî vê yekê em ê ti carî serî netewînin."
'WÊ NIKARIBIN ME JI TÊKOŞÎNA ME YA MAFDAR VEGERÎNIN'
Mehmet Kizilboga (63) da xuyakirin, ku rejîma AKP/Qesrê bi polîtîkaya xwe ya dijminatiyê li Kurdan dike re hewl tê dayîn ji gelê Kurd re mesaja 'Em ê we tine bikin. Em ê bi kuştinê we tine bikin' bê dayîn. Kizilboga got, "Ji ber ku weke gelê Kurd em mafên xwe dixwazin bi çavê 'dijmin' li me dinihêrin. Bajarên me hildiweşînin. Ji 7 heta 70 salî her kesî qetil dikin. Lê belê, heta ku dilopeke bi tenê ya xwînê di rehê me de hebin, em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Wê nikaribin me ji têkoşîna me vegerînin."
'BI SEDAN SALAN NIKARÎBÛN BI SER BIXIN, WÊ NIHA JÎ NIKARIBIN BI SER BIXIN'
Mehmet Kalkan ê 72 salî destnîşan kir, ku Erdogan çi dike bila bike ew ê serî li ber wî netewînin û ragihand, têkoşîna li hemberî neheqiyê, erka wan e. Kalkan got, "Em ê ji têkoşîna xwe venegerin. Em ê li dijî polîtîkayên faşîst ên Erdogan derkevin û bi Erdogan bidin windakirin. Lewma em ê ti carî ji têkoşîna xwe vengerin. Erdogan û AKP a wî nikarin bi Kurdan. Çawa ku bi sedan salan li hemberî Kurdan şer hatin meşandin û bi ser neketin, niha jî wê bi ser nekevin. Eger îro 6 mîlyon Kurd hebin, wê piştî 4 salan bibe 20 mîlyon Kurd. Nikarin tiştekî bi me bikin, wê têk biçin."
Mehmet Kûdîn ê 62 salî diyar kir, AKP û Qesr dijminê Kurdan e û got, "Erdogan û AKP dijminê Kurdan e, bêrehm û bêwijdan in. Serê me jî jê bikin, em ê ti carî ji têkoşîna xwe ya mafdar venegerin. Serê me jê bikin, bedena me bavêjin naverastê jî, em ê ji daxwaza xwe, ji têkoşîna xwe venegerin. Em gelekî baş zanin, çi maf e, ji ne maf e. Em ê ji vê rêyê venegerin."