Doza azadiyê ya Zîlan Rûken a li Dersîmê di 22'ê Gulana 2012'an de tevî du hevrêyên xwe gihîşt şehadetê, ji aliyê xwişka wê ve li nava refên gerîla dewam dike.
JIYAN AMARGÎ
BEHDÎNAN
în, 3 pûşperê 2016, 10:48
Mercan Sevîm bi nasnav Zîlan Rûken li Sêrtê ji dayik bû. Şewitandina gundê wan ji aliyê dewleta Tirk ve, dilsoziya malbata wê ya bi doza azadiyê ve zêde kir. Ji ber ku di nava malbateke welatparêz de mezin bû, di emrê zarokatiyê de têkoşîna azadiyê nas kir. Tiştên ku dît û jiya, daxwaza wê ya azadiyê roj bi roj mezin kir. Zîlan a ku di emrekî biçûk de da dû agirê azadiyê, di sala 2003'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Piştî ku li Dersîmê bi lehengî têkoşiya û tevlî karwanê nemiran bû, di sala 2014'an de xwişka wê tevlî nava refên têkoşînê bû û soza dewamkirina têkoşîna wê da...
Rûken a çeka xwişka xwe rakir got, "Em koçer bûn. Havînê em diçûn zozanan, zivistanê jî vedigeriyan gundê xwe. Piştî ku gundê me ji aliyê dewletê ve hat valakirin, me bar kirin navenda Sêrtê. Ji hingî ve xwişka min li navendê ma. Ew nazdara malbata me bû. Xweşbîn bû, ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin, kes nedêşand. Car carna dihat zozanan. Cihê lê bêhn vedida, pê kêfxweş dibû, zozan bû. Dema dihat zozanan li çiyê temaşe dikir. Her tim xeyala gerîla dikir."
Gerîla Rûken anî ziman, ku xwişka wê timî li tiştan dipirsî, di nava lêgerînê de bû û got, "Malbata me welatparêz bû. Bavê min, dema Kurdî qedexe bû kasetên bi Kurdî danî û bi me dida guhdarîkirin. Ji me re qala partiyê û gerîla dikir. Ji ber vê yekê, me di emrê zarokatiyê de partî nas kir. Xwişka min a mezin zû dest bi karê partiyê kir. Piştî ku mezin bû, cîhana wê ya lêpirsînê jî mezin bû. Di hiş û mejiyê wê de eşqa çiyê hebû."
Li ser tevlî xwişka xwe ya li nava refên gerîla Rûken got, "Xwişka min a mezin tevî çar dotmamên xwe ber bi azadiyê ve meşiyan. Dema min ev bihîst, ez li dû wan meşiyam, lê negihaştim. Ji ber ku bêyî min çû, hinekî şikestibûm. Lê belê ev dilşikestina min zêde dewam nekir. Xwişka min evîndara azadiyê bû. Ji bo wê derketina serê çiyê, têkoşîna li wir, beza ber bi azadiyê ve bû. Di emrê zarokatiyê de ev nêrîn di mejiyê de wê de hebû. Dema ew ber bi vê evîna xwe ve dibeziya, kes nikarîbû li pêşiya wê bibe asteng. Min îro daye ser şopa wê û evîna wê didim jiyîn. Heta ez têbikoşim wê xwişka min û hevrêyên wê yên hêja yên şehîd, wê bijîn."
Gerîla Rûken da xuyakirin, ku piştî şehadeta xwişka wê ji malbatê ew 9 kes tevlî nava refên gerîla bûn û got, "Piştî me wê bi dehan ciwan tevlî nava refên azadiyê bibin. Kes nikare me ji têkoşîna me vegerîne. Em ê nehêlin ew kesên azadiya me ji destê me girtine, ew kesên jiyan herimandine, li vê cîhanê bijîn. Ji bo afirandina jiyaneke azad a ji tevahiya mirovahiyê re, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin."