Tê gotin, 'Dewleta Tirk li Nisêbînê 20 kes qetil kir û piştre şewitand'

Tê gotin, li Nisêbînê di şeva 31'ê Gulanê de hêzên dewleta Tirk bi qasî 20 kes înfaz kirine û piştre ew şewitandine.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, tevî ku hêzên YPS'ê ragihand wan xwe ji navçeyê vekişandine jî, hêzên dewleta Tirk hînê bombeyan li taxan dibarînin. 

Li gorî nûçeya DÎHA'yê; çavkaniyekê ragihand ku di şeva 31'ê Gulanê roja Sêşemê de, li cihekî navbera taxa Yenî û sînorê bajarê Qamişloyê, nêzî 20 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin. Li gorî agahiyên heman çavkanî, piştî anonsên 'teslîm bibin' ên ji maşînên zirxî yên li navçeyê li dû hev hatin kirin, nîvê şevê saet di 22:00 de tevî maşîneke zirxî 4 ambûlans hatin herêma Yenî Mezarlik a li ser sînor.

Piştî ku deriyên van ambûlansên hatin ser sînor vebûn, bi qasî 20 kesên di hundirê van ambûlansan de hatin peyakirin û bi 3 koman ji hev hatin cudakirin. Di wê kêliyê de, yek jî maşîna zirxî ya din jî wesayîteke sivîl hatin cem van wesayîtên li ser sînor. Piştî demekê, wesayîta sivîl ji herêmê çû. Li gorî vegotinên şahid, dema ev wesayît ji herêmê çû, gule li van kesên bi 3 koman ji hev hatibûn cudakirin hat reşandin û hemû hatin înfazkirin.

'CENAZE AVÊTIN SER HEV Û ŞEWITANDIN!'

Şahidê bûyerê da xuyakirin, ku di wê kêliyê de, ji ber ku farên yek ji wan ambûlansan vekirî bû, wî ev înfaz bi awayekî vekirî dîtiye. Şahid diyar kir, di dema înfazê de yek ji polîsan bi ser ajokarê ambûlansê kiriye qareqar û jê re gotiye "Ronahiyê vemirîne, tu ehmaqî?"

Şahid got, "Piştre cesed avêtin ser hev. Xuya ye ketine nava gumanan ku em ê vê bibînin, dikirin qareqar û digotin 'bikevin hundir'. Piştre bombe avêtin cihê em lê bûn. Heta danê sibehê bombe li kolanên me barandin. Maşînên zirxî jî heta danê sibehê li herêmê nobed girt."

Hat ragihandin, maşîneke din a zirxî jî danê sibehê hatiye heman herêmê û delîlên mayî şewitandiye.

Li navçeya ku hînê dorpêçkirî ye, ji çavkaniyên cuda agahî tên û vê yekê piştrast dikin.