ANALÎZ

Serketina Minbicê wê xizmetê ji azadiya Sûriyeyê re bike!

Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kirin, wê gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser herêmê ji holê rabe. Ev serketin wê DAIŞ'ê bixe nava krîzê.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, rêxistinbûyeke ji hêzên guherîn û veguherînê dixwazin pêk tê û bi rêbazeke demokratîk dest li rewşa heyî werdide.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya di meha Nîsanê de hat ragihandin, li ser daxwaza gelê Minbicê û derdora wê ava bû. Ji bo pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 'Pêngava Rizgarkirina Minbicê' ezmûneke gelekî girîng û stratejîk e.

Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kirin, wê gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser herêmê ji holê rabe û sînorê navbera Kantona Kobanê-xeta Minbic-Cerablûsê bêhtir şênber bibe.

Di heman demê de wê derbeke stratejîk li çeteyên DAIŞ'ê bê xistin. Ji ber ku Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê rêya nabera Iraq û Sûriyeyê ye, hem jî deriyê DAIŞ'ê yê berê xwe li Ewropa û cîhanê ye.

Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê, li ser rêgehên Mûsil-Reqqa-Minbic, Iraq-Sûriye, Minbic-Heleb-Şehba, Minbic-Cerablûs-Ezaz û têkiliya van herêman a bi cîhanê re, cihekî stratejîk e.

Piştî ku Minbic hat azadkirin, wê gefa li Kantona Kobanê ku timî dibe hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ji holê rabe. Bi vê yekê ve wê derdora Çemê Firatê bibe herêmeke ewle.

Dema derdora Çemê Firatê ewle bû, wê li vê herêma berhemdar ax bê cotkirin û çandinî were xurtkirin. Ji ber ku erd û zeviyên gelekî zêde yên li vê herêmê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nikarîbûn bihatina çandin. Ev zevî wê zindî bibin.

Di encama vê yekê de jî wê ambargoya dewleta Tirk, Barzanî û PDK'ê ya li ser Rojava bi taybetî li ser Kobanê were şikandin.

QELEHA HERÎ STRATEJÎK A DAIŞ'Ê WÊ JI DEST BIÇE

Piştî ku Minbic hat rizgarkirin, li dû Hol û Şedadê wê qeleha dawî û ya herî stratejîk a DAIŞ'ê ji dest biçe. Di heman demê de wê piraniya rêyên DAIŞ'ê yên navbera Iraq-Sûriyeyê bikevin bin kontrola pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê WÊ DERBA ABORIYÊ BIXWE

Weke ku tê zanîn, beşeke mezin a hatineyên aboriya çeteyên DAIŞ'ê ji firotina petrolê tê bi destxistin. Bajarê Minbicê yek ji navendên ku çeteyên DAIŞ'ê petrol jê difiroşe derve. Ji vî alî ve jî xwedî girîngiyeke stratejîk e.

DAIŞ petrola hav a ji Iraq û Sûriyeyê, bi rêya dewleta Tirk û PDK'ê di ser Başûrê Kurdistanê re pêşkêşî bazara li Tirkiyeyê dike. Di ser Cerablûsê re digihîne Tirkiyeyê û bi vî rengî aboriya AKP/Qesrê zindî dike.

Ji ber vê yekê, çeteyên DAIŞ'ê bi saya vê çavkaniya pereyan, bi hêsanî çeka peyda dike. Ev pêngav, wê vê derfeta DAIŞ'ê ji holê rake û ji aliyê aborî ve bixe nava krîzê. Çeteyên li Reqqa û Dêra Zor ji aliyê aboriyê ve bikeve nava krîzeke kûr. Ev krîz wê li herêma Şehba jî deng vede.

Di dawiya dawî de bi rizgarkirina Minbicê re wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hem xwe îspat bike, hem Cerablûsê dorpêç bike, hem jî çavkaniya jiyanê ya DAIŞ'ê qut bike.