Ji ber parvekirinên li ser tora civakî ji nûçegîhanê DÎHA’yê re ceza

Di doza der barê nûçegîhanê DÎHA’yê Dogan Akdamar a ji ber parvekirinên li ser tora civakî de hincet hatin dîtin û bi îdîaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ 1 sal û 3 meh cezayê hepsê hate dayîn.

Di doza der barê nûçegîhanê DÎHA’yê Dogan Akdamar a ji ber parvekirinên li ser tora civakî de hincet hatin dîtin û bi îdîaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ 1 sal û 3 meh cezayê hepsê hate dayîn.

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tatosa Erziromê li nûçegihanê DÎHA yê Tatosê Dogan Akdamar vekirîbû de bi îdîaya ji ber parvekirinên çapemeniya civakî bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" Dadgeha Cezaya Giran a Xinûsê salek û 3 meh ceza da nûçegihan.

Parvekirinên Akdamêr ên ku wekî sûc hatine nirxandin nûçeyên DÎHA'yê ne, wêneyên siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatine qetilkirin, wêneyên xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû yê li Edeneyê hate qetilkirin û nivîsa "Em qatlîama Pirsûsê şermezar dikin" in.

Akdamar wê bi rêya parêzerê xwe îtiraz bike.