BI DÎMEN

Li çiyayê Şengalê êdî nexweşxaneyek diranan heye

Civaka Êzidî ya li Çiyayê Şengalê, ji bo birêxistina jiyana xwe her roj gaveke nû davêje. Komîteya Tenduristiyê, navendeke tenduristiyê ya diranan bi navê Şehîd Êzdîn Brahîm vekir. Şengalî wê bê pere li vê derê bên dermankirin.

Civaka Êzidî ya li Çiyayê Şengalê, ji bo birêxistina jiyana xwe her roj gaveke nû davêje. Komîteya Tenduristiyê, navendeke tenduristiyê ya diranan bi navê Şehîd Êzdîn Brahîm vekir.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê, bi boneya vekirina cihê doktorên diranan li gel nexweşxaneya giştî ya Şehîd Zinar şahiyek lidar xist. Di şahiyê de şêniyên wargehan, personelên tenduristiyê, Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê û zarok amade bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre Dr. Medya Elman vekirina navenda doktorên diranan li civaka Êzidî pîroz kir û diyar kir, dijminê mirovahiyê li her cihî yek e. Dr. Medya bang li gelê li çiyayê Şengalê kir, ji bo jiyanek xweşik û baştir ji bo gelê feqîr bixebitin. 

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Dayê Leyla axivî û navenda diranan a Şehîd Brahîm li civaka Êzidî pîroz kir. Dayê Leyla banga li civaka Êzidî kir, ku xwedî li nexweşxaneyên xwe derkeve. 

Piştre navenda tenduristiyê ji aliyê Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê ve hate vekirin. Navenda çand û hunera Şengalê jî şanoyek li ser tendirustiyê amade kir û pêşkêş kirin. 

Di dawiya şahiyê de Koma Çiyayê Şengalê û Koma Kulîlkên Nîsanê çend stranên xwe gotin.

XIZMETA BÊ PERE

Navenda tenduristiya diranan ser bi nexweşxaneya giştî a Şehîd Zinar a Şengalê ye û ji bilî Çarşemê wê di hemû rojên hefteyê de vekirî be. Ji serê sibê seat 08.00 heya 12.00, piştî nîvro jî seat 14.30-17.30’an wê vekirÎbe û gelê sivîl bê pere wê diranê wan bê dermankirin. Di hundirê nexweşxaneya dirana de Dr. Derya û du kes hem wekî alîkar, hem jî ji bo fêrbûnê wê bixebitin. 

Nexweşxane li ser navê cangoriyê YBŞ’ê Êzdîn Brahim ê di 20 Tebaxa 2015'an li gundê Sulaxî jiyana xwe ji dest dabû hate navkirin. 

...