Ji gerîla çalakiyên xurt: 21 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Dersîm, Bedlîs, Şirnex û Colemêrgê de 21 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. HPG'ê her wiha bang li cerdevanan kir, ku dernekevin operasyonan.
Di çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Dersîm, Bedlîs, Şirnex û Colemêrgê de 21 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. HPG'ê her wiha bang li cerdevanan kir, ku dernekevin operasyonan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên rojên dawî yên gerîlayên HPG û YJA Starê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'BILA CERDEVAN TEVLÎ OPERASYONAN NEBIN'
Di destpêka daxuyaniyê de HPG'ê işaret bi hewldanên dewleta Tirk ên ji bo derxistina şerê navbera Kurdan kir û ev bang bi taybetî li cerdevanan kir:
"Dewleta Tirk a li pêşberî berxwedana mezin a li Kurdistanê bêçare ma ye, li Kurdistanê şerê psîkolojîk dimeşîne. Yek ji van dek û dolabên dewleta Tirk, lîstika derxistina şerê navbera Kurdan e. Li ser vê bingehê zextê li cerdevanan dike û bi zorê cerdevanan tevlî operasyonê dike. Herî dawî cerdevanên li Elkê bi zorê derxist operasyonê. Li hemberî vê yekê, pêwîste welatparêz, bi taybetî cerdevanên xwedî nasnameya Kurd, helwestê nîşan bidin. Divê ti Kurd nebe amûrek ji vê lîstika dijmin, tedbîrên pêwîst bigire û helwestê nîşan bide."
Di daxuyaniyê de, li ser encamên çalakiyên gerîla jî ev agahî hatin dayîn:
JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYÊN BI BANDOR
Roja 31'ê Gulanê, operasyona artêşa TC a li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê da destpêkirin, bi berfirehî hat meşandin. Artêşa TC yekîneyên xwe yên veşartî li herêmê bi cih kir. Hêzên me yên gerîla bi van yekîneyên veşartî hesiyan û bi çekên ferdî û navîn li wan dan. Di encamê de leşkerek mir. Heman rojê saet di 19:00 de hêzên me bi çekên ferdî li leşkerên li girê Şehîd Bawer bi cih bûn, xistin. Li vir jî leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
2'ê Hezîranê saet di 08:30 de, hêzên me careke din li leşkerên li girê Şehîd Bawer xistin û 2 leşker kuştin. Hêzên me yên piştî çalakiyê xwe vekişandin, bi kemîna yekîneyeke veşartî hesiyan û xwe berdan nava vê yekîneyê. Bi derbên xurt li vê derê jî 4 leşker hatin kuştini leşkerek jî birîndar bû.
Di encama van hemû çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Pêngava 1'ê Hezîranê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
LI HEMBERÎ QEREQOLA YAPILI ÇALAKIYA JI 3 BASKAN
Ji bo bîranîna Şehîdên Pêngava 1'ê Hezîranê, roja 1'ê Hezîranê piştî nîvro saet di 15:15'an de, hêzên me yên gerîla li hemberî Qereqola Jendermeyan a Yapili ya li navçeya Dersîm Pîlemûriyê ji 3 baskan ve çalakiyeke berfireh lidar xistin. Baskê yekemîn li 3 leşkerên kontrola rê dikirin xist û her sê leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn li kûleyên qereqolê, avahî û wesayîtên zirxî xist. Hejmara kuştî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin û bi ambûlansên ji Pîlemûriyê hatin, kuştî û birîndar hatin rakirin. Dijmin piştî demekê obus û hawan avêt herêmê. Baskê sêyemîn jî li hemberî leşkerên li hev kom bûbûn çalakiyeke sabotajê lidar xist. Di encama vê çalakiya sabotajê de 6 leşker hatin kuştin.
Danê êvarê saet di 20:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra gule li herêma çalakiyê reşandin. Her wiha artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky rakirin Erzînganê. Ev çalakî jia liyê tîmên tolhildanê yên Şehîd Dogan, Şehîd Omedya û Şehîd Cîhat hat lidarxistin.
LI BEJAHIYA NAVENDA DERSÎMÊ OPERASYON
Di 1'ê Hezîranê de artêşa Tirk li herêma navbera gundên Derêşermê, Teşnik û Bax ên navenda Dersîmê dest bi operasyonekê kir. Li van gundan avêtin ser hin malan û hewl da zextê bike. Operasyon heman rojê bi rengekî bêencam bi dawî bû.
Artêşa Tirk 10 herêmên ser bi navçeya Pulurê, weke herêma ewlekariyê îlan kir. Her wiha çûn û hatina Pilemûrî, Pulur û navenda Dersîmê car carna tê qedexekirin.
LI BAZÎDÊ DERB LI WESAYÎTA BI TÎPA REO HAT XISTIN
Roja 2'ê Hezîranê saet di 09:20 de hêzên me yên gerîla li hemberî wesayîteke bi tîpa Reo ya li ser rêya navbera tabûrên Gurbubûlak û Suphan ên li navçeya Agirî Bazîdê, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li wesayîtê hatiye xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Artêşa Tirk ancax saet di 15:00 de karî bê cihê çalakiyê. Saet di 17:00 de jî top avêt quntarê Girê Xelaçê.
DI ÇALAKIYA LI ELKÊ DE 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Roja 1'ê Hezîranê saet di 17:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên navîn û sûîqestê li hemberî qereqola Bêrman a li navçeya Şirnex Elkê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerên li hev kombûyî hedef hatin girtin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi çekên giran gule li derdora xwe reşand û miriyên xwe bi ambûlansan rakir.
LI ŞEMZÎNANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
30'ê Gulanê li qada Bezeno ya navçeya Colemêrg Şemzînanê, artêşa TC derket operasyonê. Di vê operasyonê de li hin cihan şer derket. Di vî şerî de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di vî şerî de têkiliya me bi hevalekî me re qut bû. Operasyon roja 31'ê Gulanê saet di 22:00 de bi dawî bû."