4 şervanên YPG'ê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên di şerê li derdora Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên di şerê li derdora Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyên 4 şervanên YPG'ê Aram Abdulah (Aram Can), Hebîb Ezîz Zade (Baran Rojhilat), Haşim El-Ataş (Sînan Bala) û Ismaîl Altûn Dax (Cîgerxwîn) ên di şerê li derdora Bendava Tişrînê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kantona Kobanê oxir kirin.
Bi armanca oxirkirinê bi hezaran welatiyên Kobanê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê kom bûn. Girseya gel, wêneyên têkoşeran hildan û cenazeyên cangoriyan ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirt. Girseye bi karwanek ji wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve bi rê ket.
Dema girseya gel gihîşt Goristanê, şervanên YPG/YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sûad Demîr û Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen axivîn.
Îsmet Şêx Hesen soz da ku ew ê tola şehîdan hildin û got:" Em ê xwedî li xwîna têkoşerên xwe derkevin. Ez di hizûra we de soz didim ku em ê rêya têkoşeran bişopînin û Cizîr, Kobanê û Efrînê bikin yek."
Cenazeyên têkoşeran bi tililiyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran hatin veşartin.