BI DÎMEN

Gundek hat rizgarkirin, 13 çete hatin kuştin

Di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de, gundekî din û girekî stratejîk ên li rojavayê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di roja sêyemîn a operasyonê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi pêş de diçin. Şervanan li eniya Tişrînê girê Til Serac ê stratejîk di encama şerekî giran de bi dest xistin.

Li vî girê ku 13 kîlometre li rojavayê Çemê Firatê ye, yek jê serçete 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Bataryayeke topa hawanê jî bi dest hat xistin.

Li eniya Qereqozax a operasyonê jî li rojavayê gundê Qebir Êmo danê vê sibehê şerekî dijwar qewimî.

Di şer de gundê Meqbelet Hesen Axa hat rizgarkirin. Wesayîteke çeteyan a doçka li ser, li vî gundî hat rûxandin.