Komîsyonkaran çav berdane milkê gelê Sûrê
Li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê, ku malên gel ên bi tapû yek bi yek ji aliyê dewletê ve tên xerakirin, derket holê kesên dewlemend ji bo kirîna milkê gel bazarê dikin.
Li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê, ku malên gel ên bi tapû yek bi yek ji aliyê dewletê ve tên xerakirin, derket holê kesên dewlemend ji bo kirîna milkê gel bazarê dikin.
Li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê, ku malên gel ên bi tapû yek bi yek ji aliyê dewletê ve tên xerakirin, derket holê kesên dewlemend ji bo kirîna milkê gel bazarê dikin.
Taxa Cemal Yilmaz Sûrê, taxa ku ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin e. Li vê taxa ku 180 roj in "qedexeya derketina derve" lê dewam dike, 7 hezar kes neçarî koçberiyê hatin hiştin. Keyayê taxê Koçero Tokdemîr ji ANF'ê re axivî û got, "Dema şêniyên taxê bi zorê ji taxê hatin derxistin, ji bilî kincê li ser wan destûr nehat dayîn tiştekî bi xwe re bibin. Bi lez û bez ew derxistin. Tokdemîr da xuyakirin, ku ev mirov bi salan li Sûrê dijiyan û anî ziman, ji bo vegera van mirovên belawela bûne, weke keya çi ji destê wan tê ew dikin, lê heta niha ti encam bi dest nexistine. Tokdemîr da zanîn, li ser mijarê wan bi waliyê Amedê û qeymeqamê Sûrê re hevdîtin kirine, lê belê encameke erênî bi dest nexistine. Tokdemîr ragihand, di dema dorpêçiya dewletê de, malbata wî jî di nav de mirovên li taxê ji bo cih û warên xwe neterikînin li ber xwe dane û got, "Mîna ku zanîbûn wê çi bê serê wan, mirovan nexwestin malên xwe biterikînin. Tevî topbaran, dengê çekan, gefa kuştinê, bêelektrîk û bêav mayînê jî mirovan 60 rojî li ber xwe dan."
BERIYA BIRYARA ÎSTIMLAQKIRINÊ WERE DAYÎN, 300 XANÎ JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN HILWEŞANDIN
Navborî da xuyakirin, ku li hemberî îstimlaqkirinê wan Komeleya Bedewkirin û Jîndarkirina Sûrê ava kirine û anî ziman, biryara îstimlaqkirinê, bahaneyek ji bo valakirina herêmê ye. Tokdemîr diyar kir, hînê Desteya Wezîran ev biryar negirtibû, li taxa Cemal Yilmaz a ku şer lê kêm bû bi qasî 300 xanî tevî eşyayên tê de ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin. Tokdemîr destnîşan kir, ku li malên nehatine xerakirin jî hemû eşyayên di hundir de hatine talankirin û dizîn. Tokdemîr ragihand, beriya çend rojan şêniyên taxê di çarçoveya karê tesPîtkirina zerarê de çûn malên xwe û dîtin ku ji sedî 90 ê eşyayên wan hatine talankirin û yên mayî jî lê bûne ku nema karibin bên bikaranîn. Tokdemîr diyar kir, cihê kar ê mirovan jî ev herêm bû, lewma şêniyên taxê hem ji malên xwe bûne, hem jî ji karê xwe.
'DESTÊN XWE JI SÛRÊ VEKIŞÎNIN'
Keya Tokdemîr da xuyakirin, ku piraniya malbatên li Sûrê dimînin, mirovên di salên 1990'î de ji ber terora dewletê ji neçarî gundê xwe terikandine ne û anî ziman, ew jî ek ji van malbatan e. Tokdemîr da zanîn, piştî ku leşkeran di sala 1991'ê de gunê Mêzrik ê ser bi navçeya Çinarê vala kirin, ew jî li Sûrê bi cih bûn.
Tokdemîr di dewama axaftina xwe de ragihand, ji niha ve komîsyonkar li ser navê karsazên dewlemend digerin, mirovên xwedî milk dibînin û bi wan re bazarê dikin. Tokdemîr got, "Xwediyên malan hatin ji me re gotin, hin şexsan bi wan re bazarî kirine ji bo xaniyên wan bikirin. Me hînê tespît nekir ku ev muteahîtin an na. Lê belê rastiyeke welê niha heye; hin mirov ji bo kirîna malên gel digerin." Tokdemîr destnîşan kir, ku ti ji mirovên li taxê wê malên xwe pêşkêş neke û got, "Bi vê biryara îstimlaqkirinê re xuya ye dewlet bi zanebûn dixwaze vê herêmê ji mirovan xalî bike." Tokdemîr da xuyakirin, weke keyayên Sûrê ew ê nehêlin gelê Sûrê mexdûr bibe û destnîşan kir, ku gelê Sûrê Toledo Moledo naxwaze, sîstema xwe ya berê dixwaze. Tokdemîr ji Serokkomarê Tirk ê timî keyayên xwe li Qesrê dicivîne û ji hikûmeta AKP'ê re got, "Destên xwe ji Sûrê vekişînin."