Cenazeyên gerîlayan nadin malbatan
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Kamîl Malgaz û Fûat Kasbaş ên di şerê li Hezexê de jiyana xwe ji dest dan, ev 2 roj in bi bahaneya "lêkolîna dozgeriyê" nadin malbatan.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Kamîl Malgaz û Fûat Kasbaş ên di şerê li Hezexê de jiyana xwe ji dest dan, ev 2 roj in bi bahaneya "lêkolîna dozgeriyê" nadin malbatan.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Kamîl Malgaz (Nûrhak) û Fûat Kasbaş (Hasan) ên pêr li gundê Serêgir ê navçeya Şirnex Hezexê di serdegirtina hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, nadin malbatan.
Cenaze danê nîvro anîn Hezexê. Bi bahaneya "Dozgerî wê careke din lêkolînê bike" ji malbatan re nayê dayîn.