KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Encamnameya Konferansa 8. a MUB'ê
Encamnameya Konferansa 8. a Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) hat eşkerekirin. Di encamnameyê de êrîşên AKP/Qesrê yên li hemberî Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin. -
Çeteyên Qesrê li Şirnexê xaniyan dişewitînin û xera dikin
Li Şirnexê êrîşên qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 78. de ne. Çeteyên Qesrê li bajêr xaniyan dişewitînin û xera dikin. -
YPG: 5 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, li ser rêya Cendolê û herêma Eşrefiyê yên Helebê 5 çete hatine kuştin. -
Heyeta HDP, DBP, KCD û HDK'ê li Geverê ye
Heyeta HDP, DBP, HDK û KCD'ê hat Geverê. Heyet wê li taxên şer lê qewimî, lêkolînan bike. -
42 sivîlên ji Nisêbînê hatin derxistin, hatin girtin!
42 sivîlên ji Nisêbînê hatin derxistin, bi îdîaya "têkbirina yekbûn û yekîtiya dewletê" hatin sûcdarkirin û girtin. -
Yilmaz Encu yê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Yilmaz Encu yê di êrîşa artêşa Tirk a li Roboskî de bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lingekî wî hat jêkirin, jiyana xwe ji dest da. -
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Efrînê û 6 şervan hatin oxirkirin
Cenazeyên endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê ya Efrînê Delîl Xilnêr û 6 şervanên di parastina Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, li Dêrik û Efrînê bi merasîmên girseyî hatin veşartin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li 6 bajaran 21 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd û hêzên çep, demokratîk de 21 kesên din hatin binçavkirin. -
Dewleta Tirk ev 2 roj in nahêle Encu biçe serxweşiya xizmên xwe
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ev du roj in hewl dide biçe gundê xwe Roboskî û sersaxiyê ji malbata xizmê xwe yê pêr ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Lê bi fermana Walîtiya Tirk a li Şirnexê destûrê jê re nayê dayîn. -
'Pêngava 1'ê Hezîranê bi ruhê Zîlan û Zinaran gihîşt lûtkeyê'
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê pêngava 1'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxandin û gotin, "Ruhê pêngava 1'ê Hezîranê li Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê têkoşînek bêhempa ava kir." -
'Em ê sala 13'an a 1'ê Hezîranê veguherînin pêngaveke mezin'
NPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê, wê li dijî vê siyaseta barbar û hov a mêtîngeran, li çiya û bajaran berxwedanê mezin bikin û sala 13'an a 1'ê Hezîranê veguherînin pêngaveke mezin. -
Li Dersîmê gelek kes hatin binçavkirin
Li Dersîmê polîsên Tirk avêtin ser gelek adresan û tevî DBP û HDP'yiyan gelek kes binçav kirin. -
'Bila her kes zanibe, em ê li ser vê xakê bijîn û hilberînin'
Mûhammed Elî Hesen tevî kurê xwe Ehmed Hesen, tevî hemû zor û zehmetiyan ji destpêka şoreşa Rojava ve xaka xwe neterikandine û bi hilberîna pîşesazî, çandinî û sewalkariyê, hilberîna xwe dikin. -
'Gelê Kurd bi ruhê 1'ê Hezîranê ber bi serketinê ve dimeşe'
Fermandara YJA STAR'ê Zeynep Cudî got "Eger pêngava 1'ê Hezîranê nebûya, wê li Kobanê azadî û li Sûr, Nisêbînê û Cizirê berxwedana bi rûmet çênebûya. Bi ruhê 1'ê Hezîranê wê serketina gelê kurd misoger bibe." -
Li dijî faşîzma Erdogan tevlî nava refên gerîla bû
Bûgra Kagan Uner bi nasnav Huseyîn Bagok ê ji Afyonkarahîsarê ku bi eslê xwe Tirk e, desthilatdariya yek şexsî ya AKP/Erdogan û polîtîkayên qetlîamker ên li hemberî gelê Kurd qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû. -
Roja heftemîn a operasyona rizgarkirina Reqqayê
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê bênavber dewam dike. -
Li Şirnexê teqînên dijwar
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê di roja 77. de ye, teqînên dijwar pêk tên. -
Ji 7 kesên ku li Cizîrê hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin
Ji 7 kesên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn binçavkirin 3 jê bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. -
Operasyona Xazir bi dawî bû
Fermandarê pêşmergeyan ê li eniya Xazir Arîf Teyfûr diyar kir ku operasyona ku bi armanca rizgarkirina gundên herêma Xazirê dabûn destpêkirin, bi dawî bû. -
HDP û DBP’ê tevî hemû astengiyan bi gelê Wanê re civiya
Aktîvîteyên HDP’ê ya bi şîara ‘Em bi siyaseta demokratîk re siberojê guftûgo dikin” dewam dikin. Heyetên HDP, DBP, KCD, HDK’ê tevî hemû destwerdanên polîsan jî bi gelê Wanê re civiya. -
QSD’ê 9 gund û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin
Baskê 4’emîn ê QSD’ê ku di çarçoveya operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê duh ber bi herêma Tabqa ya li rojhilatê ava Firatê ve ketin rê de 9 gund û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Li Silopiyayê teqîna mezin: 3 kuştî, herî kêm 30 birîndar
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di dema derbasbûna serwîsa polîsan de teqînek mezin pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 jê polîs nêzî 30 kesan jî birîndar bûne. -
Lingê Yilmaz Encu hate jêkirin
Li Roboskî di bomberanê çeteyên Qesrê ya duh şev de Yilmaz Encu birîndar bibû, hate hînbûn ku lingê wî hatiye jêkirin. -
QSD`ê 9 gund û 3 gundikên din jî rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 9 gund û 3 gundikên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. -
Li dijî Nisêbînê êrîş didomin
Çeteyên Qesrê êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Nisêbînê didomînin.