YPG: 5 çete hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, li ser rêya Cendolê û herêma Eşrefiyê yên Helebê 5 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, êrîşên çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk ên li hemberî şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dewam dikin. YPG'ê diyar kir, di şerê li van herêman de 5 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike.

LI EŞREFIYE Û SER RÊYA CENDOLÊ 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

30'ê Gulanê komên çete li dijî gundê Pîno yê li bakurê Helebê bi topên hawan û cehenemê êrîşek pêk anîn. Dîsa li ser rêya Cendol û herêma Eşrefiyê jî bi armanca ketine taxa Şêx Meqsûd du êrîşên cûda lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me li her du qadan şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de li ser rêya Cendol çeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bû. Di şerê li herêma Eşrefiyê de bi qasî hat zelalkirin 4 endamê çeteyan hatin kuştin."

Li aliyê din, hat ragihandin çeteyekî DAIŞ'ê yê bi navê Feysel Ehmed El Casim El Xeleft ê li dijî hêzên YPG'ê dixwest êrîşa bi mayînan bike, ji aliyê Yekîtiyên Antî Toerorê yên YPG'ê ve hat kuştin.