Heyeta HDP, DBP, KCD û HDK'ê li Geverê ye

Heyeta HDP, DBP, HDK û KCD'ê hat Geverê. Heyet wê li taxên şer lê qewimî, lêkolînan bike.

Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yukekdag, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî di nav de hene, gihaşt navçeya Gever a Colemêrgê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan û Adem Geverî jî bi heyetê re ye.

Heyet, li pêşiya navçeyê, li nêzî benda kontrolê ya polîsan ji aliyê parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan û endamên partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Heyeta ku berê xwe da Şaredariyê, wê li taxên orman, Kişla û Cûmhûriyetê yên şer lê giran e, lêkolînan bike û piştre derbasî Colemêrgê bibe.