Encamnameya Konferansa 8. a MUB'ê

Encamnameya Konferansa 8. a Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) hat eşkerekirin. Di encamnameyê de êrîşên AKP/Qesrê yên li hemberî Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Konferansa 8. a Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) di navbera 25-27'ê Gulanê de pêk hat. Desteya Rêveber a MUB'ê encamnameya konferansê îro eşkere kir.

Di encamnameyê de, êrîşên AKP/Qesrê yên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê û "qanûna darbeyê" ya li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin.

BIRYAR

Biryarên di konferansê de hatin girtin bi vî rengî ne:

"1- Em destekê didin ku li Sûriyeyê sîstemeke federal a demokratîk bê avakirin û destûreke bingehîn a pirengî ya hemû maf û azadiyên civakî ewle dike, bê amadekirin... Li ser vê bingehê ji bo Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe modelek û li qada navneteweyî were naskirin, wê xebat were meşandin.

2- Em amadekariyên ji bo paqijkirina deşta Nînova û bajarê Mûsilê tên kirin, ji bo gelê xwe gelekî girîng dibînin. Dixwazin ji aliyê siyasî û leşkerî ve di nava plana azadkirina Nînova de cih bigirin.

3- Gelê me yê li Lubnanê, ji ber koça li Sûriyeyê bi gefa guherîna demografîk re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê girîng e gelê me yê li Lubnanê bi aliyên siyasî re tevbigere û ji bo bala dewletên pêwendîdar bikişîne ser mijarê, wê xebat were meşandin.

4- Em êrîşên qirkirina siyasî û bêdengkirinê yên dwleta Tirk li hemberî tevgaer azadiyê, gel, komên mezhebî û olî, kedkar, rojnamevan û rewşenbîran dimeşîne, şermezar dikin û bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û DYA dikin, ku li hemberî vê tedbîran bigirin.

5- Weke MUB'ê em berxwedana jiyana nû û azad a gelên Rojhilata Navîn silav dikin. Li ser vê bingehê ji bo gelê me roleke dîrokî bilîze, wê gavên pêwîst ên siyasî û leşkerî bavêje.

6- Em bang li hemû saziyên civakî, çandî, olî û siyasî yên gelê Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî dikin, ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Bi vê armancê wê têkilî bê danîn, civîn û konferans werin lidarxistin."