Operasyonên qirkirina siyasî: Li 6 bajaran 21 kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd û hêzên çep, demokratîk de 21 kesên din hatin binçavkirin.

AKP/Qesr ên nikarin berxwedana gelê Kurd bişikînin, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dişidînin. Li Mêrdîn, Edene, Elezîz, Mûş, Wan û Dersîmê 21 kesên din di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polîsên Tirk bi ser taxa Kizilê de girtin û welatiyê bi navê Abdulbakî Kayan binçav kirin. Sedema binçavkirina Kayan nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.

EDENE

Li taxa Gulbahçe ya navçeya Edene Seyhanê polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Abdulselam Akdemîr de girtin û Akdemîr binçav kirin. Li malê lêgerîn hate kirin û bi hinceta ku der barê Akdemîr de îxbar heye hat binçavkirin. Akdemîr birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

ELEZÎZ

Li Xarpêtê di operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokê DBP'ê yê Elezîzê Mehmet Nazîf Koç, Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Elezîzê Semra Çelîk, Hevserokê HDP'ê yê berê bajêr Yûnûs Guneş, namzetên HDP'ê Turkan Bîngol û Îbrahîm Gungor, welatiyên bi navê Ahmet Emektar, Hasan Uzum, Huseyîn Acar hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Elezîzê.

MÛŞ

Li navçeya Gimgim a Mûşê, polîsên dewleta Tirk nîvê şevê avêtin ser taxên Gumgum, Hurriyet û gundê Qerqerutê. Di serdegirtinan de 4 kes hatin binçavkirin. Hasan Guler, Îhsan Işik, Saît Kaya û Salîh Yildiz ên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

WAN

Li navçeya Wan Ebexê, welatiyên bi navê Selamî Koç û Cengîz Koç, di serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.

DERSÎM

Li navenda Dersîmê di serdegirtinên hemwext de serê sibehê Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Gulseven yildiz, Necla Kiliç, Eylem Çelîk, li navçeya Qisleyê jî Selvî Gungormuş hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de Sevîm Soylu jî li Amedê hate binçavkirin û birin Dersimê. 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Dersimê.