'Pêngava 1'ê Hezîranê bi ruhê Zîlan û Zinaran gihîşt lûtkeyê'

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê pêngava 1'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxandin û gotin, "Ruhê pêngava 1'ê Hezîranê li Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê têkoşînek bêhempa ava kir."

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê pêngava 1'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxandin û gotin, "Ruhê pêngava 1'ê Hezîranê li Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê têkoşînek bêhempa ava kir." 

"EV PÊNGAV LI HEMBERÎ KOMPLOGERAN BÛ"

Gerîlayê HPG'ê Zinar Sîpan ê ku raste rast di pêvajoya pêngavê de cih girtiye, da zanîn ku biryara destpêkirina pêngaveke bi vî rengî biryareke di cih de bû. Sîpan wiha behsa şert û mercên wê demê kirin; "Beriya komploya li ser Serokatî destpê bike, di şerê çekdarî, şêwazê têkoşînê de guhertin û veguhertin di planê de bû. Ev di dahûrandinên Serokatî yên berê de jî hatibû ziman. Di sala 1999'an de êdî pêvajoyeke nû hat avakirin û bi daxuyaniya Rêber APO re di meha Tebaxê de,  vekişandina hêzên gerîla pêk hat. Ya rastî di vekişandinê de, armanca Serok APO, kadro û tevger amadekirin bû. Piştî sala 2002'an hikûmeta AKP hat ser erk. Wexta hikûmeta AKP hat ser erk, ji bo pirsgireka Kurd çareser bike, şensekê hat dayîn. Ya rastî hemleya 1'e Hezîranê di 11 Îlona 2001'ê de, zelal bibû.  Pêwîst bû wê demê şerê parastinê ketiba dewrê. Lê hikûmeta nû hatibû guhertin. Lewma hem ji aliyê Serokatî,  hem jî ji aliyê Tevgerê ve şansek ji bo hikûmeta nû hate dayîn.  Ji bo ku ev hemleya guhertinê bi şêwazeke pratikî bikeve meriyetê çûndina Kongra Gel a yekem hat kirin. Di vir de guhertin û veguhertin hate nîqaşkirin. Êdi wê ev guhertin di kîjan astê de ango  çawa xwe bide meşandin, şêwazê wê çibe hate destgirtin. Ev hem aliyê rêxistinî, diplomasî,  siyasî û parastina rewa' wê di kîjan astê'de bikeve dewrê hate ziman. Bi vî awayî Serokatî xwest demeke nû destpê bike.  Bingehê wê jî ava kir. Di her alî de, amadekariyên wê jî hat kirin.  Lê bes ew nêzîkatiyên wê demê xwest tevgerê marjînal bike û bixe xizmeta dewletên wekî DYA derketin holê. Armanca hemû hêzên herêmî û komploger ew bû tevgerê belav bikin û lewaz bixin. Ez bi xwe jî wê demê tevlî kongreyê bûm. Min hem Kongreya yekemîn û hem jî piştre kongreya duyemîn rewşa heyî nêzîk de, şopand. Ew pêvajo ji bo tevahiya tevgera me rewşeke zor û zehmet bû."

"PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ MAFEKÎ REWA BÛ"

Gerîla Sîpan da zanîn ku pêngava tevgera wan da destpêkirin dijmin ji her alî ve xiste nava şoqekê û wiha axaftina xwe berdewam kir; "Parastina rewa di wê demê'de kete dewrê. Di kijan astê de bê meşandin,  xeta wê dê çibe,  xeta parastina rewa çi ye hat nîqaşkirin.  Piştî damezirandina HPG'ê êdî ARGK xwe fesih kir. Ber bi HPG'ê ve guhertin çêkir, xeta wê jî Serokatî îfade kir.  Xeta HPG'ê li ser esasê parastina rewa, parastina giştî bê kirin hat avakirin. Di wê demê de, Serokatî bi derxistan parêznameya parastina gelekî mudaxale kir. Beriya parazname bigihîjê destê me,  hem ji bo rêxistinê hem jî bi taybet ji bo dewletê nexşeya rê hat pêşkêşkirin.  Nexşeya rê hinek tişt ifade kirin û bingeha nexşeya rê çûyîna kongreya 2.  çêbû.  Nexşa rê li ser esasê wek şensekê bê esas girtin,  ser wê gav bê avêtin bû. Ew nexşe ji bo diyalog bê kirin yan jî ger vana encam negirin parastina rewa bikeve dewrê û şerê parastinê fiêlî cih bibe hatibû pêşkêşkirin. Di rewşeke wisa de bi mudaxaleya Serokatî û bi komîteya înşayê ya ji nûde avakirinê sererastkirineke hate esas girtin. Eger bersiva nexşeya rê neyê dayîn biryara îlankirina hemleya parastinê li ser esasê xeta parastina rewa,  destpê bike. Careke din ketina tevgerê,  biryara têkoşîna leşkerî dayin hêsan nebû. Mirov dikare bêje hemleya 1'ê Hezîranê bi qasî hemleya 15 Tebaxê girîng bû.  Ji ber ku hem ji hêla stratejîk,  hem ji hêla textîk de, guhertin veguhertin hatibû çêkirin. Êdî dihat zanîn ku bi demeke nû re pêwîste şer were meşandin.  Ev hemle bi taybetî di guhertina taktîk de, bandorek xwe çêkir.  Dijmin şoqe bû û şaş ma."

"WÊ SALA 2016'AN BIBE SALA AZADIYA RÊBER APO"

Sîpan diyar kir, îro li ser her çar perçên Kurdistanê encamên pêngava 1'ê Hezîranê bi rengekî xurt derketine û bi van axaftinan domand; "Ji wê demê heta roja me ya îro tevger, hem di aliyê taktîk de, hem jî parastina rewa de, her ku çû pêş ve çû, xwe ji nû ve ava kir. Îro ev pêngav bi şerê gelê şoreşgerî didome. Destketiyên vê pêngavê di aliyê taktîk, aliyê perwerdehî, teknîkî û şer de nûkirin anînin. Êdî di HPG'de, kadroyên profesyonel ava bûn û gihîştiye asteke pir bilind.  Di vê sala girîng de, hem di parastina rewa de, hem beşên xwe yên cuda cuda de, gihîştiye asteke bilind û dikare bersîvek xurt bide. Îro jî bi ruhê hemleya 1'ê Hezîranê li qada Rojava, Şengal û Bakûr'ê Kurdistan'ê têkoşînek bêhempa dimeşe. Li Bakurê Kurdistanê, Rojava û li Şengalê ruhê berxwedana 1'ê Hezîranê hate jiyîn. Ev rastî îro ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Ji vir şûnde jî, em wek gerîllayên HPG'ê ji bo ku em keda Serokatî vala dernexin û li ser esasa nexşe rêya li pêşiya me tevbigerin û bigihîjin serketinê.  Bi ruhekî fedaî em ê têbikoşin û sala 2016'an bikin sala serketina Serokatî û gelê Kurdistanê."  

"PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ BÛ HÊVIYA JINAN"

Gerîlaya YJA Starê Sarya Cûdî, li ser girîngîya vê pêngavê rawestiya û destnîşan kir ku ev pêngav ji bo hêzên jin destketinên mezin bi xwe re anînin. Cûdî wiha dest bi axaftina xwe kir; "Ez di serî de hemû şehîdên di vê pêngavê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim. Her wiha fermandar û şehîda me ya Mezin Zîlan ango Zeynep Kınaci ku di vê mehê de çalakiya fedaî pêk anî jî bibîrtînim. Ez dikarim bêjim ev pêngav bi bedelên gelek mezin hate pêşxistin. Ji bo tevgera azadiyê,  1'ê Hezîran 2004'an bêguman girîngiya xwe heye. Beriya ku hemleya 1'ê Hezîranê destpê bikê Serokatiya me hatibû girtin.  Bi viya ve dixwestin Serokatiya Tevgerê ji tevgerê dûr bixin û bi vî rengî tevgerê lewaz û belav bikin.  Armanc ew bû ku êrîşên xwe hîn rihettir bikin.  Ji bo vê mirov dikare bandora Rêber APO di vir de bibine. Ji ber yê ku hişt hemleya 1'ê Hezîranê destpêbike Serokatiya me bû.  Ew analizên Serokatî yên ji bo sistêmê hişt ku em sîsteman hîn zêdetir nas bikin. Heta hemleya 1'ê Hezîran'ê mirov dikare behsa dijminê hindirîn ku ‘dixwest bikeve hindirê me û me pûç bike'; bike.  Bi wê şêwazê xwest tevgera azadiyê marjînal û tine bikin.  Mirov dikare bêje ku, hemleya 1'ê Hezîranê, li hemberê vê ferasetê destpêbû."

Cûdî, gotinên xwe wiha domand; "Bêguman hemleya 1'ê Hezîranê mirov dikare ji bo tevgera azadiyê wek hemleyek serketî binirxîne. Di heman demê de ji bo hêzên jin pêngaveke dîrokî bû. Îro li her çar perçeyên Kurdistanê jina Kurd xwe di asta parastina cewherî de gelekî pêşxistiye. Li gorî vê pergala xwe ya leşkerî ava kiriye. Di şexsê şoreşa Rojava de, her kesî bi hêz û bawerî jina Kurd di kijan astê daye dît. Di kesayeta Arîn, Doga û Ekînan de ev têkoşîn û berxwedan xwe gîhande lûtkeyan. Çavkaniya vê hêz û baweriyê ji fikir û ramanên Rêber APO digre. Ev pêngav li hemberî feraseta Jinê dike kole bû. Ev pêngav bersîva sîstema emperyal, dagirker bû. Ew sîstema ku digot;  ‘êdî tu hêz nemaye ku li hemberî min berxwe bide, şer bike'; di wê demê de, li hemberî vê helwêsta dijmin wek bersivekê bû.  Bandora hemleya 1'ê Hezîran'ê roja me ya îro jî didome. Îro li Rojava û li Bakurê Kurdistanê, li Şengalê encamên berxwedanê xurt derdikevin holê.  Şoreşa Rojava ji bo gelên cihanê bû hêvî û mînak. Careke din roja me ya îro qada Bakurê Kurdistanê de, têkoşîna tê kirin, da xuyakirin ku rojên azad pir nêzin.  Ev jî bêguman bi encama hemleya 1'ê Hezîran'ê derketiye holê. Ez jî weke gerîlayeke jin carek din soza xwe a şopandina şehîdan nû dikim. Û ez dibêjim bila gelê me xwedî li vîna xwe û têkoşîna ewladên xwe derbikevin. Û her wiha banga min ji hemû ciwanên Kurd ew e bila werin tevlî nav refên gerîla bibin."

...