BI DÎMEN

'Gelê Kurd bi ruhê 1'ê Hezîranê ber bi serketinê ve dimeşe'

Fermandara YJA STAR'ê Zeynep Cudî got "Eger pêngava 1'ê Hezîranê nebûya, wê li Kobanê azadî û li Sûr, Nisêbînê û Cizirê berxwedana bi rûmet çênebûya. Bi ruhê 1'ê Hezîranê wê serketina gelê kurd misoger bibe."

Fermandara YJA STAR'ê Zeynep Cudî pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an li gelê Kurd pîroz kir û got "Eger pêngava 1'ê Hezîranê nebûya, wê li Kobanê azadî û li Sûr, Nisêbînê û Cizirê berxwedana bi rûmet çênebûya. Bi ruhê 1'ê Hezîranê wê serketina gelê kurd misoger bibe."

Fermandara YJA STAR Zeynep Cudî bi wesîleya salvegera pêngava 1'ê Hezîranê ji ANF'ê re axivî.

Cûdî di despêka axaftina xwe de bal kişand wate û girîngiya 1'ê Hezîranê û got; "Ez weke jineke şoreşger û milîtaneke Rêber APO, di serî de roja 1'ê Hezîranê li Rêber APO û li hemû şehîdên şoreşê pîroz dikim û li ber bîranîna wan jî bejna  xwe ditewînim."

'1'Ê HEZÎRANÊ ŞERÊ PARASTINA REWA YE'

Cudî diyar kir, ji sala 1999'an heta 2004'an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tevgera wan pêvajoyeke girîng û agirbesteke pênc salan da meşandin û got: "Ji bo em karibin bi rêyekê siyasî pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin Rêber APO ji bo vê pêşengî kir û pêvajoyek di nava tevgera me de da destpêkirin. Vekişîna çêbû, hemû hêzên me xwe ji Bakurê Kurdistanê kişandin. Me di sala 2000'î de pardîgmaya xwe guhert. Lê belê ev pêvajo ji aliyê dewletê ve weke firsendekê hate nirxandin. Di wê demê de li qadên bejahî operasyonên pir mezin çêbûn. Dîsa dewletê polîtîkayên xwe yên qirêj û xapînok weke firsetek li Kurdistanê da meşandin. Lê belê weke tevgera PKK'ê me ji xeynî azadiya gelê Kurd nedikarî ji xwe re tiştek bipejiranda. Ji bo azadiyê ti caran gava bi şûn ve çênedibû, diviyabû me azadiya gelê xwe misoger bikira. Li ser vê esasê em derbasî pêvajoyek nû bûn û gavek nû hat avêtin." 

Cûdî di dewama axaftina xwe de diyar kir, pêngava 1'ê Hezîranê di sala 2004' an de li hemberî êrîşên dijmin ên hovane hat meşandin û wiha domand: "Êrîş û  girtinên li ser gel, operasyonên li ser gerîla çêdibûn, li hember van polîtîkayên dijmin kêr gihişt hestî. Li hember qetlîamênli ser gelê Kurd dihatin meşandin, girtinên li ser gelê Kurd hatin kirin û li hember şehadetên ku çêdibûn em êdî nedikaribûn bêdeng bimana.  1'ê Hezîranê me pêngavek nû avêt, pêngava nû ji bo azadiya gelê kurd bû, divê her kes vê bizanibe. Ji bo em bi şêwazeke rast bigihêjin azadiya gelê Kurd û ji bo berjewendiyên mirovahiyê tevahî gel di nav de jî yê gelê kurd misoger bikin. Rêber APO jî dibêje; 'dunya tev bibe yek û bi ser me de were, em ê xwe biparêzin û ger ku hêza me hebe em dinyayê bin bixin, em ê ti caran êrîş nekin'. Ji bo  gelê Kurd êdî karibe azad bijî, pêngava 1'ê Hezîranê di dîroka Kurdistanê de rûpelek nû bû. Em dikarin bêjin, piştî pêngava 15'ê Tebaxê, 1'ê Hezîranê pêngavekê nû bû. Di nava vê rûpela dîrokî de gelek hevrêyên me yên qehreman û nemir ku navê xwe li dîrokê bi tîpên zêrîn nivîsandin hebûn. Ji xetên Dersîm bigre heta xaka Başûrê Kurdistanê, bê ku dudîliyê bijîn û bê ku gavekê şûn ve bavêjin, gavek nû û tevlîbûnek nû bû. Di esas de pêngava 1'ê Hezîranê ji bo me coşek mezin û moralek mezin bû. Ji dema derbasbûyî qut nîne, lê belê bi şiklê parastina mafê mirovahiyê bê parastin û parastina gelê kurd em ketin nava pêvajoyek bi vî rengî.  Di esas de li ser şerê gelê şoreşger, pêngavekê xwe avakirinê bû. Belê, ji bo pîvanên azadiyê were bi dest xistin ev pêvajo hat destpêkirin. Belê ev şer heta roja îro berdewam dike." 

JI BO AZADIYA GELÊ KURD TÊDIKOŞIN

Cûdî bal kişand ser têkoşîna li Îmraliyê û wiha pê de çû: "Rêber APO bi berxwedaneke bêhempa di asta herî jor de têdikoşe, li çiyayên azadiyê şervanên Rêber APO têdikoşin û heta roja îro jî li deşt û bajarên Kurdistanê gelê Kurd bi berxwedaniyek bê hempa têdikoşe.  Pêngavê 1'ê Hezîranê  pîvanê jiyan azad misoger kir. Li ser vê esasê bêguman îro gav tên avêtin, pêşketinên herî mezin rû didin. Pêngava 1'ê Hezîranê yên ku digotin; PKK tesfiye bûye belav bûye û xilasbûye wan kesan matmayî hişt. Ji ber ku em tevgerekê bîrdozî ne. Lê belê em neçarin bi şer azadiya gelê Kurd misoger bikin. Bêguman ev gava her roj li Kurdistanê mezin dibe. 15'ê Tebaxê fîşeka yekê bû bi pêngava 1'ê Hezîranê re fîşeka diduyan ji aliyê bîrdozî ve hat teqandin. Di roja îro de bi hezaran û bi mîlyonan di deşt û bajaranên Kurdistanê de serketinên mezin pêk tên. Eger pêngava 1'ê Hezîranê nebûya, wê li Kobanê, li Rojava, li Bakurê Kurdistanê hêzên me yên leşkerî nikaribûna xwe bi rêxistin bikirana. Eger pêngava 1'ê Hezîranê nebûya, wê îro berxwedana Bakurê Kurdistanê li Cizirî, Sûr, Silopiya, Nisêbîn,Hezex û Geverê çênedibûya. Wê îro ji heft heta heftê saliyan ji bo azadiyê gelê Kurd tênekoşiyan."

'XWEDÎDERKETINA LI PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ ERK E'

Cûdî diyar kir, pêngava 1'ê Hezîranê ji bo wan nûbûnek e û got, "Li vê nûbûnê xwedî derketin erkê me ye.  Em hîna jî negihijtine dawiya vê. Divê em di hemû aliyan de xwe amade bikin. Bi ruhekî nû têbikoşin û bi ruhek nû bi serde biçin. Me  pêngava 1'ê Hezîranê avêt, lê belê heta em vê pêngavê negihîjînin serketinê, divê em gava paş ve navêjin. Bêguman ev erkê me ye. Hevalên di vê pêngavê de pêşengîtî kirin weke heval Nûcan, Têkoşîn, Rustem, Xebat, Sadiq û bi hezaran hevalên ku piştî pêngava 1'ê Hezîranê de bi ruhekê fedayî şer kirin û şehîd bûne em bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Weke heval Reşîd Serdar, Çîçek Botan, Rojîn Gewda bi sekna xwe ya pêşeng pêşengîtiya vê kirin. Em nikarin navê wan bêjimêrin. Em wek hevrêyên wan ên tekoşînê di bin siya wan de pêşengtî dikin û li ser şopa  wan de dimeşin. Ev jî erkê me yê hevaltiyê ye." 

'AKP LI HEMBER 1'Ê HEZÎRANÊ TÊK ÇÛYE'

Cûdî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Divê em heta serketinê xwedî li erkên xwe derkevin. Bêguman di vî milî de hêviyên me hene û ev hêviyên me mezin dibin. Êdî bûye weke deryayê diherike, êdî rengê xwe nû dide, dibe ku bi navên cuda cudane. Lê belê hemû bi rihê 1'ê Hezîranê tekoşîn dikin. Divê em vê  ji bîr nekin. Navê wê çi dibe bila bibe, li kur dibe bila bibe êdî hemû rihê 1'ê Hezîranê temsîla xwe di herî jor de dibîne. Yanî mirov dikare bêje pêngavê 1'ê Hezîranê carek din  ji bo me gêrîla tenê na, raste yê ku pêşengîtiya wê dikin em gêrîlan e, lê belê tevahî gelê kurd  meşala azadiyê bilind kiriye. Agirê azadiyê gur kir, ala azadiyê hejand. Pêngava 1'ê Hezîranê pêngavek bîrdozîbû.  Tabî ev Rêber APO jî wisa dinirxîne. Ji ber vê yeke jî Rêber APO parêznameya xwe ya bi navê parastina Gelekî bi taybet diyariya hêzên HPG'ê kir. Bi rihê serkeftinê di roja îro de li tevahî xaka kurdistanê de berxwedaniyek bê hempa tê meşandin. Belê berxwedan ku tê meşandin baweriya me heta dawiyê pê heye. Ji ber ku her roj em mezin dibin û dibin derya. Ji vir û şûn ve jî tiştekê me bisekinîne nîne. Ji ber ku gelek kes li himber tevgera me û li himber ruhê pêngava 15'ê Tebaxê binketin, di roja îro de jî pergala AKP'ê li himber rihê 1'ê Hezîranê bindikeve û têk diçe. Di vê ev hêzên ku her roj dibêjin yek al, yek ziman, yek çand û hêzên dîktatorên di kurdistanê de pêwîste vê bizanibin wê li himber rihê pêngava 1'ê Hezîranê wê têkbiçin û têk diçin. Parçebûna herî mezin pêngava 1'ê Hezîranê di nav hêzên desthilatdar de çêkiriye. di nav hemû cîhanê de ev weke tiştekê pîroz tê dîtin.  Ji bo vê yekê jî em ê serkeftinê bi rihê 1'ê Hezîranê bidest bixin. Carek din li himber berxwedana gelê kurd bejna xwe ditewînin." 

 'AZADÎ BI BERXWEDANÊ MISEOGER DIBE'

Cûdi axaFtina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Hêviyên me hene ku hemû ciwanên kurd tevî berxwedaniyê bibin, hemû ciwanên kurd li ku dibin bila bibin, ji derveyî azadiyê ji xwe re ti jiyanê qebûl nekin. Bi ruhê 1'ê Hezîranê hemû ciwanên kurd tevlî refên PKK'ê bibin û tevlî vê berxwedana dîrokî bibin. Ji ber ku tenê riya serkeftinê di nav berxwedaniyê cih girtine û têkoşînkirine de derbas dibe. Bêdengî mirin e û di cihê xwe de mayîn binkeftine. Ji bo binkeftinê em dibêjin na, ji bo azadiyê û ala azadiyê hildana jor dibêjin erê.  Û bi bilindkirina ala azadiyê xwedî li bîranînê rêhevalên xwe yên ku di demê dawî de li Nisêbîn, Sûr, Cizir, Şirnex û li Çiyayên Kurdistanê şervanên azadiyê ku çalaki dikin û canê xwe feda dikin, hevalên weke heval Zinar û heval Doxa xwedî li seknên van hevalan derketin erkên ciwanane, erkên me ne û di heman demê de erkekê pîroz e. Divê her kes destê xwe têxwe bin vî kevirî ji bo serkeftinê gav bavêjê."