Ji bo cenazeyên endamên Asayîşê Midêdîn Şimo, Hisên Alî û Mihemed El-Mehmed û şervanê YPG'ê Hekan Koral (Zinar Alan) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik werin veşartin, ji Dêrik û Girkê Legê bi hezaran Kurdistanî li hev civiyan.
Hevserokên Sîstema Fedralîzma Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriye Hediye Yûsif û Mensûr El-Selûn û Hevserokê Desteya Karûbarên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Li goristana Şehîd Xebat Dêrikê şervanên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Piştre Hevserokê Desteya Karûbarên Hundir Kenan Berekat axivî û diyar kir ew amade ne herêmên xwe û gelê Rojava biparêzin.
Hevsroka Sîstema Fedralîzma Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriye Hediye Yûsif jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku têkoşer pêşengên mehnewî ne.
Piştre wesîqeya şehadetê ya her çar têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenzeyên têkoşeran bi tililiyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşerên azadiyê re spartin axê.
LI EFRÎNÊ MERASÎMA BI HEYBET
Ji bo oxirkirina cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê li Kantona Efrînê (Cemîl Ebdo) Delîl Xilnêr ê ku di 28`ê gulanê di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker li gundê Merenaz ê girêdayî herêmên El-Şehba û şervanên Artêşa Şoreşgeran Mehmûd Izedîn û Ibarahîm ên di heman rojê de li herêmên El-Şehba jiyana xwe ji dest dan, bi sedan welatiyên Kantona Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Afrîn a li navenda Kantona Efrînê kom bûn.
Girseya gel ku wêneyên tekoşran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan û alên YPG/YPJ`ê hildabûn, bi karwaneke ji wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve ketin rê.
Dema ku girseya gel gihîşt goristanê, merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê Sîdar Efrîn, Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebû Ehmed Mutleq, Serokê Desteya Karê Derve yê Kantona Efrînê Silêman Cehfer û Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Meryem Henan axivîn.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku gelê ku rêya têkoşeran û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bişopîne, armanca wê avakirina civakeke demokratîk û azad bi beşdariya hemû pêkhate û netewan e.
Qisekeran soza şopandina rêya têkoşeran dubare kir.
Piştre wesîqeya şehadetê ya Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê li Kantona Efrînê Delîl Xilnêr bi zimanê kurdî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) Ceylan Henan û wesîqeya şehate ya şervanê Artêşa Şoreşgeran Mehmûd Izedîn û Ibrahîm bi zimanê erebî ji aliyê yek ji Rêveberên Meclîsa herêmên El-Şehba Emîne Xidiro ve hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her sê tekoşeran bi tililiyên dayîkan û dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG/YPJ`ê" spartin axê.