Dewleta Tirk ev 2 roj in nahêle Encu biçe serxweşiya xizmên xwe

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ev du roj in hewl dide biçe gundê xwe Roboskî û sersaxiyê ji malbata xizmê xwe yê pêr ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Lê bi fermana Walîtiya Tirk a li Şirnexê destûrê jê re nayê dayîn.

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ev 2 roj in li benda kontrolê ya leşkerî ya li geliyê Qesrîkê tê rawestandin.

Encu dixwaze biçe gundê xwe Roboskî û ji malbata xizmê xwe Vedat Encu yê pêr bi şev ji aliyê artêşa Tirk ve hat qetilkirin, sersaxiyê bixwaze. Lê destûr jê re nayê dayîn.

Ev 2 roj in bi fermana Walîtiya Tirk a li Şirnexê, leşker nahêlin Encu derbas bibe. Encu got, "Nahêlin ez biçim teziya xwe. Tevî min, gel jî li vir mexdûr e. Nahêlin nexweş jî derbas bibin. Ji ber fermana Walîtî ez nikarim biçim mala xwe. Lê ez li vir im, ji bo rakirina vê astengiyê ez ê li ber xwe bidim."