'Bila her kes zanibe, em ê li ser vê xakê bijîn û hilberînin'
Mûhammed Elî Hesen tevî kurê xwe Ehmed Hesen, tevî hemû zor û zehmetiyan ji destpêka şoreşa Rojava ve xaka xwe neterikandine û bi hilberîna pîşesazî, çandinî û sewalkariyê, hilberîna xwe dikin.
BÊRÎTAN SARYA
HESEKÊ
sêşem, 31 gulanê 2016, 08:10
Bav Mûhammed Elî Hesen diyar kir, kesên welatparêz xaka xwe ti carî naterikînin û got, "Şert û mercên me yên jiyanê, li gorî dema berê gelekî baş e. Divê em xwedî li xaka xwe derkevin û li gorî pîvanên welatparêziyê bi vîneke xurt hilberînê bikin."
Şoreşa Rojava, ji destpêkê ve bû hedefa êrîşên çeteyan û ambargoya aboriyê. Hêzên mîna Tirkiye û PDK ên bi êrîşan nikarin şoreşê qels bikin, hewl dan bi ambargoya aboriyê, bi polîtîkaya birçîbûnê terbiye bikin. Lê belê gelê Rojava li ber vê yekê serî netewand. Ji aliyekî ve bi aboriya komîn, li aliyê din bi afirîneriya xwe ya şexsî ve hewl da debara xwe bike.
Mûhammed Elî Hesen û kurê wî Ehmed Hesen ên li gundekî Hesekê dijîn, yek ji wan kesan e ku li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe didin û debara xwe li ser xaka xwe dikin. Piştî ku şoreşa Rojava destpê kir, li ser xaka xwe kargeheke biçûk a çêkirina xortiman vekirin û bi vî rengî hem debara malbata xwe dikin, hem jî 12 kesên li vir dixebitin, bi vî karî debara malbatên xwe dikin. Bav û kur her wiha karê çandinî û sewalkariyê jî dikin.
'EM DI HEMAN DEMÊ DE JI PÊDIVIYÊN XWE RE JÎ DIBIN BERSIV'
Febrîqeya biçûk a xortiman a malbata Hesen ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de eşyayên plastîk ên kevn û şikestî yên ji gel hatine kirîn tên hêrandin û bi vî rengî madeya ji bo çêkirina xortimê tê bidestxistin. Di beşa duyemîn de jî ev madeya plastîk li çend makîneyan bên xebitandin û xortim jê tê çêkirin. Ev kargeha biçûk ewilî bi çend kesan destpê kir. Niha 12 kes lê dixebitin û bûye çavkaniya debarê ji bo 14 malbatan.
Bav Mûhammed Elî Hesen kêfxweşiya xwe ya ji asta heyî ya hilberînê bilêv dike û dibêje, "Li vê febrîqeyê hem em me jî yên bi me re dixebitin xwe xwedî dikin. Dİ heman demê de ji aliyê pêdiviya bi xortimê ya gelê me yê li herêmê ve, em dibin bersiv."
Bav û kur tevî xebitandina febrîqeya xortimê, bi karên çandinî û sewalkariyê re jî mijûl dibin. Di vî karî de jî vê gavê debara malbata xwe dikin, lê projeyên wan hene ku di dema pêş de vî karî mezintir bikin.
Bav Mûhammed Elî Hesen got, "Gundikekî me heye. Çêlek û pezê me hene. Em li vê derê gelek karan dikin, gelek berheman hildiberînin. Li wî alî darên me yên zeytûnê, hinar û tirî hene. Hin ji darên li vê bexçeyê beriya 7-8 salan, hin jî beriya 10 salan hatin çandin. Zeytûnên me çêbûne, lê niha ne dema komkirina wan e. Em fêkî û zeytûnên ji bexçeyê xwe bi dest dixin, didin malbatên xwe û xizmên xwe. Her wiha ev heywanên me ji bo debara malbatê ne. Lê ji bo firotinê jî em sewalan xwedî dikin."
'PAŞEROJ Û PÊŞEROJA ME LI VIR E'
Bav Mûhammed Elî Hesen da xuyakirin, ku dema çete ketin nava Hesenê gelekî nêzî gundê wan bûne û tevî hemû êrîş û zehmetiyan jî ew li ser xaka xwe man e û karê xwe meşandine. Hesen got, "Ev xak a me ye. Nedibû em xaka xwe biterikînin. Paşeroj û pêşeroja me li vir e. Lewma diviyabû em xwedî li xaka xwe derketibûna û jiyana xwe ji vir bimeşanda. Eger mirov bixebite û vîna xwe xurt be, dikare her tiştî bike."
'DIVÊ EM XWEDÎ LI WELATÊ XWE DERKEVIN'
Mûhammed Elî Hesen ragihand, di salên destpêkê yên şoreşê de ji ber ambargoyê û êrîşan xizanî hebû û li ser rewşa heyî ya aboriyê got, "Wextekê bi rastî jî gel bi têra xwe nan nexwar. Lê niha elhemdurullah her tişt heye. Ya pêwîst, vîna mirovan û mayîna li ser xaka xwe ye. Em ne bi tenê ne. Li gelek deveran mirovên me xaka xwe naterikînin. Eger mirov bixwaze, baweriya xwe pê hebe û bi ax û welatê xwe ve dilsoz be, dikare bike. Gelê me jî gelekî xurt e. Divê em xwedî li xaka xwe derkevin. Welatê me bedew e û her tişt lê şîn dibe. Derdora me bi çeteyên DAIŞ'ê girtî bû, lê em li ser xaka xwe man. Heta mirinê jî em ê li ser axa xwe bin."
'DEK Û DOLABÊN PDK'Ê BI SER NAKEVIN'
Mûhammed Elî Hesen bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve û diyar kir, tevî her tiştî jî ew ê li ser axa xwe bimînin û karê xwe mezin bike. Hesen got, "Karê me mezin dibe. Ji bo vê divê em cihekî din jî amade bikin. Lê belê ji ber ku PDK'ê Sêmalka girtiye, di peydakirina çîmento de em zehmetiyê dikişînin. Ji ber vê yekê me jî biryar dan cihê nû ji kerpîç çêbikin. Kî çi dike bila bike em ê li ser xaka xwe bin û hilberîna xwe bidomînin. Gelê me hilberîner e. Em dibêjin, 'Çîmento nebe, em ê bi kerpîç çêbikin' û em vê çêdikin. Bila êdî dest ji van lîstikên xwe yên gemarî berdin. Ne PDK ne jî çete nikarin me ji xaka me derxînin. Ev xak ewçend dewlemend e, kî bixwaze jî nikare me mehkûmî birçîbûnê bike."