Li dijî faşîzma Erdogan tevlî nava refên gerîla bû
Bûgra Kagan Uner bi nasnav Huseyîn Bagok ê ji Afyonkarahîsarê ku bi eslê xwe Tirk e, desthilatdariya yek şexsî ya AKP/Erdogan û polîtîkayên qetlîamker ên li hemberî gelê Kurd qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû.
HELGÛRT BAGOK
BEHDÎNAN
sêşem, 31 gulanê 2016, 07:12
Polîtîkayên faşîzan û dîktatoriya AKP/Tayyîp Erdogan, ji aliyê hêzên çep û demokrat ve nayên qebûlkirin. Bûgra Kagan Uner piştî ku dît welat ber bi çiravê ve diçe û rêyên siyasetê nema ye, tevlî nava refên gerîla bû. Gerîla Huseyîn Bagok diyar kir, Tirkiye ber bi şerekî navxweyî ve tê dehfdan û wî jî aliyê xwe hilbijartiye. Bagok got, "Min jî aliyê mafdar hilbijart. Ez bi nêrîna modernîteya demokratîk a Rêbertî ve dilsoz im. Lewma min tevlîbûneke bîrdozî pêk anî. Bi eslê xwe Tirk im. Ev partî ji xwe ne tenê partiya Kurdan e. Haya min ji vê rastiyê hebû bi vî rengî tevlî bûm."
AZADIYA BAWERÎ Û OL A LI ÇIYÊ
Huseyîn Bagok da zanîn, berevajî propaganda dewletê li çiyê azadiya nêrîna demokratîk heye û got, "Di heman demê de ji aliyê baweriyê ve jî ez azad im. Li vê derê nimêja xwe dikim. Berevajî senteza Tirk Îslamê, di Îslamiyetê de tê gotin ziman û reng ayetên Xwedê ne. Cihê şermê ye ku hewl hatiye dayîn ziman û mafê jiyanê yê Kurdan ji destê wan bê girtin. Halbûkî ev polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk bi navê ol tên meşandin."
DIVÊ HÊZÊN ÇEP Û SOSYALÎST LI DIJÎ REWŞÊ DERKEVIN
Gerîla Bagok di dewama axaftina xwe de bang li hêzên çep û sosyalîst kir û got, "Di dema mîtîngên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê û piştî wan de, bi sedan mirovên me ji aliyê çeteyên AKP'ê ve hatin qetilkirin. Mirovên faşîst digotin, 'baş bûye, terorîst hatin kuştin'. Mirovên hatin qetilkirin, ji ber têkoşîna demokratîk hatin qetilkirin. Pêwîste her kesên xwe weke demokrat û sosyalîst dibînin tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî komkujiyên tên ferzkirin, derkevin. Ji bo dijmin ji xwe em bi her awayî terorîst in. Ji ber vê yekê ez her kesên alîgirê demokrasiyê ji bo têkoşînê dawetî çiyê dikim. Ji ber ku dewleta TC rêya siyaseta demokratîk nehişt. Ji me re dibêjin, ya hûn ji me ne, yan jî ji wan. Lê belê divê em li cem gel cih bigirin û têkoşîna xwe bidomînin."
Bagok di dewama axaftina xwe de ragihand, feraseta exlaqê ya li nava PKK'ê gelekî bandor li wî kiriye û got, "Min leşkeriya TC jî kir. Eger me ji sedî 20 tiştên li vir li wir bikira, wê her tişt baniya serê me. Ev feraseta exlaqê ev xweşbîniya PKK'ê min gelekî matmayî hişt. Li leşkeriya Tirk, fermandar zextê li leşkeran dike, lê li nava gerîla rewş berevajî ye. Dema ez nû hatin qadên gerîla, fermandarê me yê gerîla alîkarî da min û barê min rakir. Vê yekê gelekî bandor li min kir."