KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
DAIŞ'ê êrîşê Medîbanê kir û derba giran xwar
Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Medîbanê kirin, derbeke giran xwarin û gelek kuştî dan. Gelek cesedên çeteyan li herêma di bin kontrola YBŞ'ê de ye. -
Gelê Kîfrî tecrîd şermezar kir
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve, li navçeya Kîfrî ya Silêmaniyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin. -
Ji ber êrîşa dewleta Tirk li Nisêbînê teqîneke mezin rû da
Tevî ku hêzên YPS/YPS Jinê ji bo zerar negihêje sivîlan xwe ji Nisêbînê vekişandine jî êrîşa dewleta Tirk a bi tank û topan a li hemberî navçeyê dewam dike. Ji ber van êrîşan teqîneke mezin rû da. -
Avesta: Serdest tengav bûne, têk diçin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta: Şerê rûmetê yê li dijî faşîzmê bi ser dikeve. Vê berxwedanê sîstema hêzên serdest tengav kiriye û ji hev xistiye. Serdest bêçare man e. Têk diçin. -
Li derdora Şêx Meqsûdê şerekî giran diqewime
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji danê vê sibehê ve li dora taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji ber êrîşên çeteyan şerekî dijwar diqewime. -
Dewleta Tirk bênavber bombeyan li Şirnexê dibarîne
Çeteyên Qesrê, bi topên obusê bênavber taxên Şirnexê bomberdûman dikin. -
'Divê li dijî dewleta Tirk a Rojava dagir dike, helwest bê nîşandan'
TEV-DEM'ê, dagirkirina xaka gundê Hemamê yê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve weke helwesteke bê exlaq nirxand û diyar kir, ev dagirkerî li dijî hemû peymanên navneteweyî ye. -
Ayhan ê HDP'yî: Erdogan hewl dide HDP'ê tine bike
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan da xuyakirin, Serokkomarê Tirk Erdogan, HDP'ê li hemberî feraseta faşîzan û statukoparêz weke gefekê dibîne, lewma hewl dide tine bike. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Galîn hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Galîn li Licê hat veşartin. -
'Em ê li her cihî li çeteyên DAIŞ'ê bixin'
Ji fermandarên QSD'ê Ebû Feyad diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê kincên QSD'ê li xwe dikin û bi vî rengî hewl didin birevin. Ebû Feyad destnîşan kir, ku çete wê nikaribin xwe xilas bikin û got, "Li her cihî em ê li çeteyên DAıŞ'ê bixin." -
'Eger pêşî li siyasetê bê girtin wê kaos rû bide'
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî hevkariya desthilatdariyê û partiyên mûxalefetê yên ji bo derxistina wekîlên HDP'ê ji parlamentê dan û gotin, eger rêyên siyasî bên girtin, wê Tirkiye bikeve nava kaosê. -
'Tirkiye hevparê komkujiya Til Hirmiz e'
Şahidê êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Til Hirmizê Davîd Bûlûs Îşo diyar kir, êrîşa wê demê ji aliyê DAIŞ û Tirkiyeyê ve hat plankirin û pêkanîn. -
Li ser roja 5. a operasyona Reqqayê çend agahî
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo paqijkirina Bakurê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, di roja 5. de jî dewam kir. -
'Bêyî yekîtiya neteweyî destketî nikarin bên parastin'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bi zimanekî tund hevkariya PDK û AKP'ê rexne kir û destnîşan kir, ku têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re wê destketiyên federe yên Başûrê Kurdistanê bixe nava xeteriyê. -
Li Nisêbînê mal tên şewitandin
Li Nisêbînê ku bomberdûman lê didome, mal yek bi yek ji aliyê çeteyên Qesrê têne şewitandin. -
Li Mûşê kesek hate girtin
Li Mûşê kesê bi navê Halîl Gorcu bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hate girtin. -
Çeteyan êrîşî Şêx Meqsûdê kirin
Çeteyên SÛK’ê saet 17.30’an bi topan êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. -
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi teqemeniyan malan hildiweşînin
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi teqemeniyan hilweşandinê û şewitandinê dewam dikin. -
Li Nisêbînê teqîna mezin
Li Taxa Abdûlkadîrpaşa ya Nisêbînê ku çeteyên Qesrê bi awayekî giran bombe dikin, teqînek dijwar pêk hat. -
Tirsa Erdogan û Yildirim ‘Amed’ e: Bi 20 hezar polîsî hatin
Erdogan û Yildirim bi 20 hezar polîs-leşkerî ve hatin Amedê. Her du kesan jî dijminantiya xwe ya Kurdan domandin. -
Cemîl Tûnç ê li Amedê hate qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Li Amedê Cemîl Tûnç ê ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe hate definkirin. -
KNK’ê li Kerkûkê panelek bi mijara dîroka têkoşîna Kurd li dar xist
Li Kerkûkê di panela ku hate lidarxistin de Nivîskar Ahmet Arîf axivî û wiha got: “Gelê Kurd di sedsala 20. bêşansiya wan a herî mezin, tinebûna ciwanên rewşenbîr û zane bûn.” -
Ji gelê Ezazê ji bo QSD’ê bang
Şerê mabeyna çeteyên DAIŞ û SÛK’ê li xeta Ezaz-Marê bi dijwarî didome. Gelê Ezazê jî bang li QSD’ê kir, xwest herêmên hatine dagirkirin paqij bike. -
2 şervanên YPS-JIN’ê jiyana xwe ji dest dan
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di rêya navçeyên Cizîr-Silopiyayê 2 şervanên YPS-JIN’ê bi çeteyên Qesrê re şer kirine û jiyana xwe ji dest dane. -
Rêveberiya nû ya DBP'ê
Di kongreya DBP'ê de ji bo hevserokatiyê Kamûran Yuksek û Sebahat Tûncel hatin hilbijartin.