'Em ê li her cihî li çeteyên DAIŞ'ê bixin'

Ji fermandarên QSD'ê Ebû Feyad diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê kincên QSD'ê li xwe dikin û bi vî rengî hewl didin birevin. Ebû Feyad destnîşan kir, ku çete wê nikaribin xwe xilas bikin û got, "Li her cihî em ê li çeteyên DAıŞ'ê bixin."

Ebû Feyad pêngava Rizgarkirina Bakurê Reqqayê ji ANF'ê re nirxand.

Fermandarê QSD'ê Ebû Feyad da xuyakirin, Reqqa cihekî stratejîk e ku rêyên bazirganiyê yên bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Mûsil û Bexda yên Iraqê digihîne hev. Ebû Feyad diyar kir, operasyona rizgarkirinê li ser daxwaz û banga gelê herêmê ji 3 baskan ve hatiye destpêkirin.

Ebû Feyad da zanîn, di operasyonê de heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gundên Qirtaca, Fatsa, Hedriyat, Xelîl, Nemrûdiye, Hîşê, Indibên, Mitemesric ên stratejîk û gelek gundik ji çeteyan paqij kirine. Ebû Feyad ragihand, li van gundên hatine rizgarkirin gelek çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Ebû Feyad da xuyakirin, ku ji ber derbên giran ên QSD'ê, çeteyên DAIŞ'ê ketien nava panîkê û hewl didin bi li xwe kirina kincên şervanên QSD'ê birevin.

Fermandarê QSD'ê nerazîbûn nîşanî nûçeyên nîjadperest û asparagas ên di çapemeniya Tirk û Ereb de tên weşandin da û diyar kir, pêkhateyên QSD'ê heta roja îro bi ti awayî li ser bingeha nîjadperestî nêzî gelan û herêman nebûne.

Fermandar Ebû Feyad nûçeya "Hêzên QSD'ê di roja destpêkê de 300 kuştî da" ya di çapemeniya Tirk de hat weşandin, bi gotineke zelal derewand û ji bo nûçeya "Hêzên QSD dixwazin ji bo berjewendiyên xwe vê xetê bi kar bînin" a di çapemeniya Ereb de hat weşandin diyar kir, ev nûçe bi temamî asparagas û nêzîkatiyeke nîjadperest e.

Ebû Feyad ragihand, hêzên QSD'ê yekane nûnerê gelên Sûriyeyê ye û bibîr xist, di bin sîwana QSD'ê de gel, bawerî û çandên cuda hene. Ebû Feyad destnîşan kir, kar û armanca sereke ya hêzên QSD'ê berjewendiyên gelên Sûriyeyê ne.

Ebû Feyad di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ew ê li her cihî li çeteyên DAIŞ'ê bixin û Sûriyeya Demokratîk ava bikin.

...