BI DÎMEN

Ayhan ê HDP'yî: Erdogan hewl dide HDP'ê tine bike

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan da xuyakirin, Serokkomarê Tirk Erdogan, HDP'ê li hemberî feraseta faşîzan û statukoparêz weke gefekê dibîne, lewma hewl dide tine bike.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan da xuyakirin, Serokkomarê Tirk Erdogan, HDP'ê li hemberî feraseta faşîzan û statukoparêz weke gefekê dibîne, lewma hewl dide tine bike.

Ayhan "darbeya destnedanê" ya AKP/Qesrê û têkoşîna wan a li hemberî vê yekê, ji ANF'ê re nirxand.

Ayhan da xuyakirin, bloka faşîzan a Qesr, AKP, MHP û CHP'ê bi rakirina destnedanê re li hemberî vîna gel darbe kirine û ev yek weke darbeya faşîzan pênase kir. 

Ayhan ragihand, bi vê darbeyê dixwazin vîna gel tine bihesibînin, pûç bikin û got, "Ev yek di heman demê de destwerdanek li vîna Meclîsê bû. Ji zûdeyî ve em vê dibêjin. Me beriya niha jî gotibûn; bi rêya destnedanê hewl tê dayîn gel bê vîn were hiştin. Ev pêkanîn hem li dijî destûra bingehîn e, hem jî li hemberî siyaseta demokratîk û hiqûqê ye. Me li hemberî vê li ber xwe dan. Me hewl da vê rastiyê ji gelê xwe û raya giştî re vebêjin. Lê belê di 20'ê Gulanê de AKP/Qesrê bi desteka CHP û MHP'ê ev darbe li meclîsê pêk anî."

Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan diyar kir, ew partiyeke vîna 6 mîlyon mirovan temsîl dike û anî ziman, bi kombûn û mîtîngan ew hewl didin vê darbeya hatiye kirin ji gel re vebêjin. Ayhan destnîşan kir, ku ew ê tevî gelê xwe heta dawiyê li ber xwe bidin û ti carî ji têkoşînê venegerin. Ayhan got, "Em ê teslîmî darbeyê û faşîzmê nebin, em ê serî netewînin."

'ERDOGAN, ME LI HEMBERÎ FERASETA FAŞÎZAN Û STATUKOPARÊZ WEKE ASTENGIYA HERÎ MEZIN DIBÎNE'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan da zanîn, ku Erdogan ji ber sekna HDP'ê ya li hemberî siyaseta tekparêz, olîgarşîk û otorîter, hewl dide HDP'ê tine bike û got, "Li hemberî feraseta xwe ya faşîzan û statukoparêz me weke astengiya herî mezin dibîne. Armanca êrîşa li hemberî siyaseta demokratîk ev e. CHP û MHP bûne destekdarê feraseta otorîter a di bin navê serokatiyê de tê kirin. Em her tim bûn alîgirê siyaseta demokratîk. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên tevahiya civakê, me zemîneke demokratîk esas girt. Têkoşîna me ya li parlamentê li ser vê xetê meşiya. Xuya ye niha naxwazin qada siyaseta demokratîk vekin. Me qebûl nakin."

Ayhan da zanîn, hewl tê dayîn qada siyaseta demokratîk ji holê were rakirin û got, "Sekin û nêrîna me berê çi be, niha jî bi heman rengî ye. Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi siyaseta demokratîk bên çareserkirin û li ser bingeha wekheviyê dibêjin; divê pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên civakê werin çareserkirin. Em di vê oxirê de têdikoşin."

'EM Ê TEVÎ GELÊ XWE TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ BIMEŞÎNIN'

Ayhan da xuyakirin, ku li dijî darbeya li Meclîsê li hemberî siyaseta demokratîk û azadiyan hat kirin, ew ê tevî gel têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em ê het dawiyê têkoşîna demokrasî û azadiyê bimeşînin. Li hemberî êrîşên darbeyê û tengkirina qada siyaseta demokratîk, em ê mafê xwe yê berxwedan û têkoşînê heta dawiyê bi kar bînin. Ji xwe gelê me jî di vî warî de ji me dixwaze, em ber pirsyariya xwe bi cih bînin. Em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ti carî xwe nedin paş gelê xwe, em ê vê têkoşînê bi hev re bimeşînin."

...