Li Mûşê kesek hate girtin

Li Mûşê kesê bi navê Halîl Gorcu bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hate girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ya li dijî Kurdan didome. Li navçeya Malazgir a Mûşê di serdegirtina pêr a malan de Andamê Meclîsa Giştî ya DBP’ê ya Bajêr Alpaslan Kardan û Halîl Gorcu hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Her du kesên ku li dozgeriyê îfade dan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Kardan bi şertê çavdêriyê berda û Gorcu jî bi îdîaya “ Endamê rêxistinê ye” girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.