'Tirkiye hevparê komkujiya Til Hirmiz e'
Şahidê êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Til Hirmizê Davîd Bûlûs Îşo diyar kir, êrîşa wê demê ji aliyê DAIŞ û Tirkiyeyê ve hat plankirin û pêkanîn.
Şahidê êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Til Hirmizê Davîd Bûlûs Îşo diyar kir, êrîşa wê demê ji aliyê DAIŞ û Tirkiyeyê ve hat plankirin û pêkanîn.
Şahidê êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Til Hirmizê Davîd Bûlûs Îşo diyar kir, êrîşa wê demê ji aliyê DAIŞ û Tirkiyeyê ve hat plankirin û pêkanîn.
Asûrî/Suryaniyên ji qirkirina 1915'an a dewleta Tirk û ji komkujiya 1933 a Simela ya dewleta Iraqê reviyan, li gundên li qiraxa Çemê Xabûrê yê li Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê bi cih bûn. Lê belê di sibeha 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî wan kir. DAIŞ'ê ji sê baskan ve ji Til Hirmiz, Til Şamîran û Xebîşê êrîşî Til Temir a ser bi Hesekê kir. Di van êrîşan de ji şervan û sivîlên Suryanî bi giştî 10 kes hatin qetilkirin û 350 kes hatin revandin.
Bi Pêngava Rûbar Qamişlo ya di 6'ê Gulanê de destpê kir re gundên Asûriyan hatin rizgarkirin. Yek ji van gundan Til Hirmiz e. Ji şahidên vê komkujiyê Davîd Bûlûs Îşo êrîşa DAIŞ'ê û rewşa Asûriyên niha li gundên xwe yên li qiraxa Xabûrê dijîn, ji ajansa me re nirxand.
ÇETEYAN DAVÊTIN SER GUNDÊ ME
Davîd Bûlûs Îşo zarokê malbateke ji komkujiya Simela ya dewleta Iraqê reviya ye. Piraniya jiyana Îşo li gundê Til Hirmizê bihuriye. Îşo da xuyakirin, ku beriya êrîşên DAIŞ'ê 70 malbat li gundê wan dijiyan û got, "Beriya niha ji gundê me û gundên derdorê mirovan koçî Ewropayê kiribûn. Çete berî dagirkeriya dawî, car carna dihatin gund. Pere ji me dixwestin. Her wiha êrîşî dêrê û xacê dikirin û zext li me dikirin."
JI SÊ BASKAN VE ÊRÎŞ KIRIN
Îşo diyar kir, beriya çete êrîşî gundên wan bikin, li ser daxwaza YPG û endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî wan jin û zarok ji gund derxistin û anî ziman, li gund bi tenê ji bo xweparastinê komek ji 15 kesan mabû. Îşo got, "Hevalan texmîn kirin ku çete dikarin êrîş bikin. Me gund vala kir. Ji bo parastina gund jî me bi dorvegerî nobed digirtin. Me nobed dewr dikir û derbasî gundê li aliyê din ê Xabûrê dibûn. Li gund bi qasî 15 sivîl hebûn. Saet di 04:00 de DAIŞ'ê ji 3 baskan ve êrîş kir. Bi qasî 500 çeteyan êrîşî gundê me kirin. Ewilî ji aliyê dêrê ve hatibûn. Li gundê me 2 jin jî mabûn. Navê yekê Vîdat bû û di nîzamiyeya gund de wezîfedara xweparastinê bû. Heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştî ku cebilxaneya wê qediya dîl hat girtin. Çeteyan ew qetil kirin. Wekî din Semîra hebû. Xwarin ji hêzên xweparastinê re çêdkiir. Dema me gund vala kir, jin û zarok derdixist, ji me re got, 'Ez bimirim jî ez ê gundê xwe neterikînim' û li wir ma. Ew jî ji aliyê çeteyan ve hat revandin û birin Şedadê. Di êrîşa destpêkê ya çeteyan de, di şer de çend kes şehîd ketin. 11 kes jî ketin destê çeteyan û ew birin Şedadê."
DEWLETA TIRK WÊ ŞEVÊ AVA ÇEMÊ XABÛRÊ BERDA
Davîd Bûlûs Îşo da xuyakirin, ku di şeva êrîşa DAIŞ'ê de dewleta Tirk bi rengekî ne normal ava çemê Xabûrê berda û ji ber bilindbûna avê, hêzên YPG'ê nikarîbûn dest li DAIŞ'ê werdin. Îşo got, "Hêza teqwiye wê ji aliyê bakur ve bihata. Lê belê wê şevê, dewleta Tirk ava çem berde û ava çem ji 20 salên dawî zêdetir bilind bû. Di nava 20 salan de av hatibû qutkirin, kêm dihat berdan. Ewçend kêm bû, em bi wesayîtê di çem re derbas dibûn. Lê ji nişka ve ava çem berda û çem bilind bû. Ev yek nîşan dide ku ev êrîş plana hevpar a DAIŞ'ê û dewleta Tirk bû. Tirkiyeyê mîna 100 sal beriya niha, komkujiyeke nû li Asûrî/Suryaniyan dikir. DAIŞ'ê piştî çend rojan dêra li gundê me teqand. Sekvanên xwe li ser depoya avê bi cih kir. Êdî aliyê din ê çem jî kontrol dikir. Eger dewleta Tirk wê şevê av bernedabûya, nepêkan bû ku çete vê bikin."
'BERÊ EM HER ROJ 10 CARAN DIMIRIN, LÊ ÎRO EM NATIRSIN'
Îşo da xuyakirin, ku dema wan bihîstin di 6'ê Gulanê de li xeta Til Temir-Hesekê li hemberî çeteyan pêngav hatiye destpêkirin, ew gelekî pê kêfxweş bûne û got, "Em hingî li navenda Hesekê bûn. Me pêngav dişopand. Çeteyan dema dîtin wê li hemberî YPG'ê têk biçin, dest bi şewitandina xaniyan kirin û depoya avê jî teqandin. Piştî ku pêngav bi ser ket, em vegeriyan gund. Lê mayîn li gundê me çandibûn. Dûre hevalan mayîn paqij kirin. Em diçin gundê xwe û tên, lê nikarin lê bi cih bibin. Ji ber ku DAIŞ'ê gund veguherandin xirbeyekî. Em niha li gundekî nêzî wî dijîn. Berê ji ber êrîşên DAIŞ'ê û dagirkeriya dawî em gelekî ditirsiyan û rojê 10 caran dimirin. Lê êdî ew tirs bi me re nemaye. Ewlehiya me xurt e. Storo, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û YPG me diparêzin. Em jî xwe diparêzin. Piştî rizgarkirina Şedadê êdî em xwe ewle dibînin."
Davîd Bûlûs Îşo herî dawî bang li Asûriyên koçî Ewropayê kirine kir, ku li xaka xwe vegerin.