Ji gelê Ezazê ji bo QSD’ê bang
Şerê mabeyna çeteyên DAIŞ û SÛK’ê li xeta Ezaz-Marê bi dijwarî didome. Gelê Ezazê jî bang li QSD’ê kir, xwest herêmên hatine dagirkirin paqij bike.
Şerê mabeyna çeteyên DAIŞ û SÛK’ê li xeta Ezaz-Marê bi dijwarî didome. Gelê Ezazê jî bang li QSD’ê kir, xwest herêmên hatine dagirkirin paqij bike.
Şerên di navbera çeteyên DAIŞ û SÛK’ê de li gundê Sico yê li ser xeta Ezaz- Marê ye û 500 metreyan dûrî navenda Ezazê ye, giran bûye. Hate hînbûn ku çeteyên DAIŞ’ê duh êvarî 2 wesayîtên bombebarkirî li bajarokê Marê teqandine.
Ev pêşveçûna DAIŞ’ê ya li qadê wek planek AKP’ê tê nirxandin. Tê texmînkirin ku AKP’e hewl dide pêşveçûnek şervanên QSD’ê ya li herêma Ezaz-Efrîn-Şehbayê asteng bike.
Çeteyên DAIŞ’ê, 27’ê Gulanê (duh) li herêma Ezazê gundên Hewar Kilis, Diwêdan Beraxide, Yarubiye, Kefer gan, Qere, Aykde (Zeyzefûn), Şemarîn, Niyara, Kelcebrîn, Kefer Kelbîn Tatya û gundekî ku navê wî nehat zanîn dagir kirin, berê xwe dan Deriyê Sînor ê Bab El-Selam û ji gundê Şemarînê ve deriyê sînor topbaran kiribûn.
BER BI KANTONA EFRÎNÊ KOÇ
Li xeta bajarokê Marê – Ezazê, ji ber şerên navbera çeteyên DAIŞ û SÛK’ê gel bi awayekî zêde ber bi kantona Efrînê koç dike.
Li gor agahiyên ji herêmê, di şerên mabeyna komên çete de sivîl jî hatin qetilkirin.
Ji ber şerên li herêmê, bi hezaran Ezazî berê xwe dan Kantona Efrînê. Hat diyarkirin ku nêzî hezaran kesî koçî kantonê kirine û di sê rojên dawî de jî hejmara welatiyên ku ji Ezazê koçî Efrînê kirine 6 hezar û 124 kes in.
JI GELÊ HERÊMÊ BANGA LIV Û TEVGERÊ
Ezaziyên koçî Efrînê kirin bang li QSD’ê kirin ku herêmên di dagirkeriya DAIŞ’ê de paqij bikin. Sivîlên ji bajarokê, gund û gundikên li ser xeta Marê-Ezazê koçî Efrînê dikin, gotin ji hovîtiya çeteyên DAIŞ û SÛK’ê direvin û xwe avêtine Efrînê.
Gel, destnîşan kir ku heta niha çeteyên DAIŞ û SÛK’ê gelek sivîl înfaz kirine û wan canê xwe bi zorê rizgar kirine.