Dewleta Tirk bênavber bombeyan li Şirnexê dibarîne
Çeteyên Qesrê, bi topên obusê bênavber taxên Şirnexê bomberdûman dikin.
Çeteyên Qesrê, bi topên obusê bênavber taxên Şirnexê bomberdûman dikin.
Li Şirnexê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê di roja 76. de ne, taxên berxwedanê bi obusan tên bombekirin.
Bi şev ji bajêr dengê çekan hat. Bi wesayîtên zirxî gule li taxan hatin reşandin.
Ji danê sibehê ve, Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut obusan davêje Taxa Bahçelîevlerê.
Bomberdûman bênavber dewam dike. Tê gotin, ji ber bomberdûmanê hin avahî xera bûne.
Li aliyê din li bajar xerakirina malan jî didome. Li Taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenîmahalle û Cûmhûriyetê gelek mal ji duh ve ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên şewitandin.
Hin avahî jî bi teqemeniyan tên hilweşandin.