Li ser roja 5. a operasyona Reqqayê çend agahî

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo paqijkirina Bakurê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, di roja 5. de jî dewam kir.

Li herêma ku heta niha gelek gund û gundik hatine rizgarkirin, çeteyên DAIŞ'ê nikarin li ber şervanên QSD'ê bisekinin û serî li revê didin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), mayînên çeteyan li herêmê çandine yek bi yek radikin û bi kontrol bi pêş de diçin. Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê di roja 5. de jî bi moraleke mezin dewam kir.

SERÇETEYÊ DAIŞ'Ê YÊ JI FRANSAYÊ HAT KUŞTIN

Di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ'ê yê ji Fransayê hat kuştin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan ên Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye diyar kir, di Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê de di encama bomberdûmanê de herî kêm 45 çete hatine kuştin û di nava van de serçeteyekî DAIŞ'ê yê bi eslê xwe Fransayî ye, heye.

Li aliyê din, saet di 23:00 de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî çeperên QSD'ê yên li gundê Hîşê yê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa bikin. Di encama bersiva hêzên QSD'ê û balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî de ev hewldana êrîşê ya çeteyan hat şikandin. Di bomberdûmanê de 10 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

MIROVÊN JI REQQAYÊ KOÇ KIRIN: EM Ê DI DEMA HERÎ NÊZ DE LI XAKA XWE VEGERIN

Mirovên neçar man e ji Reqqayê koçî Mebrûka bikin dan xuyakirin, ku kengî hêzên QSD'ê Reqqa rizgar kirin, ew ê li cih û warên xwe vegerin.

Koçberên li kampa Mebrûkayê dimînin anîn ziman, ew hêvîdar in hêzên QSD'ê di demeke kurt de bakurê Reqqayê rizgar bikin û dixwazin li malên xwe vegerin.

Welatiyên ji Reqqayê diyar kirin, di destpêkê de ji Xwedê, piştre jî ew ji QSD'ê bawer dikin û destnîşan kirin, ew ê ji belayê DAIŞ'ê rizgar bibin. Reqqayiyan dan xuyakirin, operasyona li bakurê Reqqayê hat destpêkirin, ji bo çeteyên DAIŞ'ê destpêka qedandinê ye û ragihandin, ji bo aştî û aramiyê, ji bo Sûriyeyeke demokratîk divê her kes bibe yek wicûd.

...